Volvo S90
15 Şubat 2024
/ 1 Yorum
Ev model cara yekem di sala 2016an de hate danasîn. Berê li dewsa wê S80 dihate firotin. S80 hate rawestandin û ev model hate hilberandin. Herwiha ev model li ser polatforma SPA’ê tê çêkirin. Reqêbên wê Rêze-E ya Mersedesê û A6 ya Audiyê ye. Ev modeleke Premium e. Ango modeleke pir zexm e.
Wek ku hûn dizanin, Volvo markeyeke Swêdî ye û li wira ji ber ku hema hema sal duwazdeh meh berf û qeşa ye hema otomobîl dişemitin û xêz dibin. Ji ber wilo zerareke mezin dide xwediyê otomobîlan. Îcar Volvo radibe dibêje ez ê otomobîlên wilo çê bikim ku çaxa bişemitin zerarê nebînin. Ji wê çaxê ve Volvo di piyaseya cîhanê de otomobîlên herî saxlem çê dike.
Nêrîna Giştî ya Teknîkî
| Cûre | Sedan/segmenta E’yê |
| Qase / hejmara deriyan | Sedan / 4 derî |
| Cûreya motorê | Dîzel / 4 sîlîndîr |
| Hilberîna salê (yekem) | 2023, hilberîna wê didome |
| Ardû (nav bajar / derveyê bajar) | 5,7-4.3 lt |
| Hêza motorê | 235 hp |
| Şanziman | Geartronic/ 4 Fitêz / çartekero |
| Lezgînî 0-100 km/saet | 7 sn |
| Lezgîniya herî bilind | 205 km/saet |
Motor û Performans
| Cureya motorê | Dîzel / 4 sîlîndîr |
| Mêjera motorê | 1969 cc |
| Hêza herî bilind | 235 hp (173 kw) / 4.000 rpm |
| Torka herî bilind | 480 Nm 1750 rpm |
| Lezgînî 0-100 km/saet | 7 sn |
| Leza herî bilind | 230 km/saet |
Rahend
| Hejmara paldankan | 5 paldank |
| Dirêjahî | 4967 mm |
| Firehî | 1879 mm |
| Bilindahî | 1927 mm |
| Giranî | 1927 kg |
| Baxac | 500 lt |
| Pîvana lastîkan | 245/45 R18 |











Seet xweş mamoste. We pîroz dikim 🙏💐💐