Peugeot 308
Peugeot markeyeke fransî ye û niha modelên wê di bin banê PSA’yê (Citroen, Peugeot, Opel) de têne hilberandin. 308a Peugeotê piştî sê salan dîsa hate nûjenkirin. Bi taybetî ji ber rahend, şikl û şemalê wê gelekî bal kişand ser xwe. Ji bilî wê, bi taybetî logoya wê êdî eşkere bû ku şêr e, berê, gengeşî li ser hebû ku hinekan digote ne şêr e, piling e; hinekan jî digote, na, şêr e, ne piling e. lê bi vê modelê ew gengeşî safî kir. Me ev model li bayiye da nasîn. Merêv bibêje “hevnasîn” baştir e. Lewra em di vê vîdeoyê de najon, tenê didine nîşandan.
Şikl û Şemalê Wê:
Dema merêv çav lê dikeve, bi şikl û şameleke zor xurt ango dînamîk xwe dide nîşan. Bi logoya xwe ya nû, rengê wê yê lansmanê, ledên matrîxê û xetên wê yên hawirdorê…hwd. xwazgînên xwe sermest dike.
Baxaca Wê:
Baxaca wê 412 lître ye. Li enegorî reqîbên xwe kêm e. Mînak, xwişka wê Astra jê zêdetir e. Dema tu paldankên dawîn radî dibe 1200 lître. Di baxaca wê de zêde ewk ango aparat nînin. Zor sade ye.
Hundirê Wê (Dawiya Wê):
Keresteyên li dawiyê hatiye bikaranîn hişk in. Lê ev keresteyên hişk bi neqş û xetên xweşik hatine neqşkirin. Qedehdanka wê wek modelên din li kar e, wekî din qelîte û taybetiyên din hema hema wek 208an e.
Kokpîta Wê:
Kokpîteke hinekî din nûjen û xurt pêşwaziya merêv dike. Bi rastî jî endezyar gelekî li ser dixebitin. Bi taybetî dîreksiyona wê ya çûçik wek cîcîka zarokan pir xweşik e. Û kêlên wê yên li ser kokpîtê qelîteya wê xwe dide der. Ji ber ku ev pakêta herî tije (GT) ye. Gelek tişt ji xwe standart in.
Nêrîna Giştî ya Teknîkî:
Cûre otomobîl / segmenta Byê
Qase / hejmara deriyan Hatchback / 5 derî
Cûreya motorê Benzîn / 3 sîlîndîr
Hilberîna salê (yekem) 2022, hilberîna wê didome
Şewat (nav bajar / derveyê bajar) 7.2 lt / 5.0 lt
Hêza motorê 130 hp
Şanziman otomatîk / 8 Fitêz / pêşkêş
Lezgînî 0-100 km/saet 9,27 sn
Lezgîniya herî bilind 210 km/saet
Motor û Performans:
Cureya motorê Benzîn / 3 sîlîndîr
Mêjera motorê 1199 cc
Hêza herî bilind 130 hp (96 kw) / 5.500 rpm
Torka herî bilind 230 Nm 1.750
Lezgînî 0-100 km/saet 9,7 sn
Leza herî bilind 210 km/saet
Rahend:
Hejmara paldankan 5 paldank
Dirêjahî 4367 mm
Firehî 1852 mm
Bilindahî 1441 mm
Giranî 1291 kg
Baxac 412 lt
Pîvana lastîkan 25/40 R18
Mehmet Emin Cırık
Çawa reng e!!
Xwezî ya min ba 🤣