Kurdî, Mitoloji, Resim

Franz von Stuck, Hercules and the Hydra

Ressamê Alman ê sembolîst Franz von Stuck, bi resimên reş, bi temayên mîtolojî û gunehê yên ku pê resimên xwe diswêren ve binavûdeng e. Di serdema xwe de wekî “Prensê Ressaman” dihat binavkirin. Di paşperdeya tabloya yek ji tabloyên wî yên binavûdeng ê Stuck ê bi navê Hercules and the Hydra de çi veşartiye, werin em bi hev re li ser hûr bin.


Heraya Xwedawend, dixwaze, lawê ku ji têkiliya Zeus û Alcmeneya ne nemir e bûye, Herkul (Hercules) bikuje.  Gelekî caran vê yekê bi cih tîne lê nikare bibe serî û serkeftina wê pêk nayê, ji ber ku Herkul gelekî hêzdar e. Lewma jî Hera, ji bo ku bi Herkul re şer bike, Hydraya tirsdêr digihîne.



Hydra, di mîtolojiya Yewnanî de, yek ji afirîdeyeke pirserî ye. Bawerî pê tînin ku, ew li Morayê dijî. Zaroka Typhon û Ekhidnayê ye, xweha Khimera û Kerberos e. Peywira wê, li lîma Lernayê ya Morayê, ji deriyê ku di navbera mirin û mayinê de ye re pasevaniyê bike. Bêhn û xwîna Hydrayê bi awayekî pir xurt jehrîn e û wê çaxa ku serê wê tê jêkirin, di dewsa seriyekî de du serî nûvedidin.


Hercules fighting Hydra, Francois Joseph Bosio


Keyê Tirynsê Eurysthesus ji Herakles (Hercules) yanî Herkul daxwaziya 12 lehengiyê dike û ew bi rê dikeve. Peywira duwemîn a Herkul, kuştina Hydrayê ye. Herkul, diçe cihê nîvlîmî yê ku Hydra lê dijî. Ji bo ku ji bêhna jehrîn a ku zindiyan pê dikuje xwe biparêze, rû û rûçikê xwe bi rûpoşekê dipûşîne. Lê her carê ku bi şûrê xwe seriyekî Hydrayê jêdike, di dewsê de du serî nûvedidin. Herkul têdigihîje da ku ew divê riyeke dîtir ji vê yekê re bibîne.



Li gor mîtolojiya Yewnanî, ji bo çareya vê yekê, Athena bi alîkariya Herkul tê. Athena difikire û têdigihîje, ji bo ku di dewsa serê jêbûyî de serî venedin, divê ew cih bi ar werin sotandin. Pêtalekê pêdixe û dide Herkul. Herkul bi vê riyê û bi alîkariya xwarziyê xwe Iolaus Hydrayê dikuje. Piştî Hydrayê dikuje, seriyekî wê werdigire, digire nik xwe û jehra wê di serê tîrên xwe dide da ku ew peywirên xwe yên mayî bi cih bîne ji wir vediqete û diçe. Sedemê mirina wî jî dê ji vê jehrê be.


 

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Gula Sor a Biçûka Malbata Škoda - Škoda Kamiq