Kurdî, Otomobîla Min

Tesla Model 3

Piştî demeke dûvdirêj em dîsa li pêşberî we ne. Di serî de em lêborîna xwe ji hezkiriyên xwe dixwazin. Ji ber erdhej û çend tiştên din ên dinyayî me navdar dabûyê. Ji ber hindê em dubare lêborîna xwe ji hezkiriyên Otomobîla Min dixwazin.



Ji ber sedemên jorîn me got em ê bi modeleke luks û teknolojik silavên bidine temaşevanên xwe ango em ê dilê hezkiriyên xwe wilo vekin. Modela me, wek ku me li jorê gotiye Tesla Model 3’ye. Weke ku hûn jî dizanin Tesla ji bo makyajkirinê, ji bo piyaseyê gelek  dereng ma. Çimkî mişterî ji bo dengê otomobîlê gelek aciz bûn. Denge bayî û di rêyê de dengê tekerlekê gelekî zêde dihat, ji ber hindê bi dengmetre re nêrîn ku heta 70 kîlometreyê re 77 desîbel deng derexist. Ev gelek e. Tesla guh da mişteriyên xwe û modîfiyeke mezin çê kir, dengê otomobîlê %30 hendiktir kir, nikarim bejim gelek e, bes ferqeke mezin e. Materyalinin nû bikaranîn, sîstema aerodynamics (zanista hevsengiya dengê bayî) nû kirin, bi wê re deng hendiktir bû.



1- Ji xwe Tesla her tim ji bo nûjenkirin re amade ye. Ser vê modelê ji %50 dizaynê wê guhertin û nû kirin. Ji bo suspansiyonê gavên nû danîn, qilik(surgu) ya wê guhartin. Gewdayêk nû danîn, ew gewde sekna otomobîlê ji piçek guhart. Sîstema vantilator û hewa nû kirin. Bluetooth sîstema xwe jî guhertin. Mînak: tu dikarî gerhinê xwe bi bluetootheê re bastir biki.Wifi sistema xwe cetirtir kirin de tu bikari ji otomobila xwe ji dur bi ji tekiliya xwe otomobîlê çê bikî. Tu li malê xwe yê dixwazî germê vekî hêj tu neçûyî otomobîla xwe, tu dikarî bi aplikasyonê telefona xwe vekî û otomobîla xwe germ bikî. Tu dereke din î, otomobîla te ji te dû re, mesele. tu li malê  dikarî gazî otomobîlê bikî bi Sammonê re.



2- Tişta herî giring ji bo otomobîlên bi ceyran şarj e. Tu hewce yî şarzeke gelekî baş bî da ku tu wextê xwe bi şarzê re gelek nexwî. Dema tu celebê modela 3’yê hilbijêrî, tu vê pirsiyarê ji xwe re bikî, tu rêjeya di rojê de çend saetê otomobîlê bi kar bînî. Heger tu rojê 1-2 saetên zedetir otomobîlê  bi kar bînî pêwîst e tu şarjeke baş peyda bikî. Heger tu xwediyê garajekê bî, tu dikarî şarjê konektorê dîwarê bînî û ez peşnîyarê markaya priza Nema 14-50  dikim. Şarjê konektorê dîwarê di saatekê de 70 km re mişt dike, dema nivistinê şarj bike, sibê ji te re amade ya. Rêya din ji tu dikarî konektorê mobîlê bînî. ew jî di saetê de 4 km dagerî yanî tu şev dagirt tu di rojê de tenê dora 50 km re dikarî biçî, adaptora wê jî bikirî, tu 10 km zêdetir bikî, lê dîsa hendik e, ji bo we konektorê dîwarê herî heskotirî û wexta te re baştir e, heger ji te bet.


Ji bilî wê tesla tijî îstasyonên şarjê ji  te re peyda dike, tu dikarî biçî îstasyonê bi Supercharger re her 15 dk ye 320 km dagirî, gelekî heşko ye, şarja standartê ji di saetê de 70 km didagire. Ji bilî wê taybetîya herî balkêş e  ew e ku ji derî vekirina cihê şarjê re dugme heye.


3- Pisyarek herî muhim jî, kîjan cûreya Modela 3’ê tu bînî. li wê bihezire çi ji te re gelek giring e, sûrat, performans yan ekonomîk be. Hûn jî dizanin heger hûn naxwazin otomobîlê wexta hawa gelek bixwe , di hûn peşî de yekî bijêrin bilo bi şarj re gelek mijûl neke. Ji bo wê tu bizanî kîjan çeşîdî modela 3’ê bijêrî. Yo di modela 3’ê de herî erzan ya standart e, 429 km menzîlî diçe, heger tu nexazî şarjê re mijûl bibî û ekî ji bo rêya dûr bixwazî Model 3 long range’ê gelek baş e, 537 km ye, heger tu hêj sûratê bikî Model 3 Performans gora te ye, 506 km ye, nêzî  271 to 455 belgîr (horsepowera) wê heye.



4- De werin ez du-se heb peşniyaran bikim ji bo yên hûn dixwazen Tesla bikirin:


Yek: self-driving capability nekire, şûna kirînê kira bike. Ciya ew, sîstemekê ye de ku otomobîl bi xwe şerîtan biguhere û bi xwe biçe. Tu go tu  bikirî , emrê wê sîstema eger tu otomobîla xwe fireht xilas dibe, heger te got te kîre bikî ew sîstem te her tim bi te re be. Ji xwe vî sîstemê tenê ji bo ew însanên her tim di rûyen dûr de diçe baş e.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Chery Tiggo 8 Pro

Ya du: Paldankên spî nekire. Her çend ji dîtin re xweş jî be, gelekî zû şîlokê dibe û zû nayê paqijkirin.


Ya sê: Hêj tu nekirî biva expertê, kontrolê vî bike. Hejêkirinê Tesla gelek carê problemin di otomobîlin nû de dibînin. Te go’ te otomobîla xwe bijart teqez boya jî bigire heta paldankên vî kontrolê bike li experteê. Tesla te teqez ji te re tamir kit  pêşîya kirînê, tu dûv ra bihesî tistekî kûm e, çê dibe tu direng bimênî.


5- Di pêşî de pisyarêk herî mezin tu ji xwe re bikî de tu dikarî Tesla bikirî? Çimkî tu ji kirînê Tesla re ji masrafê xilas nabî, şarjê wî re di garajê te de hebe, tekerlekin a Tesla ne baş in, te biguherî, bi taybetî ji zivistanê re qer nayê. Mehfûrîn Tesla piştê şeş mehê ji cihî xwe diqaleqe û materyalên vî ne baş e, teqez te hewceyî biguherî. Her du-se salan tu bataryayê şarjê xwe biguherî, bi taybetî hegî tu derêk zivistanê vî dijwar bi te zûtir guharî, çimkî emrî bataryayê %30-40 dixwe.