Opel Corsa 2022
Opel markeyeke almanî ye û niha modelên wê di bin banê PSA’yê (Citroen, Peugeot, Opel) de têne hilberandin. Corsaya Opelê piştî makyaja 2018an zêdetir hate hezkirin. Bi taybetî ji ber rahend, şikl û şemalê wê gelekî bal kişand ser xwe.
Şikl û Şemalê Wê:
Corsa li gorî ya beriya xwe 24 santîman kin bûye. Ev pîvan reqîbên wê xurt dike. Poz ango pêşiya wê bi guhertinên mînîmal xwe xurttir dide nîşan. Guhertina xweş li paş wê çê bûye ku çavên xwazgînan kor dike.
Baxaca Wê:
Baxaca wê 309 lître ye. Li enegorî reqîbên xwe kêm e. Mînak, Fabia, Citroen C3, Polo wan heya digihêjin 350 lîtreyê wan. Dema tu paldankên dawîn radî dibe 1080 lître. Di baxaca wê de zêde ewk ango aparat nînin. Zor sade ye.
Hundirê Wê (Dawiya Wê):
Keresteyên li dawiyê hatiye bikaranîn hişk in. Lê ev keresteyên hişk bi neqş û xetên xweşik hatine neqşkirin. Qedehdanka wê niye. Mesafeya wê ya eksê 28 santîman zêdetir bûye lê hîn jî teng e. Wekî din, rûyê paldankan bi qelîteyeke normal hatine raxistin.
Kokpîta Wê:
Sê pakêtên vê modelê hene. Ya ku li ber destên me Edition Elegance e. Ango hema hema pakêta tije ya ser xwe hemşêwe ye. Dîreksiyon xweşik bûye. Kadrana wê analog e. Ekrana nîvekê 7 înc e. Wekî din taybetiyên din di vîdyoyê de ye.
Ajotin:
Kombînasyona motora wê ji bo ardû û performansê pir îdeal e. Bi motora xwe ya 1.2ê ya pîûjekê, 100 belgîrî û 250 torkê ajotineke îdeal pêş ajovanê xwe dike. Di fetlonekan de hinekî rê zeft nake, lê kortikên li ser cadeyên xerabe xweş dimehîne. Ji ber sitûnên wê yên pêşiyê stûr in, bergeha ajovan teng dike.
Nêrîna Giştî ya Teknîkî
Cûre: otomobîl / segmenta Byê
Qase / hejmara deriyan: Hatchback / 5 derî
Cûreya motorê:Benzîn / 3 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem): 2022, hilberîna wê didome
Şewat (nav bajar / derveyê bajar): 4.8 lt / 3.8 lt
Hêza motorê: 100 hp
Şanziman: Otomatîk / 8 Fitêz / dutekero
Lezgînî 0-100 km/saet: 13,2 sn
Lezgîniya herî bilind: 174 km/saet
Baca wê ya salane:(2022 model û 1560 cc) 1.000,50 TL x 2
Motor û Performans
Cureya motorê:Benzîn / 3 sîlîndîr
Mêjera motorê:1199 cc
Hêza herî bilind: 100 hp (90 kw) / 6.300 rpm
Torka herî bilind: 113 Nm 2.750
Lezgînî 0-100 km/saet: 13,2 sn
Leza herî bilind: 174 km/saet
Rahend
Hejmara Paldankan:5 paldank
Dirêjahî: 4060 mm
Firehî: 1765 mm
Bilindahî: 1433 mm
Giranî:1055 kg
Baxac:309 lt
Pîvana lastîkan:185/65 R15
Mehmet Emin Cırık
Pir buha ye lê ez evîndarê rengê lansmanê bûm. 😍 Destxweş ortî.
Hûn bi xêr hatin.
Axx ax model a min bûya ma wê çi bûbûya! :/