Etiket

Mehmet Emin Cırık

Otomobîla Min, Teknoloji

Peugeot 308

Peugeot markeyeke fransî ye û niha modelên wê di bin banê PSA’yê (Citroen, Peugeot, Opel) de têne hilberandin. 308a Peugeotê piştî sê salan dîsa hate nûjenkirin. Bi taybetî ji ber rahend, şikl û şemalê wê gelekî bal kişand ser xwe. Ji bilî wê, bi taybetî logoya wê êdî eşkere bû ku şêr e, berê, gengeşî li ser hebû ku hinekan digote ne şêr e, piling e; hinekan jî digote, na, şêr e, ne piling e. lê bi vê modelê ew gengeşî safî kir. Me ev model li bayiye da nasîn. Merêv bibêje “hevnasîn” baştir e. Lewra em di vê vîdeoyê de najon, tenê didine nîşandan. Devamı İçin Tık Tık

4 Yorum
Otomobîla Min, Teknoloji

Opel Corsa 2022

Opel markeyeke almanî ye û niha modelên wê di bin banê PSA’yê (Citroen, Peugeot, Opel) de têne hilberandin. Corsaya Opelê piştî makyaja 2018an zêdetir hate hezkirin. Bi taybetî ji ber rahend, şikl û şemalê wê gelekî bal kişand ser xwe.


Devamı İçin Tık Tık

7 Yorum
Kurdî

Destxetên Kurdî – III

40 HEZAR DESTNİVÎSÊN KURDÎ LI MELBENDA SEDAM HATINE DÎTİN:

Nêzîka 7 salan e bingeha Jîn li bajarê Silêmaniyê, kitêbên destnivîs û wan rojname û belavokan kom dike ku Kurdan bi kurdî yan bi zimanên din nivîsandine û wek ar li ber bayê winda bûne, lê hê jî gelek qaseyên (xezîne) windayî bi tevahî nehatine komkirin.


Devamı İçin Tık Tık

24 Yorum
Kurdî

Destxetên Kurdî – II

Di Dema Osmaniyan de Destxetên Kurdî:

Şemsettîn Samî di berhema Ferhenga Ansîklopedîk ya ‘’Kamûsû’l A’lamê de behsa çend destxetên kurdî dike. Dîsa bi lêkolîna kurdologê Holendî Martîn Van Bruinessen, destxetek kurdî ‘’Duaya Minorskî’’ bi zimanê Ermenkî hatiye dîtin. Ev destnivîs teqrîben sedsala 15. de ye. Dîsa di Seyahatnameya Ewliya Çelebî de, ku ev berhem niha di muzeya Topkapı ya Stenbolê ye, çend metnên kurdî bi saya lêkolînên Bruinessen hatine weşandin. Bi vî awayî hinek metn di dema Osmaniyan de hatine weşandin, lê pirraniyên wan nehatine weşandin, di pirtûkxaneyan de hatine parastin. Devamı İçin Tık Tık

9 Yorum
Kurdî

Destxetên Kurdî – I

Di dîroka kurdan de beriya îslamê li ser xet û nivîsandinên kurdî raste rast agahiyên zelal nînin. Herwisa têkiliya tarîx û nivîsandinê jî gelek xurt e. Ji ber hindê ye ku tarixa kurdan di tarî zulmatê de ye. Eger xet û nivîsên kurdî di destê me de hebûya dibe ku derheqa tarîxa kurdan de delîlên baş da di destê me de hebûna. Gelo çima tarîxa miletekê bi vî rengî ye? Gelo kurdan di dîroka xwe û ya cîhanê de ma qet rol ne lîstîne? Eger miletek a niha kêm zêde 50 milyon be û bê dîrok be ji bo meriv çiqas zor tê eger tu bi xwe kurd bî tesîrek nexweş li ser mirovî dihêle. Ji ber hindê ji pirsa zêdetir divê bersivên pirsa mirov bigere û aşkera bike.


Devamı İçin Tık Tık

29 Yorum
Edebiyat, Kurdî

William Shakespeare

Helbestkar, şanoger, şanonûs û lîstikvanê Îngilîz ê mezin 23’yê Avrêla 1564’an, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin). Di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye. Shakespeare, tevî ku bi berhemên xwe ve mohra xwe li dîroka wêjeya mirovahiyê xistiye, zanînên me yên derbarê jiyana wî de pirr kêm in; ji belgeyên fermî yên mîna tomar û qeydiyên dêrê, dadgehê û tapoyê û pê ve û ji çend têbîniyên ku hevçaxên wî li ser wî nivîsandine û pê ve tiştekî zêde berdest nîn e. Devamı İçin Tık Tık

24 Yorum