Kurdî, Mitoloji, Resim

The Sacrifice of Iphigenia (Qurbankirina Iphigenia), François Perrier

Iphigenia; Di Mîtolojiya kevnare ya Yewnanî de, keça Keye Agamemnon û Keybanû Clytemnestra  (Klytaimestra) ye. Li gor efsaneyê ji bo dagirkirina Truvayê, Agamemnon bi keştiyên baxêlî bi rê dikeve. Wextê ku nêzîkahî ku derdora Aulis dike, yekcar ba radiweste û keştî bêliv dimînin û nikarin tevbigerin.


Li gor gotinên tên kirin, Xwedawend tev naxwazin ku Agamemnon bibe pêşengê giştî yê artêşê. Ji ber ku rojekê, Agamemnon derdikeve nêçîrê hingê xezala pîroz a Artemis bêhemdî dikuje. Agamemnon bi Kahkhasê Kahîn re dişêwire. Kahkhas radigihîne û dibêje heke gotinên ha rast bin hingê çi destê min were ez dê bikim. Kahkhasê Kahîn hest bi kehanetekê dike; Agamemnon, tiştê herî zêde yê ku Artemis jê hez dike, ji dest wî girtiye. Xwedawend jî li hember vê yekê tiştê ku keye pir jê hez dike arezû dike û jê dixwaze: Keça wî. Heke keça xwe ya delal İphigeniayê ji bo Artemis qurban bike, hingê dê ba rabe û xêlî bi bayê werin dagirtin û her weha keştî dê bi rê kevin.


Anselm Feuerbach, Iphigenie


Agamemnon hûr û kûr li ser vê yekê dihizire. Dagirkirina Truvayê êdî bûye mijara man û nemanê. Lê helbet qurbankirina keçekê jî ji bo bavekî ne karekî hewçend hêsan e. Dawiya dawîn, xebatparêzî vê yekê têk dibe û biryara qurbankirina keça xwe dide. Agamemnon ji jina xwe re “Min ji İphigeniayê re mêrekî çê dît, ez ê wê bizewicînim.” welê dibêje. Keça xwe digire cem xwe û wê dibe perestgehê. İphigenia hest pê dike da ew ê bizewice, bivirê celad bi ser stûyê wê de dikeve û serî ji laşê vediqete û li bin guhê erdê dikeve.


Piştî ku İphigenia tê qurbankirin hingê rengê heyamê diguhere. Keştî ji Aulis vediqetin û Truva tê dagirkirin. Wextê ku Agamemnon bi awayekî serfiraz vedigere welatê xwe, hingê jina wî ji bo tolhildana keça xwe li hêviya bavê keçkuj e. Klytemnestra pismamê Agamemnon, Aegisthus ji rê derxistiye û ew xapandiye. Rojekê Agamemnon bi jineke dîtir vedigere qesrê, Klytemnestra êdî tê dawiya çîrokê. Li pey vegera Keye şevekê bi şûn de, Klytemnestra û Aegisthus hevkariyê dikin û bi lêdana kêran Agamemnon dikuje. Klytemnestra tola keça xwe hilaniye û mêre xwe kuştiye. Ev keresat welê bi dawî nabe. Birayê İphigenia Orestes jî ji bo tolhildana bavê xwe diya xwe dikuje.



Li gor rîwayetekê jî, Artemis, beriya kêliya ku İphigenia bikuje bêyî nîşanê tu kesî bide, dewsa İphigeniayê xezalekê dide qurbankirin. Paşê jî wê dike Rahîbeya perestgeha Artemisê û wê efû dike. Tabloya bi navê The Sacrifice of Iphigenia ya François Perrier ji me re qala vê serbûriyê dike. Em li asîman, tevî xezalekê Artemisê dibînin. Ev yek dikare bi du awayî were şîrovekirin. Ya pêşîn ew e ku, têkilîdanîna Xezal a bi Xwedawend re ye, yek ji ajala herî nêzîk e, ji ber sembolîzmê di vê kompozisyonê de cih digire. Şîroveyeke din, xwe dispêre versiyonên dîtir ên mîtê. Li vir Artemis, İphigeniayê beriya keliya ku qurban bike wê rizgar dike û di dewsa wê de xezalekê diyarî Agamemnon dike. Em di vir de Agamemnon bi tevî taca zêrîn dibînin ku ew qurbangehê bi tiliya xwe nîşan dide.



Li ser çokên wî jineke duakar a ku ji bo Xwedawend dua dike heye, ev jin diya İphigeniayê, Clytemnestra ye. Di navberên hewran de rûyên ba pif dikin ên  wê çaxa ku İphigenia dibe qurban, tên xuyakirin. Di navberên hewran de li gel rûyê ku wê çaxa İphigenia tê qurbankirin, ji bilî vê, şahîrê Yewnana Kevnare, Euripides, şahîrê Fransî Racine, şahîrê Alemanî Goethe, wan her yekî, li ser navê İphigeniayê trajediyek nivîsandiye. Bestekarê Aleman ê navdar Gluck jî ev efsane veguhestiye operayê.


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Weke Terîqeteke Rikber Qelenderî