Kurdî, Mitoloji, Resim

Rembrandt van Rijn, Danae

(Kalikê Danae) Keyeyê Argolisê Abas, du lawê wî hebûn, ew cêwik in, navê yekî Proitos û navê yê din jî Akrisios -ku bavê Danaeyê ye- bû. Abas dewsa ku wextê ew ê bimire, erdê welêt li wan parve bike, difermîne da ku ew bi dorê li ser textê rêvebiriyê rûnin. Lê di navbera herdu birayan de rikberî tê pê ji bo derketine ser text. Hetta ev yek ewçend digihe devereke kambax ku, Proitos keça Akrisios ji rê derdixe û dixwaze bi hev re bin. Ev rikberiya dûmê dirêj dike xwîn dirije û ta ber bi welatperçebûnê jî dere, dawiya dawî biryar didin da welat bibe du beş. Akrisios dibe pardarê Argos û derdora wê.


Proitos dibe pardarê Tiryns, Heraion, Midea û erdên peravên ku seranserê Argolis tînin pê. Derdê mezin ê keyeyê Argosê Akrisios bi tenê ew bû ku li piştî mirina xwe ji bo ku textê welêt nekeve ber destê lawekî wî, nexwest ku lawekî wî hebe. Keça Keye ya yekta, Danaeya ku wextekê bi apê xwe re bi dizî têkilî didomand, bû. Akrisios ji bo çareseriya derdê xwe serî li kahînekî dide. Kahîn salûx dide ku ew ê tu carî nedikaribe bibe xwedanlaw, didomîne dibêje ku Danaeya ku dê lawikekî bîne dinyayê û ew lawik ê bibe kujerê wî.


Keye ji ber vê yekê li ber xwe dikeve û dikeve tatêlê, naxwaze keça wî bi tu zilamî re têkilî deyine, lewma jî keça xwe dixe nav jûreke ji tûncê. Lê belê  Zeusê tolaz dibe dilketiyê Danaeyê. Ev Zeus e dê riyeke vê têkilîdanînê bibîne. Zeus ê ku dilketiyê Danaeyê ye xwe vediguhezîne dilopên baranê yên zêrîn û diniqutîne nav girtîgehê. Daneyê avis dike. Li pey vê yekê, kurikekî Zeus û Danaeyê çêdibe, navê wî Perseus e.




Resamê Hollandayî Rembrandt tabloya Danae ya ku li ser tuvalê bi boyaxa rûn ve di sala 1636an de xêz kiriye (185cm ×203cm) ya ku navê wê Danae ye, aha ev bi tevahî qala vê çîrokê dike. Bi îhtîmalekî xurt di resimê de Danae, Zeusê ku veguheriye û ketiye rengê dilopên baranê yên zêrîn û bi vî awayî ew avis kiriye û pêşwazî lê dike, tê dîtin. Rembrandt ji bo ku bikaribe Danae bisêwirîne jina xwe Saskia van Uylenburgh wekî model dide pêşiya xwe. Lê paşê ji bo ku jina wî wefat dike, ew jî radibe rûyê Danaeyê diguherîne û di dewsa wê de cih dide rûyê dostika xwe Geertje Dircxê.



Tazîtî wextê ji bo hunermendên Ewrûpayî wekî tabûyekê bû, lewma vî resmî di serdema xwe de sansasyon pêk aniye. Danae wekî serekekarakter, jineke ciwan, di nava çerçeweyeke keten a spî de dirêjbûyî tê taswîrkirin, em li derûdora wê balgîhên zer ên xweşdagirtî dibînin. Rembrandtê wekî “resamê ku ronahî beste kiriye” tê binavkirin, di vê berhema xwe de, bi neqişandina neqişên ronahiyê dîsa bêhampabûnê pêk tîne û meriv dibe heyran.



Ev şahberhema şehwetî û curetkar, ji hêla gundiyekî ciwan ve di 15ê Pûşpera 1985î de, êrîş lê hat kirin, du car hat kêrkirin û asît hat biserdekirin. Piştî vê êrîşkirinê beşekî mezin ê ji navenda resim hema çi bigire xesar dît. Ji sala 1985î ve heta 1997an xebatên restorekirin ên li ser tabloyê dom kirin. Ev tablo aniha, di muzeya Hermitageyê ya St. Petersburgê tê pêşandin.



*Arthur Cotterell & Rachel Storm – Büyük Dünya Mitoloji Atlası (Alfa Yayınları)


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Xasenezer, Arjen Arî