Kurdî, Otomobîla Min

Renault Megane 4 (1.3 TCe)

Ev model cara yekem di sala 2014an de hate piyaseya Bakurê Kurdistanê. Berê bi motorên mîna 1.6, 1.3 yên TCe benzîn û dîzelê dihatin firotin. Dûre Renault li ser 1.5 ya dîzelan rawestiya. Herî dawî 1.0 û niha 1.3 TCe bi kar anî. Herwiha ev motor ji aliyê Nissan û Mercedesê jî tê bi kar anîn. Di modelên wek Qashqai ya Nissanê û Rêze-A ya Mercedesê hate bikaranîn.


Herwiha ev model ji aliyê kurdên Bakurê Kurdistanê ve zehf hate hezkirin. Çawa qedir dabin Passatê ya Volkswagenê dane Megane 4’ê jî. Anku ji ber ku berê modeleke pir guncav bû, parçeyên wê bi hêsanî payda dibûn, kêm dixwar, hwd. Lê niha pêvajo hate guhertin. Lewra êdî bi ardûya benzînê ve li pêşberî me ne ji ber wilo zêde dixwin, ji xeynî vê, her çiqas pêydakirina parçeyên wê hêsan be jî, alternatîv ango modelên gelek ciwan derketine ku ev model êdî qet bala mişteriyan nakişîne.



Nêrîna Giştî ya Teknîkî

Cûre segmenta C’yê
Qase / hejmara deriyan Sedan / 4 derî
Cûreya motorê Benzîn / 4 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem) 2023, hilberîna wê diqede
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 7,8-6 lt
Hêza motorê 140 hp
Şanziman EDC/ 7 Fitêz / pêşkêş
Lezgînî 0-100 km/saet 9.8 sn
Lezgîniya herî bilind 205 km/saet

Motor û Performans

Cureya motorê Benzîn / 4 sîlîndîr
Mêjera motorê 1332 cc
Hêza herî bilind 140 hp (103 kw) / rpm
Torka herî bilind 240 Nm 1600 rpm
Lezgînî 0-100 km/saet 9.8 sn
Leza herî bilind 205 km/saet

Rahend

Hejmara paldankan 4 paldank
Dirêjahî 4632 mm
Firehî 1814 mm
Bilindahî 1443 mm
Giranî 1322 kg
 
Baxac 503 lt
Pîvana lastîkan 205/55 R16

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  The Sacrifice of Iphigenia (Qurbankirina Iphigenia), François Perrier