Felsefe, Kurdî

Daristana Aristotales a Pîroz û Perîpatetîk

Aristotales, ji bo ku bi şagirtên xwe re di heman katê de hem dersên jîmnastîka hiş hem jî dersên jîmnastîka laş pêk bîne, di sivderên fireh ên xwendegehê re bi xwendeyên xwe re dimeşiya, her weha Ekola Perîpatetîk ava kir û pêş ve anî. Li gor ferhenga Nîşanyan: Peripatetique bi fransî ji van çavkaniyan hatiye der “1. Lihevgerîn, gerok, 2. Ew kesê ku endamê ekola felsefî yê Aristotales in”. Ev peyv ji Yewnaniya Kevnare patéō πατέω ji lêkera “meşê” peri+pêşqertafî pêk hatiye.


Aristotales, li hember Akademiya Platon B.Z 335î de li Atînayê xwendegeha xwe, Lykeionê ava dike. Ev der, perwerdehiyeke zanistî û felsefî bi awayekî çak û astbilind  pêşkêş dike. Sazûmaneke taybet ya ku ji hêla dewletê nedihat avakirin û nedihat fînansekirin, bû. Lykeiona a ku dihat wateya “Daristana Pîroz” di heman katê de yek ji navên Xwedawend Apollon bû û dihat wateya “parêzvanê ji guran”.


Aristotle’s Lyceum in Athens


Lykeion; wekî lîseya pêşîn tê pejirandin. Her weha kok û biniya “Lîseya” îroyîn e jî. Ev nav, paşê derbasî gelek zimanên din bûye û bûye navê dibistana dibistana navîtayî. (Di Alemanî de lyzeum, di Fransizî de Lycee û di tirkî de jî Lise.) Sedemê hilbijartina Aristotales a li ser vî navî dikare bi du texlîtî were ravekirin: yê pêşîn, dikare wekî vehesîneke ji bo pîrozweriya daristanê ya ji bo hînbûn û fêrbûna zanînê, yê duwemîn jî neperwerdebûyinê, nezanînê wekî tiştekî xetere bi nav bike, welê bide nîşandan (bi gurekî bişibîne), aliyê Apollonê “ji guran parastin” wekî metaforekî dikare bi kar bîne.


Lykeion, cihekî, riya gerê ya binavûdeng a antîkîteyê ya ku ji herdu hêlan ─çep û rast─ ve bi daran dorlêpêçayî bû. Di demên bi dû vê serdemê re dest pê kir û dersên xwe li vir pêk anî. Lewma jî ev têgiha felsefeyê jî welê ava bû û ev ekol bi navê Perîpatetîk (yên meşê dikin) ve hatin naskirin. Aristotales, dizanîbû ku, meş yek ji çalakiyên herî kevnare û bingehîn yên însaniyetê bû, lewma jî têkiliya wê ya bi azadî, hizirîna felsefî û medîtasyon; têkiliya di navbera hiş û beden de dê hêzdartir bike û her weha dê rê û deriyên bicihkirin û keşifan veke. Ji bo alîkariyê li peyivîn û hizirîna xwendeyên xwe bike, meşeke rûtîn a kûr û sehekî tanî pê.


Raffaello Sanzio,  Scuola di Atene


Ez bawer im, Raffaello Sanzio ketiye bin bandora vê yekê û di freska xwe ya navdar a bi navê “Xwendegeha Atînayê” de, heçku Aristotales bi Platon re dipeyive, resimandiye. Zilamekî ku tiliya wî ya beranîkê li pêş, bi gavên jixwebawer dimeşe. Mijarên dersên perwerdehiya astbilind a di vê xwendegehê de, mijarên wekî, metafizîk, mantiq û fizîk bûn. Lewma jî ji bo ku ev mijarên kûr ên razber bêne fahmkirin, asteke bilind a zanînê jê re diviya. Ew dersên ku hînbûna wan ji hêla herkesî ve dikarîbû bi hêsanî bihata fahmkirin, dersên wekî, retorîk, siyaset û ekonomî bû. Ev dersên ha şênber û agahiyên wan ji şênberiyê pêk dihatin. Di civaka hemdem de li gor serdemên berê ji tevgerandinê, hereketkirinê û berxwederiya kesî ya fizîkî pir hindik sûd tê wergeritin. Lê, gelekî feylesof û kesên ku di warê hizrê de dixebitin, didin nîşandan ku masûlkeyên qerqûdeyê û mêjî tesîrê li ser hevûdu çêdikin.


Friedrich Nietzsche welê gotiye “Ew hizrên xurttirîn tev di wextê meşê de hatine pê.” Jean Jacques Rousseau, di berhema xwe ya navdar a bi navê Îtîraf de welê dide zanîn; meşandin tiştekî weha ye ku ew hizran dide hereketkirin û zîndekirin û dom kiriye; livandina mêjî girêdayî, livandina lingan e. Henry David Thoreau jî weha tîne ziman “Kêliya ku lingên min dilivin, hizrên min dest bi herikandinê dikin.” Pierre Gassendi li hember têgiha navdar a Descartes a ku wî kiribû rêbaz “Ez difikirim, naxwe ez heme.” ev têgih aniye pê “Ez dimeşim, naxwe ez heme.” (bi Latînî: cogito ergo sum). Ew welê diferzîne ku mêjî û beden nikare ji hevûdu bê veqetîn.



Ya rast masûlkeya qerqûdeyê, ji hêla feylesofan ve wekî riya xweşlêfikirînê, riya bidestxistina fikrên nû û riya herî bandordar a aktîfkirina kirinên mêjî hatiye dîtin.


Divê herçend ji dest bê meriv hewçend hindik rûne; ew hizra ku meriv wextê ku ayam xweş be û bimeşe neyête pê û her weha masûlke jî tevlibûna vê şahiyê nebe, divê meriv baweriyê bi bi wê hizrê neyine. Çav û kaniya pêşdaraziyê rovî ne. Mîna ku berê jî min anîbû ziman “Ew zulima ku meriv li Ruhê Pîroz dike, nelivandin e.” Friedrich Nietzsche, Ecce Homo.


Meş her tim fetlonekeke weha ye ku piştgiriyê dide însên ku ew bikaribe di nav xwe de were heyvan. Beden xwe bi rîtima xwe digihîne û hiş, hingê xwe azad, ango guncan hîs dike. Bi meşê, fikrê nasnamayê ji xwe, yekê din bûyin, meriv ji xwesteka xwedannav û çîrokekê direve. Wextê dimeşî difikirî, wextê difikirî dimeşî; paşê jî meriv nivîsandinê bîne-daxîne kurtebêhnvendanê, ev yek bûye tercîha gelekî feylesofan.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Destxetên Kurdî - III

Heke di vê serdema îroyîn de ekoleke ku bi Perîpatetîk bişibiya ava bûbûya yan jî rûtîna meşê pêk bianiya we dê bixwesta ev kî bûya?