Etiket

Bibe Mêvan û Were Ba Min

Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Weke Terîqeteke Rikber Qelenderî

Li ser qelenderiyan di çavkaniyan de agahiyên spesîfîk hene. Ali Tenik, radigihîne ku ev terîqeta hanê di nava sofiyên kurdan de derketiye û weke boçûneke tesewifê ya heterodoks hatiye pejirandin. Ev terîqeta hanê ji Hindîstanê heya Rojhilat û Rojavayê Ewropayê hatiye û tesewifa îslamê belav kiriye. Kesên mîna Baba Tahirê Uryan (m. 1055), Şemsê Tebrîzî (m. 1247), Fahrûddîn Iraqî (m. 1289) bi sohbet û tesewifa îslamê bûne rêberê dilê gel û bi eşqa Xwedê ve xizmeteke pîroz kirine. Bi vî awayî ber dilê mirovan xweş û aram kirine.[1] Di vê malika jêrîn ya Baba Tahir de Tenik angaşt dike ku qelenderî kurd in û nûnerê yekemîn ê vê terîqetê Baba Tahir Uryan e: Devamı İçin Tık Tık

31 Yorum
Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî, Müzik, Sanat

Qiymîş Nabim “Dêm’a Mela” Bê Guhortin

Sala 2010’an Dengbêj Cemalê Mihê (18’yê Rêbendana 2021’an çû ber rehmetê, bi rêzdarî bibîrtînim.) got ku: “Strana Botan a navdar ‘Dar Hêjîrokê’ (Hêjîra Çiya) ji çardeh (14) cureyên hêjîran pêk tê. Li destpêka her çarînê de, navê hêjîrek li Kurdistanê heşin dibe heye. (Hêjîra çiya, hêjîra latê, hêjîra binxetê hwd.) Got Aynûr Doxanê ew stran qusandiye û bi tenê sê cureyên hêjîran gotiye. Herkes niho wê stranê wek wê dibêje û ewqas gotinên dî avê de çûn, milet jî ji bîr dikin.” Devamı İçin Tık Tık

18 Yorum
Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî, Mitoloji

Cejna Pîrebokan

31ê Cotmehê cejna Halloweenê yanî Cejna Pîrebokan e. Li rojavayê cîhanê bi awayekî baldar ev roj tê pîrozkirin. Kevneşopîya ji serdema paganîzmê mayî, tê domandin. Bi giştî zarok kostûmên tirsnak li xwe dikin, mal bi mal digerin, şekir û xercaneyê didin hev. Mîna ku dengê dilan hat guhê min: Bi xwedê ev li cem me jî hebû! Lê ya wan tenê ne ev e! Devamı İçin Tık Tık

25 Yorum
Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Hêviya Welatê Azad

Ev nivîs bi hevkariya min û Saloméyê hatiye nivîsîn.


Min Salih Kevirbirî di şeveke sar a Stembolê de, di kokteyleke danasîna kitêbeke şaîrekî Kurd ê dîasporayê de nasî. Ez dikarim bibêjim ku cara yekemîn bû, min ewçend rewşenbîr, xwendevan, hunerhez, senetkar, lîstikvan û rojnameger digel hevûdu didît. Hingê min xelateke edebiyatê wergirtibû û ez nû nû dihatim nasîn. Wê şevê wextê ez çûm wê caféyê, yekemcar nivîskarekî ez vexwandim maseya xwe. Devamı İçin Tık Tık

15 Yorum