Kurdî, Otomobîla Min

Škoda Kodiaq Sportline

Ev model cara yekem di sala 2017an de hate hilberandin. Ev model yekem SUV’a Şkodayê ye. Herwiha ev model weke SUV a D’ê derbas dibe. Jê biçûktir Karoq, ji Karoqê biçûktir jî Kamiq cih werdigire. Ji 2017an ve di nava SUV’ên Şkodayê ya  herî zêde di rewacê de ye. Ez bi xwe pir jê hez dikim. Ev model jî par hate nûjenkirin. Gelek tişt tê de nehatin guhertin, lê, helbet, hin tişt hatin guhertin.


Heger meriv mînakekê bide, motora wê ya ACT weke nifşa 3’yem xurttir bûye anku gelekî hate pêşxistin ku pirsgirêkên xwe yên teknîkî safî kirin. Ji bo agahiyên zêdetir hûn dikarin ji vîdeoyê fêr bibin.


Nêrîna Giştî ya Teknîkî

Cûre SUV/ Otomobîla Erdî/segmenta D’yê
Qase / hejmara deriyan SUV / 5 derî
Cûreya motorê Benzîn / 4 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem) 2023, hilberîna wê diqede
Ardû (nav bajar / derveyê bajar) 6,9-7.3 lt
Hêza motorê 150 hp
Şanziman DSG/ 7 Fitêz / pêşkêş
Lezgînî 0-100 km/saet 9.7 sn
Lezgîniya herî bilind 205 km/saet

Motor û Performans

Cureya motorê Benzîn / 4 sîlîndîr
Mêjera motorê 1498 cc
Hêza herî bilind 150 hp (110 kw) / 5.000 rpm
Torka herî bilind 250 Nm 1500 rpm
Lezgînî 0-100 km/saet 9.7 sn
Leza herî bilind 205 km/saet

Rahend

Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4697 mm
Firehî 1882 mm
Bilindahî 1681 mm
Giranî 1602 kg
 
Baxac 535 lt
Pîvana lastîkan 235/50 R20

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hevokên Kurdî-Îngilizî yên Rojane