Kurdî, Otomobîla Min

Chery Tiggo 8 Pro

Ev model ji 2017’ê ve tê hilberandin. Ji xwe heya 2010’ê li Bakurê Kurdistanê bû. Ji 2010’ê ji Bakurê Kurdistanê vekişiya anku hew rendûman da, ji ber wê êdî bazara xwe winda kir. Îcar ji ber qeyrana aborî ya Tirkiyeyê hatina vê markeyê gelekî bal kişand ser xwe û bihayên wê jî li gorî markeyên din zor guncaw e. Ji xwe me lî ji bo wilo, piştî navbereke dûjdirêj, me xwest em vê modelê cara yekem weke mestere danasîna wê bikin.



Modelên Chery’yê li welatên nala Çîn, Brezîlya, Endonezya, Malezya, Îran û Pakîstanê têne hilberandin. Ev modela me ya herî tije ango ya herî ful e. Lê li dinyayê modelên wê yên çartekero jî hene. Ew modelên wilo têne Başûrê Kurdistanê. Lê nayêne Bakurê Kurdistanê. Yanî ji xeynî Bakur, li welatên din modelên gelekî lukstir têne. Ev jî ji ber ku li Tirkiyeyê baca otomobîlan zehf zêde ye!



Esas ev model li dewsa modela  Maxi’yê hatiye hilberandin. Ji ber wê Chery nerîta xwe ya bere berneda anku berdewam kir.


Taybetiyên wê yên cuda hene ku me di vîdeoyê de nîşan daye. Em li vira nannivîsin, ji ber wê berê xwe bidine videoya me ya li ser Youtube’yê.



Nêrîna Giştî ya Teknîkî

Cûre: SUV/ segmenta D’yê/ Otomobîla Erdî

Qase / hejmara deriyan: SUV / 5 derî

Cûreya motorê: Benzîn / 4 sîlîndîr

Hilberîna salê (yekem): 2023, hilberîna wê didome

Şewat (nav bajar / derveyê bajar): 8.1 lt / 8 lt

Hêza motorê: 183 hp

Şanziman: DCT / 7 Fitêz / pêşkêş

Lezgînî 0-100 km/saet: 9, 1 sn

Lezgîniya herî bilind: 190 km/saet


Motor û Performans

Cureya motorê: Benzîn / 4 sîlîndîr

Mêjera motorê: 1598 cc

Hêza herî bilind: 130 hp (135 kw) / 5.500 rpm

Torka herî bilind: 275 Nm 2000

Lezgînî 0-100 km/saet: 9,1 sn

Leza herî bilind: 190 km/saet


Rahend

Hejmara paldankan: 7 paldank

Dirêjahî: 4722 mm

Firehî: 1860 mm

Bilindahî: 1705 mm

Giranî: 1600 kg

Baxac: 889 lt

Pîvana lastîkan: 255/55 R18


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Destxetên Kurdî - I