Etiket

Çîrok

Edebiyat, Kurdî

Dengê Yasemînê


Ev çîroka Ferhadê hêja, di Festîvala Yilmaz Guney a Navneteweyî de hevpariya yekemîntiyê kir û di şaxê xelata çîroka kurmancî de xelat wergirt.


Her tim çêlî tiştên wekî hev dikir;
yan çêlî xewneke beradayî, yan çêlî hizreke ku wekî yek ji wan çiriskên birûskê yên xurt û lezgîn, yan jî çêlî naveroka pirtûkeke eletewş dikir.

KATHERINA MANSFIELD

Bi hez û hesretî ji bo Kithosê…

Mîna xewnên min ên şevan e tiştine, belê di wî rengî de; nixamtî, şêlîn û nefambar in. Serê sibehê nayên bîra min yan jî ew tên perçe û belavbûyî ne, paşê, dîsa ew tên, lê hatina wan êdî bêkêr e, ew êdî navên. Ewçend wext e ez li ser vê yekê, li van tiştên têkel û tamsar difikirim. Dilê min, bêhna min û çarmedora min pê teng dibe. Devamı İçin Tık Tık

2 Yorum
Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Kêra Qoçîn

“Xortekî çardehsalî dikare çi bike? Dikare heqberê çi were? Serqiseyê em mînakê bidin û bibêjin, dikare bibe peyrevê pêz û dewêr.”


Dikare bibe suxrevan, dikare bibe destirme. Dikare biçe ber elok û mirîşkan. Dikare bibe golikvan û kavirrvan. Mîna ku we jî li jor nîşan kiriye, ew dikare bibe siwarê hespê kalikê xwe, belê, ji ber kurtbûna bejna xwe hespê bide ber zinarekî û lê siwar be û bibe siwarekî şidiyayî. Paşê mangeyê bide pêşiya xwe, ber bi deryeçayê ve bibe û bitewilîne.


Devamı İçin Tık Tık

Yorum Yap