Edebiyat, Kurdî

Notên Kitêba Şeva Dizên Solstîsê yên Dihişdemayî

Silav û hurmet, pêşî ji bo xwedan û avakarê Pallê û paşê jî ji bo nivîskarê Şeva Dizên Solstîsê. Meriv yekcar ji bo vê kitêba piçûk a nivîskar dikare bibêje ku ew kolaj e. Ji ber ku çîroka dirêj û yekgirtî ya Xwedênegiravî vê yekê nîş dike û wê tîne hişê meriv. 


Vegotina bi mubalaxa ya ku di beşên çîroka Şeva Dizên Solstîsê kela dilê min rakir. Di vê derê de xwende gelek car rastê, dîmen û sahneyên pastoral, di ber re, ew hal û balê malên xizan û hema çi bigire panoramaya ku yek ji perçeyekî mezin ê welatê me ye, tîne ber çav, tê. Bêguman bi xeyalkirina hem rastîniyê û hem jî derrastîniyê…


Hinek çîrok pir qels bûn, hem ji aliyê vegotinê hem jî ji aliyê sêwirandinê… Serqiseyê yek ji wan, çîroka QMB ye.


Serqiseyê çîroka Tirsa Jibîrbûyî, ez dikarim bibêjim ku ji hemû çîrokan bêhtir xurt û edebîtir bû. Min gelekî, gelekî jê hez kir. Ez jî pir baş bi wê tirsê dizanim. Ez li kêlek Çemê Firat mezin bûm. Bi şev û rojan qala efsane û pîrebokan dikirin, cin û perî te dê qey bigota, di xewletî û bêdengiya nîvro de dê dor li merivê diltirsiyayî bigire û wî bi xwe re bibe. Heta çîrokeke wan deman ku dihat gotin tê bîra min -niha diya min dibêje telefon bûne cin û perî- welê dihat vegotin “Rojekê refê pîrebokan rewş û rengê xwe diguherînin xwe vediguhezînin rengê însên û xwe berdidin nav gund, meriv û malan. Heke çawa dibe yek -ku xwe xistiye dewsa prensesa sererdê, hewçend xwe xweşik kiriye- dikeve ber destê zilamê malekê. Hingê yekcar zilam şûjinê bi ser navrana wê re dike û ew hew dibe pîrebok. Zilam wê dike bermalî û kebaniya malê. Dîsa şevekê jina pîrebok zilam dixapîne -wextê ku bi hev şa dibin, hewçend bi hev şa dibin ku zilam bi xwe ve diçe, sermest dibe- û pê şûjinê derdixîne, hingê, yekcar ji holê wenda dibe û vedigere nav refê xwe. Serekeyê ref tê û lêpirsînê dike, dibêje bêhna însên ji te tê û wê serjê dike, xwîna sor bi ser ava Çemê Firat dikeve, serî hildide û diherike.” (Bi tirsa vê çîrokê, em nediwêrîbûn bi tena serê xwe biçûna rîtin û mîztinê.)


Berî ku ez gotina xwe bi dawî bikim, gelo ew nivîskarê ku “tîpek hîç bi kar neaniye G. Perec e?”


Di rêziman û edîtoriyê de çewtînine hebûn, lê ev yek pir normal e ez bawer im ê ew jî bêne sererastkirin.


Dest û dilê nivîskar sax be, da ku ev kitêb yadîgarî me kir.

Silav û rêz.


Ferhadê Mihemedê Gergerî


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Pygmalion-Bandûra Rosenthalê û Mîtolojî