Kurdî, Otomobîla Min

Toyota Corolla Cross Hybrid (Passion X-Pack)

Ev model ji 2023an hate Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku Corolla ya Toyotayê pir zêde hate firotin, Toyota xwest ji vê rekorê sûdê wergire. Yanî ji berk u di cîhanê de herî zêde ev model hate firotin Toyota bi heman navî modeleke xwe ya SUV hilberand. Lê helbet, ev polîtîka zêde rewac nedît. Ji ber ku êdî her marke modelên xwe yên luks derdixe piyaseyê. Anku normal Corolla ya texsî jî nema hewqasî tête firotin. Ev model bi taybetiya xwe ya hîbrîtê tête nasîn. Hîbrîta vê modelê ne wek a Volkswagenê wan e.


Dema me Octaviya ya Şkodayê dabû nasîn, me gotibû ev model dema ku tu lingên xwe ji ser xazê vedikişîne bi xêra enerjiya tekelikan barê motorê hinekî kêm dibe ango veter enerjî çê dibe. Lê ya vêya ne wilo ye. ev heya 80ê kîlometreyî motor naxebite, hîbrît benzînê dike enerjî. Jixwe di vîdeoyê de jî xuya dike, wexta em motorê dixebitînin, meriv dibêje qey motor nexebitiye. Yanî qet deng nîn e. Helbet, ev taybetî di ardûyê de xwe nîşan dide. Ji bo agahiyên din ji kerema xwe li vîdeoyê seyr bikin.


Nêrîna Giştî ya Teknîkî

Cûre SUV/ segmenta C’yê/ Otomobîla Erdî
Qase / hejmara deriyan SUV / 5 derî
Cûreya motorê Benzîn / 4 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem) 2023, hilberîna wê didome
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 5.1 lt
Hêza motorê 140 hp
Şanziman CVT / 7 Fitêz / pêşkêş
Lezgînî 0-100 km/saet 10.0 sn
Lezgîniya herî bilind 170 km/saet

Motor û Performans

Cureya motorê Benzîn / 4 sîlîndîr
Mêjera motorê 1798 cc
Hêza herî bilind 140 hp (103 kw) / rpm
Torka herî bilind 275 Nm 2000
Lezgînî 0-100 km/saet 10.0 sn
Leza herî bilind 170 km/saet

Rahend

Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4460 mm
Firehî 1825 mm
Bilindahî 1620 mm
Giranî 1490 kg
 
Baxac 403 lt
Pîvana lastîkan 225/50 R18

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Daristana Aristotales a Pîroz û Perîpatetîk