Kategori

Resim

Kurdî, Mitoloji, Resim

Rembrandt van Rijn, Danae

(Kalikê Danae) Keyeyê Argolisê Abas, du lawê wî hebûn, ew cêwik in, navê yekî Proitos û navê yê din jî Akrisios -ku bavê Danaeyê ye- bû. Abas dewsa ku wextê ew ê bimire, erdê welêt li wan parve bike, difermîne da ku ew bi dorê li ser textê rêvebiriyê rûnin. Lê di navbera herdu birayan de rikberî tê pê ji bo derketine ser text. Hetta ev yek ewçend digihe devereke kambax ku, Proitos keça Akrisios ji rê derdixe û dixwaze bi hev re bin. Ev rikberiya dûmê dirêj dike xwîn dirije û ta ber bi welatperçebûnê jî dere, dawiya dawî biryar didin da welat bibe du beş. Akrisios dibe pardarê Argos û derdora wê.


Devamı İçin Tık Tık

9 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Resim

Carlos Schwabe, L’heure Du Faune (The Faun)

Hunermend, hestine ku di derheqê xweza, bawerî û însên de ne, bi riya hêmayê veguhestine însên. Lewma jî mîtolojî yek ji çavkaniyên herî girîng ê ku hunermend jê sûd werdigirin. Wextê ku hêza gerdûn û xwezayê bi xweda û xwedawendan rave dikin, hingê ev afirindeyên ku ji însên gelekî qat bilind in û derasayî ne, wan dixînin rengê însên, wan hem bi hêzdariyên wan hem jî bi qelsiyên wan sêwirandine. Devamı İçin Tık Tık

3 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Resim

Franz von Stuck, Hercules and the Hydra

Ressamê Alman ê sembolîst Franz von Stuck, bi resimên reş, bi temayên mîtolojî û gunehê yên ku pê resimên xwe diswêren ve binavûdeng e. Di serdema xwe de wekî “Prensê Ressaman” dihat binavkirin. Di paşperdeya tabloya yek ji tabloyên wî yên binavûdeng ê Stuck ê bi navê Hercules and the Hydra de çi veşartiye, werin em bi hev re li ser hûr bin.


Devamı İçin Tık Tık

7 Yorum
Kurdî, Resim, Sanat

Zdzislaw Beksinski

Li piştî gelekî wext merheba, ez dixwazim qala Zdzislaw Beksinskiyê balkêş e û ew kesê ku ez zêde zêde di bin tesîra berhemên wî de mame bikim. Beksinski hunermendekî Polonyayî ye. Ew bi eserên xwe yên dîstopîk ên surealîst tê naskirin. Di resimên wî, forograf û çapên wî de deverên hêwilnak ên derê dinyayê û fîgurên weha sêwirîne. “Ez dixwazim resimê mîna ku ez xewnan veguhezînim fotografê, biresimînim.” digot. Devamı İçin Tık Tık

10 Yorum