Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Xûtbe

Ezan hate xwendin û min li pey ezanê qamet girt û min wekî rojên xwe yên zarokatiyê dest bi nimêjê kir. Min çar rikiyat nimêja xwe kir û min silav da û ez bi awayê çarmêrgî rûniştim. Pirr nebihurî miezîn dîsan ezan xwend. Min dilê xwe de gote ‘’Gelo ev îmamê ku ez nû dibînim dê gaveke din xwe aşkere bike. Hele derewîn e yan na rastîn e?’’ Mele di destê wî de kaxezeke pirr piçûk bi gavên sakîn û aram ên bi rêkûpêk ber bi mîmberê ve çû.


Pêşînê li ber pêpilika yekem a derenceyê sekinî û kefên dest ên xwe vekir û bergerînine kirin pişt re bi dengekî hinekî berz ê ku dikare bête bihîstin gote ‘’amîn’’ cûbeya xwe da hev û çû ser mîmberê diaya beriya destpêkirina xûtbeyê xwend û gote: ‘’… sadaqa resulûllah fî ma qal ev kema qal, îniya we pîroz be, mijara me ya vê heftiyê piştgirî û alîkariya hevkirin e.‘’ Xwedê Teala di ayeta Nîsa, 4/36-an de wakîno difermîne, ji Xwedê re îbadetê bikin û bi wî re mekevin şirîkiyê. Ji diya xwe re, ji bavê xwe re, ji sêwiyan re, ji kesên bêçare re, ji cîranên dûr û nêz re, ji hevalê nik xwe re, ji rêwingan re, ji kesên berdest û bindestên we re wefadariyê û rindiyê bikin. Bêşik, Xwedayê Alemîn ji kesên jixwehez û xwepesînineran hez nake.’’Gotineke mezin ên me heye dibêjin: ‘’Cîran e; deriyê sûxreyan e.’’ Pêdiviyên me herkesî bi hev re çêdibin.


Li ser vî erdî, yê ku ne xwedanîhtiyaç be nîn e û bi tenê nikare heyata xwe bidomîne. Belê birakmûmînên min ên ezîz hûn bi qedrê Rebil Alemîn ev welatê me yê xweşik bi saya kesên wekî we yên bawermend li ser pî û lingan maye. Ordî û artêşa me ya bawermend nîn bûya eger em ê jî îroj di navenda agirê ku di Rojhilata Navîn pêketî ye de biqijiliyana, hûn dibînin her roj li Şamê, li Helebê, li Afganîstanê û li deverên dinyayê yên din, hema li bin guhên, li ber çavên me çi afat û tofan radibin. Xwedê bibe alîgirê dewleta me. Xwedê û Muhammed bibe dostê esker û kumandarên me. Xwedê me ji şerrên neşuştiyan bisitirîne. Belê birakmûnînên min ên hêja hûn bi qedrê Muhammed ─herkesî bi carekê ve gote: Allahûmmesalîalaseyyîdîna Mihammed û destên xwe di serçavên xwe dan─ ma navê ku hûn destên xwe li Xwedê vekin û ji bo vê dewleta me ya xweşik bêjin Xwedê te neke heqîba neyaran. Ka kîjan hikûmat hate û li zarokên we xwedî derket? Li jinên we, li penaberan… … … Perene dan…


Bêşik ne tu kes û sazûmanî! Beriya ku ez xûtbeya xwe biqedînim divê ez qala hedîseke Efendiyê me bikim. ‘’Wakîno difermîne Efendiyê me; xweh û birayên te çi zordar bin çi jî mazlûm bin tu ji wan re alîkarî û piştgiriyê bike. Lê belê li Efendiyê me welê dipirsin; eger mazlûm be ez ê alîkariya wî bikim lê eger ew zordar be ez ê çawa ji wî re bibim alîgir? Efendiyê me wakîno ciwabê dide; tê xwe bidî ber zilm û zora wî û ev yek jî dê her werga ji bo wî bi awayekî bibe alîkarî.’’


Ya Rebbil Alemîn tu, dê û bavê me bisitirîne, dewleta me û hemû misilmanan biparêze bêguman tu dua û bergerînen me diperjinî û qebûl dikî. Îbadalla, … înnnallahe ye’muru bil adlî vel ihsanî ve îtâi zîl qurba ve yenha anîl fahşaî vel mûnkerî wel bexî, yeîzukum leallekum tezekkerûn. Xwedê Teala alîgiriyê emr dike, kar û barên fêsadî û hesûdiyê jî qedexe dike ji bo ku hûn li şîretên wî guhdar bikin ew bi vî awî we hayedar dike. Birakmûmînên ezîz piştî nimêjê hûn dikarin ji kerema xwe ji bo çêkirina derinên camiyê piştevaniyê bikin. Xwedê xêra we qebûl bike.’’


Her ku diçû bêhna min tengtir dibû. Sebra min nedima. Zilamê kêleka min çavên xwe girtibûn jixweve çûbû. Kincine ser wî, qutikê ser wî di teniyê û porrê wî jî di gend û gemarê de mabû. Em çiqas feqîr û nezan in weha! Dijminan çawa em xistine vê rewş û ehwalê! Zimanê me qut kirine, em ne dizanin bi zimanê xwe, xwe îfade bikin ne jî bi zimanên dijminan! Ya dijmin pirr zana ye em nezan in yan jî dijmin roviyê fenek e em jî mirîşka gêj! Gelo diya min û Malénayê çi kirin kodikderxistin bi kuta kirin? Maléna ax! ‘’Req req req… Were were, were were, were… Tep tep tep, tepetepa dilê min. Kincên min ji min bişeqitîne. Pêsîrbenda min ji min bike.…. Ûfff. Ayiiiy! Min bixwe. Devê xwe têxe devê min paşê jî têxe nava mêwa min.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Sebastiao Salgado

Zimanê xwe têbigerîne. Ev nivîn îşev yê te ye ka rake hespê xwe yê rewan bixerîne, wî bide çargaviyan. Bike şûrekî ji cemedê û têxe navargunê navşeqên min û wê pêta agir bitefîne. Bi wan tiliyên xwe yên nermik min mest bike. Ka bise ka bise ez tiliyên te bimijim. Mmmmm û mmmûhh. Hadê hadê. Bilezîneee. Zûûûû… Avik û avkîra xwe berde nava min. Sermemikên min bigezîne zimanê xwe di qeraxa wan bide bialêse cihê qehweyî, bila vekişên bila rep bin, heman mîna hespê te yê rewan. Hadê tu ji wan hez dikîîîîî. Pişta min ziman bike. Navika min bixwe. Binçengên min bimijeee. Têkeve min û derkeve. Ûff ûff ûff aha welê, aha welê, erê erê, heta kokê, heta binî, min perçe kee, here were, here were, bila gunê…’’ Na! Nabe li vir, li vê dera pîroz lêfikirîna Malénayê nabe, ne caîz e. Eger ev zilamê rîhberdayî van fantaziyên ku di hişeşerîdê min de dibihûrin bibîne ew ê min bide ber guleyan. Esas yên welê bitirtir û haristir in. Kî dizane ew niha jina xwe çawa dike, pîsê heram! Şeqên jina xwe radike sermilên xwe tewbe tewbe… Nehlet bê van! Divê ez dev ji vî heramî û ji van xeyalan berdim.


Mîna ku bi me bikene ev meleyê xwefiroş! Nizane ku maeşa wî bi baca kerxaneyan tê dayin. Wextê ku mele daket ji mîmberê min gote qey wekî Kurdistan bi felatê ket. Dengê miezîn û ew tevger û gotinên klasîk ên mele. Me hema qamet girt û min du rikiyat nimêj kir û min diayên paşînê li derve kirin. Komek na ne komek çiyayek pêlav û şimik gihabûn ser hev. Solên ku li ber devê derî bûn malika wan li kerê bûbû. Hemû pelixîbûn. Însanên ku rêzgirtina wan tune bû îcar karê wan li vir, li vê mizgeftê çi bû? Mîna ku min di kadînê de derzî wenda kiribe bi vî rengî ez li pêlavên xwe geriyam axir min bi cih kirin. Min şimikî pêkirin û ez çûm. Hêj ez derneketibûm ji hewşa mizgeftê xortekî bêhnçikiyayî giha tenga min, xwe qor kir û destên xwe li ser çokên xwe sekinand, gote ‘’gelo kesên ku hatibûn camiyê ji camiyê derketin? Îşeleh derneketine! Eger derketibin ez ê biçim li kû destmala xwe vegirim da ku ez êvarê bikaribim ji birakê xwe yê biçûk re şîreke hazir bikirim.’’


Ez nepeyivîm, gerçî ez nikarîbûm bipeyivima… Min jî gote heye ku dê bêje ‘’ez ji nimêjê dereng mam…’’ We dê qey bigota ev tiştên ku di nava saetekê de hatin serê min metneke trajediyekê bû. Lawik hêj bi wî awayî xwe qor kiribû û çavên wî yên biçûk di hilkehilkeke bêhnvedana germ de diçûn û dihatin.