Etiket

Mehmet Emin Cırık

Edebiyat, Kurdî

William Shakespeare

Helbestkar, şanoger, şanonûs û lîstikvanê Îngilîz ê mezin 23’yê Avrêla 1564’an, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin). Di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye. Shakespeare, tevî ku bi berhemên xwe ve mohra xwe li dîroka wêjeya mirovahiyê xistiye, zanînên me yên derbarê jiyana wî de pirr kêm in; ji belgeyên fermî yên mîna tomar û qeydiyên dêrê, dadgehê û tapoyê û pê ve û ji çend têbîniyên ku hevçaxên wî li ser wî nivîsandine û pê ve tiştekî zêde berdest nîn e. Devamı İçin Tık Tık

24 Yorum
Kurdî, Otomobîla Min

Ajotina Kamiqa Škodayê

Me berê bi hûrgilî behsa Kamiqa Şkodayê kiribû. Em ê di vira de bi taybetî li ser ajotin û performansa modele rawestin. Beriya wê em dixwazin hin têbiniyan dîsa bi bîr ve bînin. Weke hûn jî dizanin Şkoda markeyeke Çekî ye û ji sala 1895an ve ji aliye du kesan ve hatiye damezirandin ku van kesan di şîrketa malbatî ya bi navê Laurin û Klementê de xebatkar in. Hewla yekem a wan çêkirina biskilêtê ye. Anku di 1899an de cara yekem bisiklêt çêkirine û piştî 6 salan cara yekem jî otomobîl çêkirin. Devamı İçin Tık Tık

6 Yorum
Kurdî, Mitoloji

Şahmaran: Hevpariya Mîstîk

Di nav gel de marê bi serî însan e, gewdeyê wî mar e. Di farisî de bi navê “Şahê Maran” yanî “Şah-ı Maran” tê binavkirin. Ji xeynî vêya di efsaneya Ashâb-ı Kehfî de ji nav heft heban yek “Yemliha”, ku tê wateya “hikim kirin”ê, navek ji navê Şahmaran e. Di wêjeya Îranê de binyada Camasbnamê sê çîrokên di hundirê hev de ne û sê binbeşên dûberekirina van çîrokan in: Hasib Kerameddînî û Çîroka Şahmaran, Çîroka Bulukiya û Çîroka Canî an jî zimanê îbranî tê. Beramberî vêya, tê bawer kirin ku, çîroka Şah Cîhanî di çavkaniyên Hîndistanê û Îranê de hene (Mant, 1998: 62-3).


Devamı İçin Tık Tık

36 Yorum
Kurdî, Mitoloji

Taybetmendiyên Mîtosan

Çand û huner geşedana xwe di nav demê de bi şkestin û guherînên cihê cihê pêk anîne û bi demê re wateyên nû wergirtine. Bi van wateyan kevneşopiyek pêk hatiye. Cûreyên mîna çîrçîrok, çîrokên gel, mîtos û efsane ji bo çanda gelêrî girîng in. Di halêhazir de ji bo hunerê çavakaniyên bihêz in. Berhemên cûreyên hunerê ji derfetên kevneşopiyê sûd wergirtine û di navbera pêşeroj û paşerojê de pirek ava kirine. Çanda gel, di dema me de ji bo gelek cûreyên hunerê bûye îlham û da ku ji bo dahatûyê jî çîrûskên geş di xwe de bihewînin. Devamı İçin Tık Tık

15 Yorum
Genel, Kurdî, Röportaj, Tarih

Hemed Hekîm

Bandora dêr an mizgefta Hemed Hekîm an jî li gorî binavkirina Suryaniyan Mor Osyo û ziyaretgeha wî li ser mirovên Mansûriyê

 

Ziyaretgeh di dîroka çanda kurdan ya rojane de cihekî girîng werdigirin. Beriya îslamiyetê heta roja me ya niha; dîn, baweriyên ecêb, xurafe, rîtuel…hwd. rola xwe li ser însanan çê kirine. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ev tiştên hanê, weku me li jor rêz kirin, pirtir in. Ev saîk xwe hertim bi derûniya civakê re girêdane û girîngiya xwe parastine.  Devamı İçin Tık Tık

26 Yorum