Kurdî

Destxetên Kurdî – I

Di dîroka kurdan de beriya îslamê li ser xet û nivîsandinên kurdî raste rast agahiyên zelal nînin. Herwisa têkiliya tarîx û nivîsandinê jî gelek xurt e. Ji ber hindê ye ku tarixa kurdan di tarî zulmatê de ye. Eger xet û nivîsên kurdî di destê me de hebûya dibe ku derheqa tarîxa kurdan de delîlên baş da di destê me de hebûna. Gelo çima tarîxa miletekê bi vî rengî ye? Gelo kurdan di dîroka xwe û ya cîhanê de ma qet rol ne lîstîne? Eger miletek a niha kêm zêde 50 milyon be û bê dîrok be ji bo meriv çiqas zor tê eger tu bi xwe kurd bî tesîrek nexweş li ser mirovî dihêle. Ji ber hindê ji pirsa zêdetir divê bersivên pirsa mirov bigere û aşkera bike.


Dibêjin dahatûya mirovî, renkvedana ji neynûka rabirdûya mirovî ye. Bi rastî jî ev dibe delîl ku eger mirov li ser sebeb û encamê biçe dê xwe bigehîne tarîxekê. Heke em li gor rewşa kurdan a niha biçin dê hem bi civaknasî hem bi aborî hem bi siyasî û hem jî bi dîrokî ve dê xwe asteke tarîxî de bibînin. Ji ber hindê rewşa kurdan a niha ji aliyê sîyasî ve perçebûna xwe di çarçoveya sebeb û encamê de di tarîxê de xwe digehîne rewşeke vî halê niha. Sebebên vê jî cûrbicûr in. Ferq û cudahiyên di nav kurdan de sedema olên cihê cihê, sedema zordariya şertên erdnîqarî ya welatê Kurdistanê, sedema eşîrbûnê, sedema hişmendiya neteweperewriyê ( piştî şoreşa fransiyan 1789), sedemên hêzên dewletên biyanî li ser welatê Kurdistanê. Eger em vane bixwazin dikarin sedemên zêde jî vebêjin. Lê bi kurtahî agahiyên li ser pisrgireka dîroka kurdan bi min ev sedemên min vegotîn xêzên giring in.


Heta niha agahîyên derbarê kurdan de, pêşî li kesên li der û dorên kurdan an jî kesên bi kurdan ve têkilî çêkirî re hene. Ev agahî jî delîlên ne rast e rast in. Ji ber ku peyva kurd û Kurdistan ne hatiye dîtin. Şûna van peyvan “karduk”, “gotî”, “gûtî” û hwd… Ev jî kiriye sedem ku tarîxa kurdan zelalbûna wê aşkera nebe. Herwisa delîlên wekî Ksenefon, Heredot, Strabon û Plutarch ji bo vê mînak in.



Herwekî tê zanîn jî kurd ji kesên biyanî ve hatiye nasîn û xwe di dîrokê de ditiye. Ew jî di dema seferên xirîstiyana li ser rojhilatê ve kirî de pirtir in. Kurdan jî di dîroka xwe de rola xwe elbet lîstîne. Xwe paş ve ne dane. Gelek lêkolînvan behsa kurdan kirîye û behsa xet û nivîsandina kurdan jî kirine. Dibêjin; Di çanda îranê de çanda Medan pir bûye nivîsandinên wan jî hebûne. Ew nivîsa ku di çanda Persan û çanda Îranê de bi bingeha nivîsa Medan hatiye. Ev jî delîlek e ku eger ji kurdan re Med bibêjin dibe delîl ku kurdan jî nivîs hebûne ji wî aliyê ve dewlement bibe. Dibe ku ev rast be û Pers hatibin nivîsên wan xera kiribin û winda kiribin. Heya îro jî bi vî rengî xera kirin û winda kirina komara tirkiyê jî em dikarin li ser vê mînak bidin. Mesela leşkeriya tirkî li Kurdistanê axlebe li ser kelehên Kurdistanê runiştiye û tehrip dikin. Herwisa ew delîlên ku heyî jî wekî xet û nivîsandinê di destê xwe de diperçiqînin. Ji ber hindê zelal û aşkerabûna dîroka kurdî nabe, ji ber şert û mercên bi vî rengî.


Herwiha lêkolînvanên ku li ser dîroka kurdî dixebitin li gor delîlên texmînî ve ji bo xet û nivîsandinên kurdî agahîyên cûrbicûr dest xistîne. Em jî dê li gor viya li ser xet û nivîsandina rawestin. Digel viya kurd jî miletek ji miletên li Îranî ye ji ber hindê mafê lêkolînvanan e ku li ser xet û nivîsandinê rawestin.


Li Îranê destpêka Xetê:

Tê zanîn ku mirovan di destpêkê de nikariye binivîse û alfabeyek jî ji bo nivîsandinê tunebûye. Dîroka alfabe û nivîsînê tam nayê zanîn. Lê wilo tê xuyakirin ku yekem xet û nivîs pirr sade û zakokane bûye ku ji wê xetê re xeta wêneyî an jî hiyeroklîf hatiye gotin. Mirovan bi xêzkirina wêneyan ve helwesta xwe ji hev re diyar dikir. Hêdî hêdî di nava neteweyan de xeta wêneyî ketiye xeta bizmarî. Lê belê ev xeta bizmarî jî her yek bi serê xwe ne herfek bûye bi du-sê herfan pêk dihat wek kîteyekê bûye. Bi borîna zeman û bi têkilbûna çandên cihê cihê ve, ev xeta bizmarî wekî alfabeyekê hate bikaranîn.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Şahmaran: Hevpariya Mîstîk

Li Çanda Îranê de Xet:

Li Îranê xetên kut ê qal kirin ê Medan bûye ku ji bo vê jî di destê me de delîlek tuneye. Lê li gor çend agahiyan di gotin zimanekî wan hebûye û pirtûkeke pîroz jî hebûye bi navê Avestayê. Li gor agahiyên din jî qala xetên Exmîniyan (521-486bz) tê kirin ku ew ji 33 tîpan û sê nîşanên dengdaran pêkhatiye. Ji xeyrî vana qala xetên Pehlewî jî hatiye kirin ku ev jî nivîsa Avestayê ye. Dibêjin di dema fermandariye Erşekan û Sasaniyan de (256bz-64z)  çend caran nivîsa Avestayê bi zimanê farisiya ortê ve hatiye dubarekirin.


Çanda miletê kurdan ji bexçeya Îranê ye. Ji ber ku kurd jî hem ji aliyê ziman ve û hem ji aliyê olî(Zerduşt) ve biraçandeyê erdnîgariya Îranê ye. Ji ber hindê, ji aliyê çanda nivîskî ve jî be ku nêzîkbûn hebe ji bo lêkolînvanan riyek û rêbazek çêdike. Li Îranê em dizanin ku nivîsandinek hebûye. Dibe ku kurdan jî ev nivîs bi kar anîbe.


Xetên Avestayî:

Îraniyan ji bilî tîpên bizmarî alfabeyeke din bi navê alfabeya Avestayî jî hebûne. Ew alfabeya ku tîpên wê ji aliyê rastê ve ji bo aliyê çepê ve dihate nivîsîn. Ev alfabe bi di her warî de pêşketî bû û tu kêmasî tê de nehate dîtin. Pirtûka pîroz Avesta bi vî awayî hatiye nivîsîn. Hemû şareza û rojhilarnas li ser vê baweriyê ne ku zimanê Avestayê ew ziman e ku Med pê axivîne. Di berhema Rebaznasî ya Mihemmed Teqî Behar de û di rûpela 65an de gotiye: alfabeya bizmarî ya Medan 42 tîp bûne ku ji van tîpan 36 tîp ji tîpên Asûriyan wergirtine û 6 tîpên din jî bi xwe danîne ser û xebitandine.


Xetên Pehlewî:

Îraniyan alfabeyeke din bi navê alfabeya Pehlewî hebûye ku 24 tîp bûne û ji aliyê rastê ve bo aliyê çepê dihate nivîsîn. Kevintirîn belgeyê vî zimanî ku hey aniha bi dest ketine çend qeware ne kul i hewremanê pêyde dibin li wir 24 pehlewî hetine nivîsandin.


Xetên Masî Soratî:

Kurdan alfabeyeke bi navê Masî Soratî hebûye ku ew alfabe 37 tîp bûye.  Îbnî Wehşiye di berhema xwe ya bi navê ‘’ Şuqelmistiham fî meirifet rimuzil eqlam’’  de k udi sala 241ê koçî de ji bo Ebdulmelek Merwanî nivîsiye, dibêje: gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên masî soratî dinivîsîn. Min di naûsiya Bexda yê de sê pitûkên kurdî ku bi tîpên masiya soratî hatibûne nivîsîn dîtin. Niha jî li şamê du berg ji wan pirtûkan li bal min in. Ku ji wan yek dabaşa perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û yek jî dabaşa peydakirina avê di herêmên hişk, dêmîn û bê av de dike. Min ev her du pirtûk wergerandine ser zimanê erebî, da ku herkes havil û sûdê ji wan werbigire. Ew alfebaya ku bi Masî soratî bi nav 3u deng e, piştî ku ji wê tîpên ebcedî wergirtin û ji elif heta xeyna erebî jê derxistin, lê çend tîpên din ên zêde man, piştî ku tîpên “p” û “ç” jî jê derxistin, lê belê dîsa jî heft tîpên din ê   zêde man ku  di tu zimanên din de tunebûn û tunene. Herweha deng û fonetîka wan di tu alfabeyekê din de nayê dîtin.


Xetên Êzîdî:

Gelê kurd alfabeyeke din a 31 tîpî ya bi navên tîpên êzidî hebûye ku ji aliyê rastê ve tê nivîsîn. Ew alfabe ji tîpên avestayî, pehlewî û erebi hatiye wergirtin û pirtir din av kurdên yên êzidî de belav bûye û hatiye nasîn. Pirtûkên cilwe Mishefa Reş û hin pirtûkên din ên olî bi van tîpan hatine nivîsîn wek dîyarî ji me re mane.[1]


Xetên kurdî bi qebûl kirina ola Îslamê ve çawa ku destxetên gelên din dest pê kir û zêde bû herwisa destxetên kurdî jî bi hezaran hatin nivîsîn û belav bûn. Beriya Îslamê derbarê kurdan de heya niha yekem nivîs li hewremanê di sala 1909an de li şikeftekê hinek tabletên bi kurdiya hewrami ve hatine nivîsîn hatiye dîtin. Se’id Kurdistanî sê heb ji van tabletan birine Birîtanyayê û teslîmî arkeolog Mins kirine. Piştî lêkolîna li ser wan tabletan derketiye meydanê ku yek ji wan tabletan 88 sal, yek jê 22 sal, ya dî jî 11 sal berî zayînê di dema Eşkaniyan de hatine nivîsandin. Herweha yek ji tabletên aramî û du hebên din jî bi yûnanî hatîne nivîsandin.[2]

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Bexçeyê Zewqên Dunyewî (The Garden of Earthly Delights) - Hieronymus Bosch

Ji ber cografya û şertên çandî û li bandora medreseyên Kurdistanê, û ji ber ulemayên kurd, hem erebî hem jî farisî baş dizanîbûn, xezîneyekê giranbuha derxistibûn holê. Di çavkaniyên dîrokê de qasî ku tê zanîn, ne tenê di medreseyên Kurdistanê de di pirtûkxaneyên mîrên kurdan de jî xezîneyên destxetan cî digirtin. Malmîsanij di kovara ‘’Dîrok û Civakê’’ de neqil dike ku,  derbarê destxetên kurdî wilo dibêje: Dema ku mirov di sedsala 16.  de di serdema Katîb Çelebî de dinihêre, li herêma Kurdistanê de tenê dersên felsefe û xweza dihate fêrkirin. Di heman demê de (1576)  di serdema Mîrê Behdînan Sultan Huseyn de li Amediyê li Medresa Kahbanê de 2000 destxet cî girtine. (Malmîsanij, 1988:58)



Nivîskar di dewama gotara xwe de dibêje: Ev pirtûkxane hatine talankirin û ew destxetên kurdî mîsyonerên ewrûpî bi xwe re birine Rusya, Îngilîzîstanê û Almanyayê. Bi taybetî piştî sedsala 19. de gelek lêkolînvanên rojavayê hatine Kurdistanê. Yek ji wan jî A. Jaba (1803-1894) ye, ku di nava van lêkolînvanan de yê herî navdar e, ji xeynî wî Margaret û Basîle Nîkîtîne ye. Ev lêkolînvanên dawî, eslê xwe ji Rusyayê ne. Bi şexsiyetên kurd yê zana re têkilîyeke dilsoz çêkirine û li ser destxetên kurdî xebitîne û ew destxet jî bi xwe re dibin Rusyayê û van berhemên giranbuha teslîmî pirtûkxaneya Lenîngredê dikin.


Der bareyê jiyana kurdan ya rojane û folklorîk de berhema yekem Adat û Rusûmatnameyê Ekradî ya Mela Mehmûdê Bayezîdî (1799- 1867) ye. Mela Mahmûdê Bayezîdî li konsolonsa Erzerûmê A. Jaba nas dike û wî hînî zimanê kurdî dike. Gelek destxetên kurdî bi saya A. Jaba ji windabûnê xelas dibin. Mela Mehmûdê Bayezîdî van berheman dide Jaba. Jaba Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Yûsiv û Zuleyxaya Selîmê Silêman, Leyla Mecnûna Harisê Bidlîsî, Şêx Sen’an, Bersîsê Abid û Hespê Reş yên Feqiyê Teyran wergerandiyê zimanê Latînî Fransizî û herî dawî şandiye Akademiya Zanistgeha Rûsya ya Petersbûrgê.


Basîle Nîkîtîne di kitêba xwe ya bi navê ‘’Kurd’’an de ne tenê der bareyê destxetan, der bareyê folklora kurdan jî gelek tiştên xweş nivîsiye. Wan destxetên ku Nîkîtîne berhev kiriye, di Zanîngeha Cambrîn de hatine weşandin bi navê ‘’Kurdish Stories from my Collection By Basile Nikitine’’(1926-1932). Ji bilî Nîkîtîne, Rudenko jî destxetên giranbuha berhev kiriye. Di heman demê de xwendekarê Qanatê Kurdo ye, Qanatê Kurdô wî fêrî zimanê kurdî kiriye. Di sala 1956an de Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandiye zimanê Rûsî, mesnewiyên mîna Yûsiv û Zuleyxa, Leyla û Mecnûn amadeyî weşanê kiriye. Di heman demê de teza xwe li ser Yûsiv û Zuleyxaya Selîmê Silêman kiriye (Malmîsanij 58).


Bêgûman metnê kurdî yên ewil, bi destên lêkolînvanên biyanî hatine kirin. Çimkî di wan çaxan de di destên kurdan de çapxane û ji bo weşandina van berheman derfet tune bû.


Destxeta yekem ku ji aliyê kurdan ve hatiye çapkirin rojnama ‘’Kurdistan’’ e. Mehmet Emîn Bozarslan ev rojnamê li Muzeya Almanyayê pêyda kiriye. Ji ber zordestiya Osmaniyan li Misrê di sala 1898an de dest bi weşanê kiriye. Piştre di serê sedsala 20. de li Stenbolê Seîdê Kurdî. Hemzayê Muksî, Evdirehîm Rehmî Hekarî, Xelîl Xeyalî… hwd. destnivîsên kurdî bi saya rojname û kovaran çap kirine. Bi avakirina komara tirki van rojname û kovarên kurdî hatine qedexekirin. Heta gelek destxetên kurdî hatine şewitandin. Hinek ji van destxetan li Muzeya destxetan ya Konyayê hatine veşartin.


Mehmet Emin Cırık 


[1]Sağniç, Feqî Huseyn , Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002, r. 24, 25, 26, 26, 27, 28

[2] Qedrî, Mamoste, Nivîsîn û Alfabe di Nav Pêşiyên Kurdan de, Kovara Bîr,hjm 4,2006, r149