Kurdî, Sanat

Cihêwaziya Di Navbera Art Nouveau û Art Deco De Çi Ye?

Heke peywendiya Art Nouveau bi qewzekiyê hebe, meriv divê ji bo Art Decoyê re jî bibêje ew bi qîraçê pewyende ye. Ev yek riyeke jihevûducihêkirina hêsan a ─lê ya rast─ Art Nouveau ya ji Art Decoyê ye. Ev herdu rêbaz hem kronolojîk hem jî aliyê şêweyê ve ji hevûdu cihêbûyinê bi me dide nîşandayin.


Art Nouveau


Di destpêka dîrokê de, bi destpêkirina serpêhatiya fonksiyonî ya saziyê ve têgihîştin ku, însan ê desthilatdariyê li amûrê bike, hingê hêjahiya estetîkî hilberand. Di sedsala 19. de bi tesîra pêşketinên mezin ên ku li roavayê dinyayê pêk hatin, bandoreke mezin li ser riyên amûr û pêkhateyan, li ser aliyê berbiçav yên teknolojîk ên makîneyê, bûye sedemê avabûyina sêwirên wan. Li dijberê vê têgihê William Morris di sala 1880an de wekî bêkêrbûna hilbirîna serî, hereketa Arts & Crafts dide destpêkirin. Morris, makîne û karên ku makîne pêk tîne, ya ku hew makîne dikare pêk bîne red dike. Parastina hunera ew têkberên rojane yên ku tên bi kar anîn û bi destên karkeran tên avakirin, dike. Ev rêbaz, di sala 1900î de, di Pêşangeha Gerdûnî ya Parisê de, çirûskên nûvedayî yên Art Nouveau yên ku mabesta wê ji bo hûnereke nû biafirîne bûn. Lê li pey karûbarên teknolojîk ma û rêbazeke temenkin bû.


Louis Sullivan – Guaranty Building, Buffalo, New York


Art Nouveau stîleke ku ew di qadên dekoratîf ên wekî mîmarî, navsêwir, micewherat û îllustrasyonê de tên bikaranîn e. Perçeyên Art Nouveau tu bixwazî di hunerê de yan na tu bixwazî di sêwirê de yan jî di mîmariyê de be, bi temamî li ser xêzikan hatiye pê. Ev stîla ha ya ku li ser Arts & Crafts û Aesthetics hatiye pê û bi pêş ve çûye, çav û kaniya besta wê xweza ye. Ev stîla ha ya ku ji salên 1800î heya salên 1900î populer bû, li ser bedewiya rasteqîn a kulîlk û dargerîn yan jî li ser heyinên stîlîzebûyî yên xwezayê bîne pêşçav radiweste. Yektabûna objeyên bidestçêkirî û orjînalbûna formên organîk, ejdiya, balinde, zeleqûnk, destiyên kulîlkan û bişkûvên wan, çilopeyên mêwê, perwazên kêzikê û ew objeyên hessas yên xwezayî û xêzên fetlonek tên bikaranîn. Yek ji navên herî girîng ên serdema Art Nouveauyê Alphonse Mucha ye. (Ez dixwazim di gotareke din de bi berfirehî behsa wî bikim.)


Alphonse Mucha


Gustav Klimt, Judith and the Head of Holofernes


Yek ji temsîlkarê resima Art Nouveauyê Gustav Klimt e. Klimtê ku bala xwe daye ser bihevvebûna rûzemînê û sembolîzmê, bi berhemên xwe hûrgilî û hezkirin nîş dikir. Baweriya wî ya evîna xemlê û wekheviya hunera dekoratîfê, bi têkilhevkirina desen (pelê zêr) û sembolîzmê herkes mehtê ma. Ev bihûrîna rastî û razberiyê, mîrata girîngiyeke xebatên Klimt  û her weha taybetmendiyeke girîng a resimên Art Nouveau ye.


Antoni Gaudi, La Sagrada Familia


Ji hêla mîmariya Art Nouveau ve em dikarin Antoni Gaudi mînak bidin. Gaudi, di xebat û projeyên xwe de cih dida dar, per û hetta îskeletê însên. Di heman katê de, Victor Hortayê Belçîkayî xebata ku ji bo Hotel Tasselê çêkiriye, dikare wekî nimûneyeke Art Nouveauya dekoratîf a avahî ya pêşîn a hunera mîmarî ya ku veguherinadiye tê pejirandin.


Victor Horta, Hotel Tassel


Art Deco


Art Deco cara pêşîn, bi pêşangeha (Pêşangeha Hunerî ya Navneteweyî ya Hemdem ya Endustriyel û Dekoratîf) Exposition Internationale des Arts Décoratifs et Industriels Modernesê, di sala 1925an de li Parisê hatiye nasandin. Paşê, li temamê dinyayê ─nexasim li Amerikayê─ pir rewacdar bûye, her weha ew bûye rêbazeke global a dekoratîf. Art Deco xwedanazweriyeke xurt a sîmetrî, qoziyên şêt, rewneqdar û dijreng, amûrên egzotîk, xwepêşandin û motîfên zîqzaqê ye.  Art Nouveau dewsa şêweya Rokoko ya xwar; rêbazên bi formên qoziyên ku geometriyên hişk tîne pê; kubîzm, purîzm û futurîzm pejirandiye. Dewsa keda destan, bi rastî jî hilberînên ku bingeha wan ji sanayiyê pêk tê dikarîbû bibûya rêbazeke nû. Motîfên wê yên bi fetl û çiv, bircên ku banên wan mîna zîguratan bi nêrdewan in û heyamên kevnare tînin bîra meriv. Loma bûye tradîsyoneke ku di navbera dewrên qedîm û îro de diçe û tê. Yanî hem kevn hem jî nû ye.


Art Deco, wekî felsefî û estetekî, yekcar bi berfirehî ji fenomenê çandî yê stîl û nûjeniya Art Nouveau re bersivek e. Tesîra modaya Art Nouveau di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de wenda bû. Ji lew re gelek rexnegir, hest pê kirin ku ev şêwe hûrgûliyên bi kite, sêwirên hessas, bi gelemper amûrên biha û dijwariya rê û rêbazên hilberînê ne li gor dinyaya ku her roj hê zêde mekanîzeya nûjeniyê dibe ye. Tevgera Art Nouveauyê stîlên formên xwe û têkilheviyê ji xwezayê werdigire, ked û dilpakiyê bi asîman digihîne. Lê Art Deco li ser estetîk, serdema makîneyê aerodinamik û geometriya zarîf rawestiya.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Zweig'ın Frued'u Son Ziyareti ve Dali

Ji salên 1960î û vir ve dîsa pêwendî bi Art Decoyê hatiye kirin. Art Deco di sedsala 21. de bû çavkaniya bestê ya qadên wekî hunera dokratîf, moda û micewheratê. Art Deco, li dijî têgiha Art Nouevea ya ku ji formên organîk û temayên bi kulîlk, di destpêka sedsala 20. de ruhê endstriyeliyê kiriye şênber. Art Deco, li ser xêzên qehîm ên tîkane, dirfên tewandî, şekilên rast hûr bûye.


Tamara de Lempicka, Self Portrait in the Green Bugatti


Tamara de Lempicka jî hema çi bigire yek ji hunermenda Art Deco ya ku herî pir tê nasîn û tê hezkirin e. Tamara de Lempicka îlhama xwe ji hereketa resimê ya navdar a wê serdemê Kubîzmê werdigire. Wê tevgereke ji îfadeya kubîst hê bêtir zarîf û paqijtir anî pê. Taybetmendiyên berbiçav ên Art Deco yên xurt ku rengên birq û stîlên bi guç bûn, bi kar anî.


Tamara de Lempicka, Maternity


Romain de Tirtoff ê wekî bi navê Erté dihat naskirin, yek ji çêkirên Art Decoyê yê herî naskirî bû. Di qadên wekî îustrasyonên modayê, dekora navxweyî, çêkirina micewherî û peykersaziyê de gelekî berhem anîn pê. Hetta wî bi xwe, kostumên yek ji fîlmên herî navdar ê Ben-Hur çêkiribû.


Erté, Symphony in Black


https://www.theartstory.org/movement/art-deco/

https://www.britannica.com/art/Art-Deco