Kurdî, Mitoloji, Resim

Carlos Schwabe, L’heure Du Faune (The Faun)

Hunermend, hestine ku di derheqê xweza, bawerî û însên de ne, bi riya hêmayê veguhestine însên. Lewma jî mîtolojî yek ji çavkaniyên herî girîng ê ku hunermend jê sûd werdigirin. Wextê ku hêza gerdûn û xwezayê bi xweda û xwedawendan rave dikin, hingê ev afirindeyên ku ji însên gelekî qat bilind in û derasayî ne, wan dixînin rengê însên, wan hem bi hêzdariyên wan hem jî bi qelsiyên wan sêwirandine.


Resimên tîpîk ên ressamê Alman ê sembolîst, Carlos Schwabe, bi piranî ji motîfên mîtolojîk û alegorîk tên pê. Wî, tazîbûn, ferîşte, îblîs, perî û afirindeyên dîtir ên mîtolojîk, wekî hestên însên sembolîze bike resimandiye.


Schwabe di heman katê de, yek ji îllustratorên kitêban ê herî girîng ê sembolîst tê zanîn. Wî romana Émile Zola’nın Le rêve (1892), Les Fleurs du mal (1900) ya Charles Baudelaire, Pelléas et Mélisande (1892)  ya Maurice Maeterlinck û romana bi navê Jardin de l’infante (1908) ya Albert Samain û ji bilî van nivîsên Haraucourt resimandiye.


Carlos Schwabe


Xwedawendê daristanê yê nîvînsan û nîvbizin e yê di resimê “The Faun” de, otoportreya Schwabe ya ku berî mirina xwe biqasî sê sal bû ku çêkiriye. “Satîr”, di Mîtolojiya Yewnanî de, dihat beramberî wateya, xwedawendê daristanê yê nîvînsan û nîvbizinê, di mîtolojiya Romayê de “Faun” navê ku tê bikaranîn e. Faun hem xwedantaybetmendiyên însên in hem jî yên bizinê ne. Afirindeyên efsanewî yên xwedanên çipên bi mû, xwedanên qiloç û siman in. Ew bi hestên xwe yên tenik ên ku li ser daristan, musîk û jinên xweşik hatine pê û tîr bûne navdar bûne. Ew hejê dansê û flûtpifkirinê dikin.



Satîr û Faun ji ber hin taybetmendiyên wan ên li ser dirûv û kesayetiyên wan bi hev dişibin, rengên wan gelekî caran nikarin werin jihevûducudakirin. Lê ew afirindeyên ji hevûdu cihê ne. Satîr ji Faunan cihê ne û ev cihêbûna wan bi piranî car taybetmendiyên wan ên ku bi hespan dişibin, wekî boçik û guhên wan tên sêwirandin û ew wekî rêhevalên peya yên Xwedawendê Yewnanî Dionysos qerwaşetiyê dikin.


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Dewamdariya Pirtûkên Nûçapbûyî Yên Mehmed Uzun