Kurdî, Mitoloji

Çîroka Gulê

Li gor rîwayetê; daristana Pieriayê ya Makedonyayê bi sedsalan e perî jiyane. Periyên ku gelek carî bi cil û bergên spî yên ji tulê pêkhatî ne li xwe kirine û li derdor çemên nêzîk yên daristanê jiyane, rojên xwe bi stranstranê û xwe bi şuştina ava hûnik a çemê derdora daristanê û bidanskirinê ve bihurtine. Di mîtolojiya kevnare ya yewnanî de xwedawenda çîçekê, Chloris de Pieria, di daristanê de dijî û mîna keçikên xwe ji wan periyên ku di daristanê de ne, hez kiribûye.


Chlorisa ku her roj diçe da li çîçekên daristanê venihêre, dîsa rojekê dibîne ku li ser zinarekî periyek razaye. Di destpêkê de dihizire dibêje qey perî razaye, lê nêzîkî lê dike fahm dike ku perî miriye. Li ber vê yekê dikeve û digirî, xwar dibe, çokên xwe datîne erdê û eniya periyê radimûse. Bi ramûsana Chlorisê, periya ku li ser zinêr razaye vediguhere, dibe çîçekeke çilmisî. Chloris çavên xwe digire û li ber Venus digere û Venus hingê tê û Chlorisa ku di nav hêstiran de perîşan bûye hildide dixe nav hembêza xwe, dibe hevparê êş û azara Wê. Venusa ku hest pê dike bê ka çiqas dilê Chlorisê dişewite, nêzê çîçeka çilmisî ya veketî ya li ser zinêr dibe, pelên wê yên tacî difûrikîne û parek ji xweşikahiya xwe dibexşîniyê, periya ku li ser şimêla  zirav a dirêj e, vediguherîne çîçekeke rengîn a birq a sor. Lê, digel vê hindê, ew periya ku li ser zinêr razayî ye bêyî çîçekeke çilmisî tu tiştekî nîn e… Ev yek, êşa Chlorisê venahewîne, birîna dilê wê nakewînê.



Bilezûbez li Bacchus digere. Bacchusê ku bi vê yekê dihese, bi qasî Chloris li ber dikeve û hema tê nik wê. Piştî ku qedeheke şarab vedixwe, nêzîkê çîçeka çilmisî dibe. Tevî ku çilmisî ye lê dikeve bin tesîra vê bedewiyê. Xwarê ser dibe da ku bêhn bike hingê fahm dike ku bêhna çîçekê tune. Hingê Bacchus biryar dide, ji bo ku êşa Chloris siviktir bike, bêhneke xweş diyarî wê dike û çîçek mîna nektarên Xwedawendan bêhn dide. Lê tevî xweşikahiya wê û bêhna wê ya xwedayî bêyî çîçeke bêruh a çilmisî ya ku li ser zinêr e tu tiştekî din nîn e… Lewma jî Chloris, ji parçeyeke roj, dest bi bergerînê dike. Lê arezû û daxwazên wê bi tu awayî nagihin Xwedawendê tavê Helios. Lê Xwedawendê bayê Aeolus ê ku di wir re dibihûrî bi dengê wê dihese û bêhneke kûr digire û bi hemû hêza xwe pifê ewran dike, hingê ewr ji hevûdu vedikişin. Nîhayet tav wê dibîne.


Chloris, ji bo tavê li ber Apollonê ku yek caran ji nav ewran xuya dibe, digere. Apollon hingê emir dide da ku tav bêtir bişewqe. Tava ku vedike û bi hemû hêza xwe, tîrêjên xwe li ser rûyê erdê direşîne, ew çîçeka çilmisî ya ku li ser şimêla zirav veketî ye, hingê bi ser xwe de tê, radibe pê û bi hemû xemla xwe perên xwe vedike. Chloris dawiya dawî li Mars digere. Mars yekcar ji nav qada şer tê. Di gurmika wî de birînek heye û xwîn vedide. Wî pêdivî bi lezê heye û hetta keys li hev nehatiye ku doktor li ser birîna wî hûr bibe. Çer tê şûr û mertalê xwe datîne erdê, bi dilhilûkiyekê li periya ku veguheriye çîçekê dinihêre. Li ber serê çîçekê çok datîne û daxwaz dike ji dil ve, da ku mertalek hebe û wê biparêze. Û paşê mûcîzeyek tê pê. Di destiyê gulê de stirihên tûj serî didin. Çîçek ê êdî bikaribe xwe biparêze. Ev jî diyariya Mars e ji bo çîçekê.


Êdî wê pêdivî bi tiştekî din nîn e. Ji wê kêliyê û pê ve, hemû ruhên perî yên ku mirî ne yên di vê daristanê de ne, bi ruhê vê çîçekê vedijîn. Chloris hingê pir kêf dike û navê vê çîçekê “gul” lê dike. Chloris, pê dihese ku li ser bedewiya gulê ya ku dilê meriv pê hê pihêttir lêdide salûx tê dayin, hingê hest pê dike da ku, kes têkilê bedewiyê nebe û wê serjê neke, wê bêhna wê ya nektarîn nequrifîne, destê xwe dirêjê destiyê wê dike, hingê stirihên tûj di destên wê de cit dibin û xwîn dikin, paşê kenekî bêxwê dike. Her weha Chloris, hewl daye da ku xemla heyî ya gulê ya tê xuyakirin ê di nava stirihên wê de were wendabûyin, bide fahmkirin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Eros û Psyche

Dante Gabriel Rossetti, Venus Verticordia


Di mîtolojiya Îranê de jî, pêşî keybanûya çîçekan, nilufer bûye, paşê çîçekan, ji berk u nilufer pir razaye, giliyê wê bi Xweda kirine, paşê li ser vê yekê Xweda jî çîçekeke ku hê hindik radizê û hê hindik teraliyan dike, diafirîne. Ev wekî gul tê binavkirin. Ji bo xwe ji metirsî talûkeyan biparêze gewdeya wê bi stirihan ve dixemilîne.


Li gor rîwayetê, rojekê gulekê diyarî kurê xwe, Eros dike. Eros jî wê gulê diyarî Xwedawendê bêdengiyê Harpocrates dike, her weha gul bûye sembol û nîşana “hezkirinê”, “bêdengiyê” û ‘’veşariyê’’. Hetta “Di Bin Gulê De” ya ku di Latînî de ye, peyva “Sub Rosa”, “Heke çi bê axaftin, çi bibe dê li wir bimîne.” ye, ew wateya veşarî ji vir hatiye.


Pierre-Auguste Renoir, Bouquet of Roses


Di dîroka nivîskî de agahiyên qeydkirî yên yekemîn ên ku li ser gulê hatine pê, li ser tabletên kîl yên 5 hezar berî niha yên li Mezopotamyayê ne, lê rast hatine. Ji bexçeyên mêwên tirî yên Babîlê, gulên ku dihatin çandin û gihandin, gulrûn û gulav dihatrakirin. Di çîrokên mîtolojîk de, wekî tê salûxdan ku Xwedawendan dest dane hevûdu û gul afirandine ji serdema Helenîstîk wekî bi awayê sîstematîk li serê hatiye sekinandin. Paşê di serdema împaratoriya Romayê de gul û bi kar anîna wê gihaye asta herî bilind. Ji ber bêhnxweşiya wê, di ziyaret, dawet û civînan de bi her awayî gul hatiye bi kar anîn.


Di heman demê de gul, li ser reçeteyên bedewiyê yên jinan hatiye nivîsandin. Romayî di derheqê taybetmendiyên gulavê de hay jê hebûne ku ji antîseptîk û antînaktiryelê re bi kêr hatiye, lewma jî girîngiya ticareta gulê bûye berbiçavtirîn. Gula ku wekî figûra hevpar a Rojhilat û Rojavayê ye, hêla wê ya ku xwe dispêre mîtolojiyê, di vegotinên dîtir de jî bihûriye. Di kultira çandiniyê de bûye hêmaneke gelekî girîng. Berî niha 4-5 hezar sal li Bakurê Ewrûpayê rastî belgeyên gulçandinê û gulgihandinê hatine, tevî vê yekê, vedanên erdî yên ku li Amerîkayê hatin kirin, nêzê eyaletên Colorado û Oregan rastî fosîlên gulên neşaristanî yên berî niha 30 milyon salî hatine. Ji sedsala 13. û vir ve, şitilên ku Xaçiyan bar kirin û anîn welatên Rojhilata Navîn, bi demê re ji Fransayê derbasî Îngilistanê bûye. Li ser gulgihandinê û parzûnkirina wan tecrubeyên gelekî xurt hatine pê, lewma jî sanayiya gulê pir pêş ve çûye.