Kurdî

Destxetên Kurdî – III

40 HEZAR DESTNİVÎSÊN KURDÎ LI MELBENDA SEDAM HATINE DÎTİN:

Nêzîka 7 salan e bingeha Jîn li bajarê Silêmaniyê, kitêbên destnivîs û wan rojname û belavokan kom dike ku Kurdan bi kurdî yan bi zimanên din nivîsandine û wek ar li ber bayê winda bûne, lê hê jî gelek qaseyên (xezîne) windayî bi tevahî nehatine komkirin.


Têkoşîneke mezin hatiye kirin da ku ew nivîsên ji aliyê nivîskarên dinyayê, derbarê Kurd û Kurdistanê hatine nivîsandin wergerînin kurdî û careke din wan belav bikin. Rêveberê bingeha Jîn Refîq Salih, ji Rûdawê re wiha got: “Pereyê ku dikeve destê me, tenê têra meaşê karmendên me û hinek pêdiviyên me yên rojane dike, lewma em neçar in hawara xwe bigihînin sermayedarên kurd û ew jî hinekî hevkariya me dikin.” Bingeha Jîn wisa karekî dike ku berê li Kurdistanê hatibû paşguhxistin û di vî warî de tenê hewldanên takekesî hebûn. Refîq Salih bingeha xwe bo dermankirina kitêb, destnivîs û belgenameyan wek nexweşxaneyekê wesf dike û dibêje: “Ev nexweşxaneyeke destnivîs û belgenameyên xirabûyî ye, ku ji nûve laşê wan ê nexweş tê dermankirin, bo anîna vê nexweşxaneyê niha em ligel şîrketeke Awustûryayê gotûbêjê de ne.” Par ji butçeya geşkirina wîlayeta Silêmaniyê 250 milyon dînar (nêzîka 16 hezar euro) bo avakirina vê workşopê hat dabînkirin.Dîtina destnivîs û belgenameyan bo bingeheke piçûk wek Jîn ne gengaz e, lê ji lêgerînê bêhêvî jî nebûn. Refîq dibêje: “Me kariye hinek belgenameyên serdema Osmaniyan û çend belgeyan jî li ser Kurdan ji Tehranê bînin, herwiha gelek belge li Brîtanya, Rûsya û Tirkiyeyê hene, ku me nekariye heya niha wan bînin Kurdistanê.”


Dosya Ebdilkerîm Qasim Dîtine:

Li Îraqê gelek destnivîs û belgenameyên Kurdan hene, ku yan hatine dizîn yan nehatine komkirin, niha ku rêjîma Beesê rûxiyaye ji Kurdan re hêsantir e van belgeyan bidestve bîne. Lewma Salih dibêje: “Piştî rûxandina rejîma Saddam, gelek belgenameyên derbarê Kurdan hatin dizîn, em wek bingeha Jîn niha hewl didin ger bi pereyekî zêde jî be, wan belgeyan bibînin. Me hinek ji wan belgeyan kirîne, mînak yek ji wan dosyeya taybet a Ebdilkerîm Qasimê yekemîn serokkomarê Îraqê, me ev dosya ji welatiyekî bi 3 milyon dolaran kirî.”


Gelek belgenameyên girêdayî bûyerên başûrê Kurdistanê di salên 1930-1932yê de bi wêneyên eslî hatine peydekirin, herwiha ji xaneya kitêb û belgeyên Bexdayê, belgeyên girêdayî Kurdan kopiyek  ji wan hatiye girtin, û niha nêzîka 30 kitêban ji wan çêdibin.


“Pêwistiya me bi pereyekî zêde heye. Lê nîne.”


Tê gotin ku melbenda Saddam bo destnivîsan, ku li Bexdayê ye bi destnivîsên kurdî tije ye. Salih got: “Zêdeyî 40 hezar destnivîs û belgenameyên çanda kurdî di wê melbendê de hene. Piştî rûxandina Saddam nîvê wan destnivîsan ketine destê xelkê, pêdiviya me bi pereyekî zêde heye bo kirîna wan destnivîsan, lê pereyê me nîne.”


Ger şaîr û arifên kurd pêştir, bi bîr û hişê xwe li Mekke û gora pêxember bûbin, ku bêsînor di şiîr û nivîsarên xwe de ev yek nîşan dane, ev di destnivîsên kurdî de jî hatiye tespîtkirin. Refîq Salih ku di 2009ê de bo hecê çûye Erebistana Siudî, li wir li belge û destnivîsên kurdî geriyaye û li kitêbxaneya navdar a Ebdilezîz li mizgefta pêxember, kariye kopiya sed destnivîsên zanayên kurd ku bi erebî hatine nivîsandin bêne Kurdistanê.


Dîtina Nalî:

Salih got: “Bo bidestxistina agahiyan li ser destnivîsên kurdî li kitêbxaneyên welatan me rêyek dîtiye. Me hewl daye katalogên destnivîsên kitêbxaneyên dinyayê bidest bixin, da ku wisa destnivîsên kurdî vegerînin, yan herî kêm kopiyekê jê werbigirin, me katalogên gellek kitêbxaneyên Îran, Urdun û Siudiyê bidest xistine.”


Niha Bingeha Jîn, wek rêveberê wê dibêje hejmara tevahiya rojname û kovar û belavokên kevin li cem xwe hilandine, ew rojname û belavok di sala 1930 de derketine û 400 rojname û kovar jî di salên din de derketine, li wê bingehê kopiyên wan parastî ne: “Lê pirsgirêka mezin a bingeha me destkurtî ye bo kirîn û peydekirina hemû belge û wêne û destnivîsên pêdivî.”


Ji Sedsala 18. Destxetek Kurdî ya Bijîşkiya Gelêrî:

Tiba Melayê Erwasî hate dîtin Maşallah Dekak (Rûdaw) – Pirtûka Tibê ya ku 200 sal berê ji aliyê Melayê Erwasî ve bi kurmancî hatiye nivîsandin û Celadet Bedirxan jî di Hawarê de behsa wê dikir, hate bidestxistin. Destxeta pirtûkê niha tê latînîzekirin û dahûrandin. Bi dîtina vê pirtûkê re dîroka nivîskî ya kurd dê careke din bê nîqaşkirin.


Li Tirkiyeyê rayedarên dewletê gelek caran dibêjin “Zimanê kurdî têrî dersên ilm û zanînê nake”. Lê derkete holê ku Melayê Erwasî 200 sal berê bi destxeta xwe, bi zimanê kurmancî lê bi tîpên aramî (erebî) pirtûka tibê nivîsandiye. Di pirtûkê de behsa nexweşî, derman, nîşanên nexweşiyan, aliyên dermanan ên nerênî, parêz, şîroveya hin navan, mijarên baytariyê, mijarên cinsî tê kirin. Di pirtûkê de li ser nexweşiya ba, bayê çerxan, bayê sor, bawesîr, belxem, birîn, birîna xwîn tê, birîna goştrizî, bernegirtina daran, bêhna devî jî tê sekinandin û rêbaza wan a başbûnê tê vegotin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Gotinên Pêşiyan

Di pirtûkê de nav, rêbaza başkirina van nexweşiyan jî derbas dibe: Birînên hundirîn, kewa birînan, birîna xencerê, birînên tîr û tivingan, bîrov, çavêş, çavê şikestî, çavê werimî û bi xwîn, êşa piştê, êşa diranan, êşa sîng, germiya bedenê, gezkirina dûpişkê, geztina marî, qolinc, qewirandina heywanên geztinê, girê û rîşên ser hestiyan, nexweşiya ku çav goşt û xwîn digre, guhêş, guhê giran, hemla jinê, heraret, îlancux, navçûn (îshal), navçûn û zikêş, jehr, jehrxwarin, kurm, kurmê zik, ketina deng, mar bikeve zik, mîznehatin, mûyên çavan, dirêjkirina mûyan, mad û biz, nexweşiya xewê, nezle, hatina avê ji çavan, çavtarîbûn, ronahiya çavan, revandina mûriyan. Di pirtûkê de bi dehan nexweşiyên din ên cur be cur hene û Melayê Erwasî riya başbûna van nexweşiyan û dermanên ku divê ji bo van nexweşiyan bên çêkirin nîşan dide.


Di pirtûkê de kîtekît behsa hin giya û nebatên ku derman in û divê nava hev de bên kutandin jî dike. Erwasî tenê nexweşiyan teşhîs nake, her wiha kîjan giya û nebat ji kîjan nexweşiyê re baş e û divê çiqas bên kutandin, çiqas bên vexwarin an jî çiqas bên tevlihevkirin, yek bi yek vedibêje. Kadrî Yildirim dahûrîneriya pirtûkê dike Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim niha li ser pirtûkê xebatên latînîzekirin, dahurîn, tespît û tehlîlan dike. Yildirim, ji Rûdawê re diyar kir pirtûka Tiba Melayê Erwasî ji pexşana kurdî ya klasîk nimûneyeke balkêş e û bi qasî ku tê zanîn di warê nûjdariyê (bijîşkî) de mînaka yekemîn a nivîskî ye. Yildirim, got heta nîvê sedsala 20emîn li Kurdistanê hejmara nûjdaran kêm bûye û gelek nexweşî bi riya nûjdariya gelî dihatin dermankirin û hê jî ev nûjdarî dewam dike. Ji bo dermankirina gelek nexweşiyan ji nebatan mifa dihat wergirtin û hê jî rewş wisa ye. Di eslê xwe de bingehê gelek dermanên ku îro nûjdariya nûjen bi kar tîne, li ser nebatan e. Deverên Kurdistanê ji aliyê nebatan ve pir dewlemend in, nûjdarên gelî bi saya vê dewlemendiyê di sazkirina dermanan de bi astengî û zehmetiyan rû bi rû nemane.


Kadrî Yildirim, bal kişand di nava tirk, ereb û farisan de qesîdeyeke tenê jî bi serê xwe bûye mijara lêgerîn û lêkolînan, bûye mijara tezên akademîk û wiha got: Min jî bi vî çavî li Tiba Melayê Erwasî nihêrt û min dît ku hêja ye xebateke dahûrînî li ser bê kirin û raya giştî ya nûjdariyê wê nas bike. Me ev pirtûka hêja hem bi kurdî hem bi tirkî di bin destpêkek, çar beş û pêvekek de nirxand û dahûrand.


Celadet Alî Bedirxan behsa Erwasî dike Erwas gundekî navçeya Miksê ye. Navê gund yê niha bi tirkî Doğanyayla ye. Miks navçeyeke Wanê ye û navê wê yê nû bi tirkî Bahçesaray e. Bi qasî ku tê zanîn yekemîn nivîskar û lêkolînvanê ku qala nivîskar Erwasî û pirtûka wî kiriye, qaymeqamê Sultan Ebdilhemîdê Duyemîn ê Mûtkiyê, Yûsuf Ziyadîn Paşa ye. Yûsuf Ziyadîn Paşa di pirtûka xwe ya bi navê “êl-Hediyyetu’l-Hemîdiyye Fî’l-Luxati’l-Kurdiyye” (Ji Sultan Ebdilhemîd re Bi Kurdî Diyariyek) ya ku bi fermana Sultan Ebdilhemîd nivîsandiye de, dema ku navê hin zanayên kurd û berhemên wan tomar dike der bareyê nivîskar Erwasî de hevokeke erebî wiha bi kar tîne: “Rîsaletu Mula Muhammed el-Erqetînî Fî Îlmi’t-Tıbb” (Pirtûkçeya Mela Mihemedê Erqetînî). Çawa ku tê dîtin, Yûsuf Ziyadîn Paşa nasnavê nivîskar ne wekî Erwasî, wekî Erqetînî nivîsandiye.


Paşê em ji Celadet Alî Bedirxan pê dihesin ku nivîskar ji gundê Erwasê ye, li ser nûjdariyê pirtûkeke biçûk lê hêja nivîsandiye û di nava gel de navê vê pirtûkçeyê wekî“Tiba Melayê Erwasî tê zanîn. Celadet Bedirxan di kovara Hawarê de, di hejmara 33emîn de, di bin sernavê “Klasîkên Me” de bi navê xwe yê Herekol Azîzan wiha dibêje: Melayê Erwasî kitêbek kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanan jî dibêje. Min bi xwe nedîtiye, ez bi saxluxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ku Melayê Erwasî di weqtê Evdal Xanê bavê Bedirxan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re Tiba Melayê Erwasî dibêjin. Hêjayî gotinê ye Destxeta Melayê Erwasî di destê Mela Zeynelabidîn Amedî de ye û wî kopiya vê destxetê ji nû ve derbasî ser kaxiz kiriye. Li gorî pêzanînên Yildirim, navê Melayê Erwasî yê rastîn Şêx Mihemed e, di heman demê de mezinekî tesawufê ye û gihiştiye pileya qutubiyê.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Man at the Crossroads / Man Controller of the Universe (Zelamê li Duryanê / Mirovê Venihêrê Gerdunê)

Destxetên Ehlî Heqê:

Ev destxet jî bi tîpên erebî hatine nivîsîn, dema mirov edebiyata Yarsaniyan dikole, pirsgirêka demî derdikeve pêşberî me. Anku pirsgirêka metnên nivîskî ku yên heyîn nivîsandina tarîxa wê. Li gor Jean Durîng, kevintirîn destxeta Yarsaniyan di sala 1770 de hatiye dîtin.[1] Li gor vêya di tarîxa edebiyatê de, Baba Tahirê Uryan (s.s 10.) yekem helbestvanê Yarsaniyan e, ku ev jî çend helbest bi zimanê Lorî ve nivîsandiye. Ev jî dibe delîlek ku destxetên bi kurdî ji zû ve tê li pêşberî me. Lê bi destxetên Baba Tahirê Uryan ve di destên me de tu agahî nînin.


Çend Pirtûkxaneyên Xwedî Destxetên Kurdî

1- Pirtûkxaneya Lenîngradê

2- Pirtûkxaneya Kurdî ya Casimê Celil, Vîana.

3- Pirtûkxaneya Suleymaniyeyê ya li Stenbolê.

4- Pirtûkxaneya Destnivîsîna Li Konyayê.

5- Pirtûkxaneya Gel ya Li Amedê.

6- Pirtûkxaneya Berhemên Destnivîs ya Bexdeyê, Li İraqê.

7- Pirtûkxaneya Qahîreyê (Dar-ul Kutubî el- Misriye) Li Misrê.

8- Pirtûkxaneya Taybet ya Zeynelabîdîn Amedî ( Li dora 50 berhemên destnivîs hene)


Tê zanîn li her derê Kurdistanê ziman û axaftina kurdî qedexe bû herwiha nivîsên bi kurdî jî qedexebû û dihat winda kirin. Mesela li Tirkiyê piştî damezirîna Komara Tirkiyê li ser zimanê kurdî bi her awayî asîmîlasyonek hatibû. Derheqa ziman û edebiyata kurdî de çi hebe hemû hatiye winda kirin. Destxetên kurdî jî ji ber bikaranîna tîpên erebî xwe ji windakirinê xilas kiriye. Ji ber ku wek kategoriya pirtûkên pîroz hatiye qebûl kirin.


JÊDER/ÇAVKANÎ

Alakom, Rohat. (2011). “Efsaneya Qanadê   Kurdo,  :http://netkurd.com/?mod=news&option=view&id=8494

Celalî, Murad. “Adat û Rusûmatnameê Ekradiye û Çend Gotin”. Nûbihar. Hjm: 112,2010.

Geverî, Ayhan “Ji Koleksiyona Basile Nikitin Sê Çîrokên Kurdî”. Nûbihar. Hjm: 108., 2009.

Malmisanij, M. “Osmanlı Döneminde Yazılan Kürtçe Eserler Üzerine-II”. Tarih ve Toplum. Hjm: 55, 1988.

http://mufredat.wordpress.com/2013/02/08/kurtce-elyazmalari-hakkinda-birkac-soz/

http://www.bilicanhaber.com/yazar.asp?yaziID=4707

http://www.newededersim.com/news_detail.php?id=4040

http://candname.hk-mg.net/2012/02/40-hezar-destnivisen-kurdi-li-melbenda.html

Sağniç, Feqî Huseyn , Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002

Emin Zeki Beg, Muhemmed, Kürtler ve Kürdistan Tarihi, Weşanxaneya Nûbihar, İstanbul, 2012

Malmîsanij, Mehmet, Türkiyede ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayımcılığın Dünü ve Bugünü, Weşanxaneya Vate, İstanbul, 2006.

Valî Shahab, Les Yarsans, 2011, Parîs

[1] Valî Shahab, Les Yarsans, 2011, Parîs r. 8


Mehmet Emin Cırık