Kurdî

Destxetên Kurdî – II

Di Dema Osmaniyan de Destxetên Kurdî:

Şemsettîn Samî di berhema Ferhenga Ansîklopedîk ya ‘’Kamûsû’l A’lamê de behsa çend destxetên kurdî dike. Dîsa bi lêkolîna kurdologê Holendî Martîn Van Bruinessen, destxetek kurdî ‘’Duaya Minorskî’’ bi zimanê Ermenkî hatiye dîtin. Ev destnivîs teqrîben sedsala 15. de ye. Dîsa di Seyahatnameya Ewliya Çelebî de, ku ev berhem niha di muzeya Topkapı ya Stenbolê ye, çend metnên kurdî bi saya lêkolînên Bruinessen hatine weşandin. Bi vî awayî hinek metn di dema Osmaniyan de hatine weşandin, lê pirraniyên wan nehatine weşandin, di pirtûkxaneyan de hatine parastin.


Berhemên Kurdî ku Bi Alfabeya Ermenkî Hatine Nivîsîn:

Di sala 1861ê de li Stenbolê pirtûkek bi sernavê Alfebeya Kurdî-Ermenkî hatiye nivîsin. Ev pirtûk pirranî ji bo hînkirina zarokên Ermenî hatiye amadekirin. Çend nivîsên olî û helbest tê de hene. Dîsa 7 Încîlên pîroz bi zimanê Ermenkî, lê bi kurdî hatine nivîsîn:


1- Încîl Bi Qewlê Matteos, İstanbul, 1857

2- Peymanê Noê Xoîyê Îsa el-Mesîh, İstanbul, A.H. Boyaciyan Batbası, 1872

3- Încîla Rebbê Me Hîsus Krîstos ku Matteos nivîsî ( Încîla Matteos) İstanbul, Boyaciyan Matbası, 1891

4- Încîla Rebbê Me Hîsus Krîstos ku Margos nivîsî (Încîla Margos), İstanbul, 1911.

5- Încîla Rebbê Me ko Xugas nivîsî (Încîla Xugas) İstanbul, A.H. Boyacıyan Matbası, 1911.

6- Încîla Rebbê Me Hîsus Krîstos ko Hovhanneş nivîsî (Încîla Hovhannes), İstanbul, 1911.

7- Emelê Resûla, İstanbul, 1911.


Ji bilî van destxetan, destxetên ku bi alfabeya Ermenkî hatine nivîsîn, di çavkaniyên cihê cihê de hatine behskirin. Li gor nivîsa Karlanê Çaçanî li Yekîtiya Sovyetê, li Ermenîstanê  li arşîva Matînedarê çend destxetên kurdî hatine dîtin. Ev nivîs qasî ku tê gotin, li sedsalên 10-11an de mane. Di heman arşîvê de pirtûkek 248 rûpelî hatiye dîtin. Dîsa Qanatê Kurdo li Yekîtiya Sovyetê de li muzeya etnografya de destxetek stranan bi zaravayê Zazakî peyda dike, bi navê ‘’Hesreta Wetenî’’, ev berhem wê demê tê weşandin.


Destxetên ku Bi Zimanê Suryanî Hatine Nivîsîn:

Li gor nivîkarekî Suryanî, li gundê Bamînmîn ê Mîdyadê, arîkarê keşê Suryaniyan Basilios Şem pirtûkek bi navê ‘’Lavîş’’ nivîsiye, ev pirtûk bi wezn û bi kurdî hatiye nivîsîn. Ji bilî vêya Kemal  Fûad derheqê 5 destxetên kurdî dike ku van pirtûkan di pirtûkxaneyan Marburg ya Suryaniyan cî digirin, yek ji van destxetan berhema Ehmedê Xanî Mem û Zîn û ferhengek kurdî (1883) ye. Berhemeke din jî berhema Faik Num Palak (1868-1930) bi Ermenkî-Kurdî bêjeyên Suryanî.


Pirtûkên Pîroz Ên Êzidiyan:

Di Ferhenga Beweriyên Îslamê de Orhan Harçerlioğlu dibêje: du kitêbên pîroz yên Êzdiyan hene. Yek jê Kîtabû’l Cîlwe (kitêba wehyê) û Mushef-ı Reş (kitêba reş) hene. A ewil ji 8 rûpel û 109 risteyan pêk tê, ya duyem jî ji du rûpel û 152 risteyan pêk tê. Ev herdu kitêbên pîroz cara yekem li di sala 1911an de li Viyanayê hatiye weşandin. Anastas Marî van berheman di bajarên pîroz Laleş de dîtiye. Li gor Qanatê Kurdo van berhemên pîroz bi zaravayê soranî hatine nivîsîn. Van berheman di sedsalên 11-12. de hatine nivîsîn. Ji bilî van pirtûkan pirtûkên ku hatine kirin, ji aliyê mîsyoner û rojhilatnasan ve hatine berhevkirin.


Derbarê jiyana Mîrîtiya Hekariyan de destxeteke ku ji 694 rûpelan pêk tê, hate dîtin.

Derbarê jiyana Mîrîtiya Hekariyan de destxeteke ku ji 694 rûpelan pêk tê, hate dîtin. Destxet di salên 1700’î de, ji aliyê katibên Mîrê Hekariyan Mîrza Mihemed û Temirxan ve hatiye nivîsandin. Destxeta mîrîtiya kurdan a Mîrên Hekariyan ku hate dîtin, cara ewil dê weke pirtûk bê çapkirin. Destxet li gundekî Wanê, ji aliyê siyasetmedarê kurd Mazhar Dûderî ve hate dîtin. Cizûbenda (cîld) vê pirtukê çermekî bi rengê qehweyî ye.


Berê destxeta ku weke pirtûkek hatiye nivîsandin 17 cm, dirêjiya wê jî 23,5 cm û (qalindiya) bilindiya wê jî 7 cm ye. Rengê hinek pelên vê destxetê sipî, hinek hêşîn, hinek tirincî û hinek pelên vê destxetê jî ji rengê lîla ne. Li gorî agahiyên ku di destxetê de tên dayîn, ev destxest ji aliyê katibên Mîrê Hekariyan Mîrza Mihemed û Temirxan ve hatiye nivîsandin. Mîrza Mihemed katibê Mîr Birahîm Xan II, yê kurê Mîr Mihemed Xan ( bi nêzikayî 1700-1710) e.


Destxeta Katib Mîrza Mihemed ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn bi awayê pexşanî hatiye nivîsandin û 61 rûpel e. Beşa duyemîn jî bi awayeke helbestkî hatiye nivîsandin û 631 rûpel e. Di beşa pexşanê de jiyana Mîrên Hekariyan, ji serdema Emewiyan heta serdema Mîr Birahîm Xan (heta salên 1700-1710 an) bi kurtahî hatiye nivîsandin. Lê di beşa helbestkî de, ji serdema Mîr Zekeriya Xanê kurê Mîr Zeynel heta serdema Mîr Birahîm Xanê kurê Mîr Mihemed Xan bi berfirehî hatiye nivîsandin. Mîrza Mihemed jî, ji Temirxanê katibê Mîr Îmadeddîn Xan sûd wergirti ye.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Şahmaran: Hevpariya Mîstîk

Siyasetmedar Mazhar Dûderî ku niha li ser pirtûkê dixebite û amadekariya nivîsandina pirtûkê dike, ji AKnews’ê re axivî. Dûderî, da zanîn ku bi riya hin hevalên wî yên ku bi farisî dizanin wî ev destxest wergerandiye ser kurdî, dîroka di vê destxetê de û ya di pirtûkên nûjen de dide ber hev.


Li gorî agahiyên ku Dûderî da, katibê Mîrê Hekariyan Temirxan, di navbera salên 1632-1639’an dest bi nivîsandina vê destxetê kiriye. 6 rûpelê dûmahîka vê destxetê ji aliyê Mîr Mihemed Teyarê kurê Mîr Mihemmed Teyarê kurê Mîr Silêmanê kurê Mihemed Nesrî ve di 1914’an de hatiye nivîsandin.


Destxet bi navê “Kurtejiyana Mîrên Hekariyayê” bi zimanê farisî hatiye nivîsandin û heta niha qet li tu derê nehatiye çapkirin. Di beşa helbestê de her rûpela pirtûkê li ser dû stûnan hatiye nivîsandin. Di her stûna rûpelê de 17 rêzik hene. Beşa helbestkî bi tevahî ji 21179 (21 hezar û 179) rêzikan pêk tê. Li gorî agahiyên ku Mazhar Dûderî dan, di vê destxetê de bi devê yekemîn lehengî, serkeftin, têkçûn, rastî û xeletiyên bav û kalên kurdan Mîrên Hekariyan yek biyektên vegotin.


Dûderî, da zanîn ku ji ber dîtina vê destxetê dê fikr û ramanên me yên li ser dîroka kurdan zelaltir bibin û wiha axivî: “Di vê destxetê de, di navbera salên 1300 û 1849’an de kîjan mîr, derketiye ser textê mîrîtiya Culemêrgê, hatiye destnîşankirin. Ev destxet, ji jiyana Mîr Êzdîn Şêr (Îzeddîn Mucella) dest pê dike û heta Mîr Silêman (1849) tîne.” Dûderî, dide zanîn ku ev destxet jî ji ber nûsxeyeke di sala 1914’an de, ji ber reseniya (orîjînal) destxeteke din hatiye girtin lê ew nûsxeya navborî niha wenda ye û niha di destê binemaleke mîrîtiyê de ye.


Li gorî agahiyên ku Dûderî dan, destxet qala kurtejiyan û şecereya binemala Mîrên Hekariyan dike û wan digihîjîne binemala Hz.Ebbasê Mamê Hz. Pêxember û nêrîna xwe wiha anî zimên: “Di vê destxetê de hinek tişt hene, divê ku ew tişt ji aliyê dîrokzanan ve bêne sererstkirin.”


Melîk Sîracedîn di navbera salên 1296 û 1304’an de ji Misrê hatiye Bexdayê. Kurê wî, yê Melik Îzeddîn Mucella jî berî 1304’an hatiye Bexdayê. Melik Îzeddîn Mucella û kurên wî, yên Melîk Ahmed, Melîk Mihemed û Melîk Îmadeddîn di navbera salên 1304 û 1316’an de ji Kerkûk û Xefîtanê direvîn û xwe davêjin bextê Hoza Lodoj, a Kurd. Bi vî rengî dest bi jiyaneke Kurdewarî kirine. Em di nivîsoka (kîtabeya) li ser Mizgefta Mîr Êzdîn (Îzeddîn) Şêrê kurê Mîr Îmadeddînê kurê Mîr Êzdîn (Îzeddîn) Şêr, a li Westanê (Gevaş) mêjûya sala 716’an a koçî (Zayînî 1315) dibînin. Ev mêjû di deftera Weqfiyeya vê mizgeftê de jî hatiye tomarkirin.”


Li gorî agahiyên ku Mazhar Dûderî dan, li Westanê, li sernivîsoka kumbeta keça Mîr Êzdîn (Îzeddîn) Şêrê kurê Mîr Îmadeddîn, Helîme Xan, a ku di mêjûya Miherrema sala 736’an a koçî di 1335’an de çûye ser dilovanîya xwe, heman mêjû di nivîsoka li ser vê kumbetê, hatiye nivîsandin. Dûderî, derbarê mijarê de wiha axivî: “Li gorî baweriya me di vê yekê de tevlihevî heye. Di vê ku dîrokzan vê tevliheviyê sererast bikin. Dîsa, çavkaniyên dîrokî destnîşan dikin ku berî Îslamîyetê li Colemêrgê (Hekarê) desthilatdariya mîrîtîyê heye û kela Culemêrgê ji aliyê Evhadullahê Emîrê Abbasiyan ve hatiye dagirkirin.”


Dûderî, bal kişand ku di destxetê de dibêje ku; Mîr Eshed bi Sultan Sulêmanê Osmanî re beşdarî Şerê Belgiradê (1521-1526) bûye û di vî şerî de gelek lêhengî nîşan daye. Li ser vê birîndarî û lehengiya wî, Sultan Silêman navê wî kiriye Eshedê Gazî. Ev Mîr Eshed, Xanê Çeng Zêrîn nîn e.



Ew Mîr Eshedê kurê Mîr Mihemed Pîrî ye. Dûderî, xwest ku dîrokzan li ser van nakokiyan lêkolînên berfireh bikin û daxwaza xwe wiha vegot: “Divê ku dîrokzan, bersiva van mijaran bibînin û van nakokiyan sererast bikin. Li gorî van agahiyan, em dibînin ku ev destxet, wê di gelek ciyan de dîroka Kurd û Kurdistanê zelal bike. Peywira me, ya yekemîn ew e; ku em wergera beşa helbestkî jî çêbikin û vê pirtûkê radestî dîrokzanan bikin.”


Binêre:1


Binêre:1


1- Pirtûka bi destxet hatiye nivîsîn berga wê û nava wê.


Detstnivîsên Sedsala 15.

Gava li destpêka sedsala 19’emîn serdest li ber daxwazên kurdan ên serbestiyê.

Biryara jinavbirin û şikandina tev kurda dan, ji wê demê vir ve ye, ku gelek berhemên granbuha yên ji gencîneya çand û wêjeya kurdî, bûne qurbana vê ramyariya dijwar a dij bi kurdan. Ne pirr dûr – hîna ji vê çend sal berê bû, ku zimanê kurdî li Tirkiyê qedexe bû. Gava pirtûkeke kurdî yan jî kasêteke kurdî ya muzîgê li mala yekê bihata girtin, ev dibû sedema lêdan û şikenceyên dijwar û cezakirineke misoger û dûr û dirêj a zindanan.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Dengbêjê Stranên Mêrxasîyê: Karapetê Xaço

Rêvebirê Weqfa Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî Goran Candan bi beyanekê î roj da xuyakirin, ku weşanxaneya SARA’yê di gel lêkolînerê kurd ji Zanistgeha Tehranê Mustafa Dehqan’î, 6 spartekên (wesîqeyên) kurdî yên wêjeyî derhanîn meydanê, ku çap û belav bikin. Ji van destnivîsan du amadeyê ber çapê bûne. Ev spartekên mêjûyî, ku tev destnivîs in û ta nuha li çi derekî din çap û belav ne bûne, cara yekê Weşanxaneya Sara’yê ew ê van berheman çap û belav bike. Weşanxaneya Sara’yê sala 1992’yê jî Mem û Zîn bi zimanê swêdî weşandi bû. Navên van berhemên mêjûyî li gor lîsteya jêrîn ev in:


1- Ehmedê Xanî/ Memî wa Zîn (bi ‘tirkiya’ osmanî)
2- Elmas Xan/ Gurba wa Mûş
3- Kitabê Şemqal wa Rustem
4- Molla Muhamed Qazî/ Tarîkh-î Kurdistan
5- Mela Perîşanê Dînewerî/ Pexşanek ji Sedsala 15:emîn.
6- Mastûre Kurdistanî/ Tarîx-ê Kurd


Lê belê ji ber hinde sedeman ew ê li destpêkê du pirtûk tenê: Ehmedê Xanî/ Mamî wa Zîn (bi ‘tirkiya’ osmanî) û Elmas Xan/ Gurba wa Mûş ji bo çapê werine amadekirin. Ji ber vê yekê nivîs û agehiyên pêşkêşî nuha tenê ji bo van her du pirtûkan hatine amadekirin. Bere bere ku gava destnivîsên din jî ji bo çapê werine amadekirin, hingê ew ê agehiyên derbareyê van pirtûkên mayî jî ji bo medya kurdî û ji bo lêkolînên wêjeyî yên kurdî, yek bi yek werine pêşkêşkirinê.


Van berhemên granbuha ku van rojan li çapê dikevin, li ser gelek şêweyên bi karhanîna wêjeya kurdî, şirovekişrin û vegotina dîroka kurda, çand û civaka kurda ya sedsala naverast û serdema modern a nêzîk a Kurdistanê ye. Van destnivîsan ji ber navçûn û windabûneke misoger rizgar bûne.


Nivîsevanê berhema Gurba wa Mûş (Pisîng û Mişk) yek ji berhemên hozanvan Elmas Xanê Kenule (Kirmaşan) ye. Elmas Xanê ji Kenule, xwedî gelek berhem û dîwanên naskirî ye. Berhemên wî li Pirtûkxaneya Marburg’ê li Berlinê parastî ne. Lê ev berhem (Gurba wa Mûş) ji ber ku winda bû, ta nuha ji nav wan kêm ma bû. Ji bo agehiyên berfireh li ser berhemên Elmas Xan’î biner li berhema: K. Fuad, Kurdische Handschriften (Wiesbaden, 1970).


Van berhemên destnivîs û wêjeyî yên kurdî, ku ta nuha li derekî din çap û belav ne bûne, ew ê cara yeke her wek xwe (Facsimile Edition) bêyî destkarîkirinekê, werine çapkirin. Edîtoriya van berheman ji hêla lêkolînerê kurd Mustafa Dehqan ji Zanistgeha Tehranê û edîtorê Weşanxaneya Sara’yê û mamosteyê kurdî: Goran Candan’î ve dihêne amadekirinê. Destnivîsa Elmas Xan 12 rûpel e û destnivîsa Mem û Zîn a osmanî jî 120 rûpel e.


Mustafa Dehqan, wek lêkolînerê zanistiya mêjû, li Zanistgeha Tehranê dersdar e. Mustafa Dehqan kurdê Rohilata Kurdistanê ye, ku bi çend berhemên girîng ên xwe yên lêkolînên zanistî, pirtûkxaneya lêkolîna kurdî dewlemend kiriye. Gotarên zanistî yên Mustafa Dehqanî, li ser babetên wêjeya kurdî, zaravayên kurdî û spartek û destnivîsên kurdî, toreya nivîskî ya kurdî, û toreya oldariya kurdî ye. Çend ji lêkolînên Mustafa Dehqan’î yên navdar ev in: Nivîsevanên Kurd Li i Ferhengên Jînenîgarî yên Erebî (Kurdish Writers in Arabic Biographical Dictionaries), Peyvên Giranbuha: Çîrokeke Gelêrî Bi Soranî Ji Mukriyan Kurdistan (Qisey Giranba:  A Sôranî Folktale from Mukrî Kurdistan). Mustafa Dehqan sala 1978’ê li Tehranê hatiye dunyayê û ta nuha jî her li Tehranê dijî.


Goran Candan mamosteyê kurdî, sala 1959’ê li Amedê hat dunyayê. Di gelek kovaran de nivîsên wî belav bûne, pirtûk nivîsî ne. Candan rêvebirê Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî (Foundation For Kurdish Library & Museum) ye. Sazende li rêkefta 17 Çiriya Yekem 2007’ê hat damezirandin. Goran Candan nuha li Zanîngeha Stockholmê beşê Pêwendiyên Navneteweyî (Internationella Relationer) dixwîne.


Mehmet Emin Cırık