Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Xûtbe

 Ji Xwedê re îbadetê bikin û bi wî re mekevin şirîkiyê. Ji diya xwe re, ji bavê xwe re, ji sêwiyan re, ji kesên bêçare re, ji cîranên dûr û nêz re, ji hevalên nik xwe re, ji rêwingan re, ji kesên berdest û bindestên we re wefadariyê û rindiyê bikin. Bêşik, Xwedayê Alemîn ji kesên jixwehez û xwepesînineran hez nake. Nîsa, 4/36.

 

 

  ─Lawê min tu îro narî nimêya înê? Here ava germ heye, têkeve banyoyê, serê xwe pak─temîz bişo binekincên xwe biguherîne. Wê rîha xwe ya dirêj û binçengên xwe kurr bike. Ew çi halê te ye. Yekê ku nû bibîne ew ê bibê qey jina te miriye. Tu li riya çi sekiniye? Here mala Xwedê. Dua û bergerînan bike bona ku îş û karê te li hev rast were. Wexta te nemaye. Mêze her roj selayek tê xwendinê. Tu nizanî ka tê çi wextê bimirî. Mêze lawê min, lawê Sidîqa Fadil ji nişka ve qelbê wî sekinî û mir. Here lawê min, here, merî nizane ka li eniya meriya çi hatiye yazkirin. Here ji xoce û camiyê memîne.
    Diya min a kokim şîreta xwe ya hefteyane li min kir û wê heftê ez şandim camiyê. Mirin di zagona xwezayê de hebû ma kîjan zindî nebûbû mirî? Min neda qedrê diya xwe û min pêşî berê xwe da serşokê. Maléna  jî li nik diya min rûniştî tev kodikên balîcanên reş derdixistin. Bayekî tenik ê payîzê dihat. Xilteyên îsot û balîcanan dê bihatina tijîkirin û dê bi stûnên binê malê ve bihatina daliqandin. Maléna serekekarektera xeyalên min ên şehwetê. Gerçî Maléna hewqas xweşik bû we dê qey bigota li welatê me bi firrê ketiye ji bo seta fîlmê çûye Îtaliyayê belê belê tevî her tiştê xwe, nemaze jî bi têrbejnbilindiya xwe, paqên xwe yên fireh û balkêş, bi wan memikên xwe yên wekî biyokan ve dêhna hemû kesên wî bajarî kişandiye ser xwe.
Mêrê Medîneyê ango Malénayê li ofîseke muhasebê berdest û suxrevanê xwediyê muhasebê bû. Ez bêjim ew li taxa me dijî hûn bawer mekin hûn bibînin hûn ê bibêjin ev kes ne kesê vê dinyayê ye mîna mirovên wê dinyayê ye; hêr û bêra wî ne ji Medîneyê heye û ne jî ji vê jiyanê. Xwedê nokan dide kesên bêdiranan. De hûn werin û li min temaşe bikin ev jina ewçend xweşik û ew mêrê saf û nezan. Bi tenê diçe kar û tê, hew. Gelo ew çawa vê jina hespekihêl têr dike? … Hûn nizanin ka Medîneyê çend şev û xewên min li min herimandin û berê min da daşir û serşokan min bi destekî xwe serê memikên xwe diguvişand min bi destê xwe yê din ve jî kîrê xwe difûrikand. Hingê du-sê dilopên nîvspî yên spîçolkî yên ku ji kîrê min diçilkiyan ez bi ezmanan dixistim. Belê, belê min keys û fersend nîn bû ku ez xwe bi qulika deriyê Medîneyê wan gihînim lê, lê ji wê re jî çareyek hebû helbet. Rojin û dûkêşên Kurdistanê navdar bûn, navdar in. Qulikên mezin ên ku li ser xaniyan tên vedan. Şeva ku çire û lampeyên wan ên malê pêketî bûyana hingê min dizanîbû Maléna dê riya xwepaqijkirinê bide ber xwe û bête ber argûnê malê. Beroşeke avtijî û binê wê jî agirekî gur. Zehmetiya dûxanê ewçend zor bûna jî ne xema min bû! Ez bi wan çavên xwe ên hêstirtijî ve dibûm temaşevanekî bedena Medîneyê. Taseke kevn a sarincê a kûr di ava kelî de dikir û pişt re berra ser laşa xwe ya hevrîşîmî dida. Piştî demekê êdî binê agir gur nedikir, hingê lêtemaşekirina min hêsan û neçetintir dibû. Pûrta berzikê ji jor ve reş dikir. Çenga wê ya tûj xwe dinixumand navenda memikên wê. Her memikekê serê xwe ber bi aliyekî din ve kiribû û sermilên wê… Erê sermilên wê. Stûyê.
Çûyina mizgeftê ne bi dilê min bû lê hûn jî dizanin ku li welêt biryardan li gor xelkê ye. ‘’Lawê min bi vê keçikê re megere eyb e em xwedaneşîret in eger yek bibîne ma dê nebêje lawê filankesê yê xwedaneşîret li gel keçikeke bê kok û biniyat, li filan derê bi hev re bûn… Keça min tu jî hinekî serkeftî be tu jî pûnanên xweş werbigire bila xelk bibêje wele ev qîza mêran e doktorî qezenc kiriye.’’ û gotinên beradayî yên her wekî van. Bi tenê min nexwest ku dayika min ji min re bibêje ‘’lawê min here camiyê eger tu nerî xelkê bibêje lawê te Xwedênenas e. Eyb e em li xwe fihêt dikin hoo lawê min ê xweşik.’’
  Ez çûm serşokê min sê dewl ava tîhngermî bera ser laşa xwe da û çend kulm av da pozê xwe û devê xwe, jê pê ve li ber deriyê derve min xatir ji Malénayê û ji diya xwe xwest û ez çûm. Diya min li pey min gote: ‘’lawê min hele baş lê guhdar be bona ku tu vegeriyayî malê tu ji min û Medîneyê re qala şîret û dersên Qur’anê û mele bikî.’’ Min derî bi ûsila ku wekî ez bibêjim ‘’temam dakê’’ girt û ez çûm. Min ê çawa ji diya xwe re bigota ‘’Da, diya min a xweşik û dilsaf pêkhatina roj û şevê li gor tevgerandina dinyayê ya li dorhêla xwe ya rojane ye. Ango ne bi Emrê Îlahî ye.’’ Min dizanîbû, eger min welê ji diya xwe re bigota heye ku wê min nehişta malê jî. Ne tenê diya min, min li nik kîjan dayika Kurdistanê salixa vê tevgera dinyayê ya rojane bida wan ê jî heman tişt li min bikira. Ez çûm. Hevalên ku me ji mêj ve bû hevûdu nedîtibû min li wir, li hewşa mizgeftê dîtin. Bîskeke din em ketin navzikê mizgeftê. Hinek kes ji ber nexweşiya xwe li ser sandeliyan rûniştibûn. Ji kîjan wextê ve ku ez nehatibûm mizgeftê? Nayê bîra min. Wextên ku ez dihatim mizgeftê bi awayekî ximamî li ber çavên min tên xuyakirin. Lê boyaxa navzikê mizgeftê tev de hatibû guhertin ji ber ku rengkeskbûna wê baş tê bîra min di Îslamê de jî rengê kesk nûranî û xweşahiyê sembolîze dike. Kesinan beriya mele dest bi nimêjê kiribûn. Gava radibûn û rûdiniştin ango diçûn hizûra Xwedê bêqeîde serê xwe hema radikirin carinan li dor xwe fedikirin. Yê ku ez dikirim Xwedênenas yan jî yên ku ez ji Îslamê bi dûr dixistim û ez dikirim reşbîn û xemsarê Îslamê yek jî ev gruba bû.
İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Qiymîş Nabim “Dêm’a Mela” Bê Guhortin