Kurdî, Resim, Sanat

Man at the Crossroads / Man Controller of the Universe (Zelamê li Duryanê / Mirovê Venihêrê Gerdunê)

Wênesazê Meksîkî Diego Rivera, dehayekî ewqas jêhatî ye ku hem fikr û ramanên xwe yên komunîst raçandine resmên xwe, hem jî kariye sudeke bêpayan ji kapîtalîzmê werbigre. Mirovekî ewqas belakir e ku malbata wî jî jê re gotiye “Ew şeytanê berçav ê li ser rûyê erdê ye.”


Diego Rivera, bi şêwaza xwe ya serhildêr (protest) balê dikşîne ser xwe û hûnermendekî, hûnera xwe û hestên xwe yên şoreşgerî pêk ve honandiye û gihandine hev. Ji bilî serhildêriya pîr û pergala wî ya polîtîk; em wî, bi têkiliyên wî û bi evîna wî ya sansasyonel a navdar a bi Frîda Kahloyê re jiyayî  ya dîroka hûnerî de cih girtî nas dikin. Rivera, vejîna hûnera freskî li YDA û Latîn Amerîkayê pêk anî û keda wî gelek di bikaranîna freskî ya hûnera modern û mîmarîyê de heye.



Rivera, ji ber berhemên xwe yên pirsgirekên polên xebatkaran vedikole, bu îlhama projeya serokê YDA’yê D. Roosevelt ya bi navê WPA (Work Progress Administration) ya ku di dema Qeyrana Mezin de bi saya dewletê ji karkerên bêwesf re karan payda dike. Ew, ji ber ku hem endamê Partiya Komûnîst a Meksîkayê bû hem jî di heman demê de têkiliyên wî bi dewletê re xurt bû hat rexnekirin. Ji ber ku ji bikirên xwe yên dewlemend re tablo çêdikirin; bu sedema niqaş û devjeniyan. Taliyê ji partiyê (PKM) hat avêtin.


Di salên 1920 û 1930’an de D. Rivera, dûvrêzeya hinek tabloyên sereke yên dewra mûralîzmê li Meksîka û li dinê ava bike çêkirin. Li Meksîkayê şoreşa hûnerî pêk anî û bi berhemên xwe civaka dinê vehêjand; deng veda. Hinek berhemên wî, ji rexneyên sîyasî bigre heta dadmendiya civakî, gelek tuwancên (îma) yên demê wek metafor dihebînin. Wêneyê dîwarî yê bi bavê “Man at the Crossroads (Zelamê li Duryanê)” yek ji wan berheman e.


Dema ku li Newyorkê dijiya, John D. Rockefeller Jr., ji wî xwest ku li ser lobiya mezin a balexaneya nû hatî avakirina bi navê “30 Rockefeller Plaza”yê freskekê çêbike. Malbata kapîtalîst a ku bi dewlemediya xwe navûdeng, ew kompozîsyona Rivera, wek hizreke bi hurgilî ji wan re vegotî û “sosyalîzm û kapîtalîzmê bike di yek xebatê de” pejirandin; ew xebat “Zelamê li Duryanê (Man at the Crossroads) bû. Rivera, freskek bêhempa neqişand. Lêbelê di serî de malbata Rockefeller û kapîtalîstên din gelek aciz bûn; tablo bu sedema niqaş, rexneyan û xirucirê. Gelo çira?


Bixêra tabloya niqaşdar a yek ji berhemên Rivera ya herî binavûdeng, ew tablo arîkariya şohreta wî dike. Ew tabloya ku bi navê “Zelamê li Duryanê” ( Paşê nav guhert û navê wê kir “Mirovê Venihêrê Gerdunê”) gelek xirucurên mezin û niqaş li gel xwe anîn. Di nav wan bi sedan karakteran de “Lenin” bû sedema niqaşa herî mezin.


Çapemeniya Amerikayê ev yek wekî propogandayeke antî-kapîtalîst pejirand. Di manşetên gazeteyan de hat pêşkêşkirin ku Rivera dest bi çalakiyên komunîstiyê kiriye. Malbata dewlemend jî bi destekbûna propagandaya komunîstiyê hat tawanbarkirin. Malbata Rockefeller, ji Rivera xwest da ku ew Lenin ji tabloyê derxîne. Rivera ev yek li wan vegerand û hewceyê guherîna tabloyê navê, dewsa ku ew vê yekê bike da zanîn ku ew ê tabloyê yekcar bişehitîne. Lê dewsa vê yekê lihevhatinek pêşkêş kir; wî dê lehengekî navdar ê Amerikayê û serok Abraham Lincoln ê li ser tabloyê bar bikira. Ev fikir ji hêla Nelson Rockefeller ve nehat qebûlkirin.



Rivera, li ber xwe da ji bo ku Lenin ji tabloyê dernexe, hingê malbata Rockefeller heqê wî dayiyê û ew ji malê da bidûrxistin, paşê freska ku bi navê “Man at the Crossroads” bû, anîn xwarê û ew bi temamî ji holê rakirin. Baş e ku asîstanekî Diego fotografê freskê girtibû. Lihevnekirina Rockefelleran û Rivera, bû semboleke têkiliya siyaset, estetîk, azadiya afirinde û hêza aborî. Yê serkeftî wê dîsa Rivera bûya. Di dawiya sala 1933an, ew ê bihata qanekirin da ku ew li dîwarekî vala yê Palacio de Bellas Artesê dîsa ji nû ve resimê çêke. Hema hatûnehat Meksikayê ji fotografê sûd wergirt û dîsa fresk raçand û neqişand. Bêguman tolhilîna xwe li çardorê resimê neqişand! Îcar tevî li hêla rastê yê resimê Lenin, li hêla çepê yê resimê jî hêjariya însanan, şadiya malbata Rockefeller û ereqvexwarina wan bi hev re bûn. (Rockefeller di destê wî de şûşa martînî hatibû teswîrkirin.)



Heger  em tabloyê kûrûdûr venirxînin;

Însan, Mirovê Venihêr ê Gerdûnê, karkerekî li merkezê, makîneyeke behampa ya di wê duryanê de ya îdeolojiyekî polîtîk ê ku di wê serdemê de serdest e, bi rê ve dibe. Tiştê yekemîn ê ku balkêş e, sêwirîna însaniyetî ya ku bûye du par a îdeolojîk, kapîtalîzm û sosyalîzm. Rivera sêwirîna dinyayeke serdest a ku hefsarê serdema tevîhevbûyî ya polîtîk dike û di heman katê de digel dinyaya mîkroskobîk lêpirsîna duhatiya însaniyetiya ku li kûrahiya fezayê difikire, dike. Hingê navê nû yê resimê dibe “Man, Controller of the Universe.”

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Sanatın Şeytanı - Caravaggio


Rivera li ser cihêwaziyên baş û xirab yên însaniyetiyê digel vê li ser cihêwaziyên civakên kapîtalîst û komunîst disekine. Di resimê de, cih dide lîderên komunîst û yê birçî, portreyeke John D. Rockefeller Jr.ê dewlemendê kapîtalîst ê ku xwedî li êş û azarên çîna binî ya karkerên bêkarmayî û portreyên dîtir jî. Ew ji me re welê nîşan dike ku, herkes dikare bi hev re perweriyê bibîne, bi hev re bijî û ji bo pêşerojê bi hev re dikarin bixebitin û ji bo dinyayeke hêvîdar vîzyonekê pêşkêş dike. Ev resimê dîwêr ê ku eserekî herî xweş ê çanda Meksikayê ye, encameke hunerî ya girîng a ku hemû bûyer û qewimînan di nava xwe de dihewîne yê wê serdemê ye.



Li aliyê rastê kapîtalîst û rasyonel; zanist, felsefe, şer, tahde, civak, teknolojî û temayên olî balê dikişînin. Li aliyê çepê, aliyê dijber komunîzm e. Li vir digel Vladimir Lenin, Karl Marx, Leon Troçki û Friederich Engels û şexsiyetên girîng ên Artêşa Sor, tên xuyakirin. Sembolên girîng ên dîtir yên ku li ber çavên me dikevin, satilên xwarinê, karkerên sanayiyê, ala sor û peykerê serjêbûyî ne.


Ya rast ew tiştê ku li serê tê rawestandin û ew tiştê ku di nava xetetiyê de ye, wekî tevahî qedera gerstêrkê ye. Heke em bala vegerînin navenda resima dîwêr ya Rivera, em ê hingê fîgura ku navê xwe da ye resimê bibînin: Mirovê Venihêr ê Gerdûnê. Fîgura mêrî ya ku di navenda resimê de ye, îdealkirina însanê modern (forma zayendî girîng e) a afirandina xwe yan jî ya derdora xwe ye. Li vir, ew însanê modern ê ku xwe ji qeydên kevneşopiyê û bendên fizîkî bi saya jîrekbûna xwe jê rizgar kiriye, heye. Wekî kontrola gerdûnî, dikare wext û fezayê li gor xwe bişekilîne, dikare bi rê ve bibe.



Li ser girikê aliyê kapîtalîst (li aliyê me yê çepê, li aliyê rastê yê fîgurê navendî) bêbaviyên Şerê Cîhanê yê Yekemîn tên pêşkêşkirin. Rivera li ser teknolojiya (gaza bi jehr, tifingên otomatîk, balefirên şer) ku neteweyên kapîtalîst wê çawa wekî hêzekî wêrankar bi kar tînin. Li hember vê, aliyê jor ê komunîst (aliyê me yê rastê, li aliyê çepê yê fîgurê navendî) li ser îhtîşamiya Şoreşa Rus disekine. Heke em ji hêla rastê ve bidomînin, navên girîng ên tevgera karkeran (León Trotsky, Friedrich Engels û Karl Marx) em dibînin ku li biniya peykerekî bêserî yê ku xaça tewandî li ba dike ne.



Ev peyker Sezar e. Wextê ku çavên me ber bi aliyê binî yê çepê ve dişemite, hingê em têdigihîjin ku serê peyker jêbûyî ye û karker li ser rûniştine. Li aliyê din ê kompozîsyonê, Rivera cih daye peykerekî din ê klasîk. Tevî ku destên fîgur tunebin jî, rûyê wî û birûska wî bi me nîşan dide ku ew Xwedawendê Yewnanî Zeus e.



Rivera van peykerên klasîk pênase dike û dîroka hunerî ya keleporî (û zewqên yekta yên ku li pêş çavan e) û di heman demê de ─li gor hizra xwe─ di seranserê însaniyetiyê de, rexne li wan kesên bijarte yên siyasî yên ku (ji Împaratoriyên Serdema Entîk, Dêra Katolîk heya Faşîstan) tahde dane gelê xwe digire. Ji bo Rivera ev dewsa baweriyên derewîn serdestiya xwezayê û azadkirina otoriteya birêvebirina ji hêla karkeran ve were rûxandin, tê temsîlkirin.



Rivera, bi riya vê serjêkirina sembolîk, dewsa îdeolojiya serdest a komunîst a li Ewrûpayê, xwest li ser hizreke nû ya ku dê ji bo wan bikêrhatî be, sekinî. Li hêla din tevî ku birûsk li ser peyker hebe û destê wî tunebin, dide xuyakirin ku di nav welatên kapîtalîst de wan bêhêz dixîne. Wextê ku karker bi polîs re şer dikin dewlemend (di nav wan de kesekî biberçavik Nelson Rockefeller jî heye) li ber çavên me dikevin. Li nik Charles Darwin, John Rockefeller, Jr. bi jinekê re di pubekê de ereqê vedixwe. Li ser serê wan seheneke ji bakteriyên sifiliz tê pê, heye. (Sifiliz, bi riya têkiliya cinsî vedide, li vir vehesîneke tenik a zirav heye.) Li hember vê sahneyê em dibînin ku Lenin bi destên karkerên ku nijadên wan ji hevûdu cihê ne, girtiye.



Li pey Man at Crossroads de çîrokeke polîtîk û hunerî û mînakeke girîng a di dinyaya hunerê de azadiya xweîfadekirinê dide xuyakirin û dikeve nav rûpelên dîrokê. Ji bo ku Rivera pir caran hêmanên vê resmê guhertiye, di derbarê versiyona wê ya yekemîn de pir tişt nayên zanîn. Li Muzeya Anahuacalli pênc gelaleyên vê xebatê yên ji hevûdu cuda tên pêşkêşkirin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Cihêwaziya Di Navbera Art Nouveau û Art Deco De Çi Ye?

*Ev gotar pêşî ji aliyê Salomé Cizrawî ve li ser navê The Hall Kurdî hatiye nivîsandin û weşandin.


Çavkanî:

1

2