Kurdî, Resim, Sanat

Zdzislaw Beksinski

Li piştî gelekî wext merheba, ez dixwazim qala Zdzislaw Beksinskiyê balkêş e û ew kesê ku ez zêde zêde di bin tesîra berhemên wî de mame bikim. Beksinski hunermendekî Polonyayî ye. Ew bi eserên xwe yên dîstopîk ên surealîst tê naskirin. Di resimên wî, forograf û çapên wî de deverên hêwilnak ên derê dinyayê û fîgurên weha sêwirîne. “Ez dixwazim resimê mîna ku ez xewnan veguhezînim fotografê, biresimînim.” digot.


Zdzislaw Beksinski


Di seranserê kariyera dirêj a jiyana xwe xwe, di gelek qadên cuda yên hunerê de xebitî; peyker, fotograf, hunera grafîkê, xêzkirin û dawiya dawîn, xwe spart qada ku ew xwe bêpayan azad hîs dike: Resim.



Me gotibû hunermendekî enteresan e. Lewma jî hemû resimên wî bênav in -wî xwestiye ku xwe yek ji wan şîroveyên metaforîk bi dûr xîne. Wî her tim xwest nîşan bide ku di resimên wî de ne mijar ne jî wateyek heye. Hetta, ji ber vê yekê bû ku gelek ji eserên wî bênav bûn. Di 35 saliya xwe de, berî ku bar bike here Varşovayê hemû berhemên xwe di hewşa xwe de şewitand. Hetta wî ragihand û got hinek ji wan “pir taybet in” divê însan bi wan nehesin û wan nebînin.



Beksinski wekî hunermendekî, ketibû bin tesîra mirin, rizîn û  tarîtiyê, lê bi tenê van kela dilê wî ranedikir. Her weha bêyî van, ew bi têkildariya eroztîzm, razberkirin û mîstîtîzma Rojhilatê ve dihat naskirin. Beksinski qet perwerdehiya resimê nedîtibû. Li Zanîngeha Teknolojiyê ya Krakovê, Fakulteya Mîmariyê xwendiye û bi dawî kiriye. Piştî ku li înşeatê xebitì û bi şûn de çû bajarê xwe Sanokê, li fabrîkeyeke otomotîvê wekî avakarekî otobusê dest bi xebatê kir.



Di salên 1950yî de meraq wî li ser fotografê geş bû. Hinek ji xebatên wî yên fotografê wekî mînakên surealîst û ekspresyonîzmê têne pênasekirin. Yek ji fotografên wî yên herî navdar Korseya Sadist, her weha, dide xuyakirin ku Beksinski ji temayên sadomazoşîst hez dike.


Zdzislaw Beksinski, Sadist Corset


Di destpêka salên 1960î Beksinski dev ji fotografgeriyê berdide. Tixûbtengbûna wan fotografên ku wî kişandibûn bi qîma wî nedihat. Mîna ku fotografkişandin asoya xeyala wî tengtir dikir. Lewma jî bi gotina wî ya “xewnan veguhezînin fotografê” ew beraliyê resim û xêzkirinê bû. Berî ku bi tevahî xwe bispêre resim û xêzkirinê, demekê bi karê peykersaziyê rabû û çend rolyefên razberkariyê pêk anî. Resim ê bibûna alava herî rewa ya ku li gor vîzyona wî ya kesayetî ye û wî dê eserên welê biafiranda ku hingê însan ê mehtê wî bimana. Piştî ku wekî ressam hilberînên xwe yên yekemîn bi dest xist û bi şûn de, di 1967an de ji febrîkeyê hat qewitandin. Paşê bi tenê wekî hunermendekî xebitî. Beksinski pir kêm bala xwe da ser trendên dîtir yên hunerê, yan jî tew bala xwe neda ser.



Wî nedixwest ku ew bibe navenda baldayinê ya rexnegiran. Dewsa vê yekê, ew bi xeyalên xwe, xewnên xwe û hingofên xwe yên ku bûn sedema hilberîna populerbûna girêdayî ma. Di salên 1960an de komek resimên sadomazoşîst xêz kir. Dawiya salên 1960an û heya navenda salên 1980yî, li ser koma “fantastîk” a serdema wî ya herî navdar, dest pê kir û xebitî. Temayên berbiçav ên van berhemên xeyalî, fîgurên kabûsî yên beloq û dîmenên dûhejê yên ku şayesandina derxwezayî tirsnak a mîmariyê dike. Ev hemû bûn sedema hilberîna binavdengbûna wî ya Polonyayê û her weha vê yekê rê vekir ku ew li derê welatê xwe jî bê naskirin.


“Wate ji bo min bêwatebûn e. Sembolîzm ne xema min e û tiştê ku ez xêz dikim, ez li ser çîrokekê nafikirim û xêz dikim.”


Piştî serdema Fantastîk, tarza Beksinski hat guhertin û ew ket nava serdemeke ku wekî bi navê “gotîk” dihat binavkirin. Resimên ku di bin tixûbên serdema gotîk de bûn, serên ku deforme bûbûn, plastîkên ku hê hindik li hev dihatin, fîgurên ku hindik xewn dîditin, temsîl dike. Di salên 1990î de, wextê ku rê li ber jinûvesererastkirina resiman a li ser kompîterê mumkun bû, Beksinski hest pê kir da li fotografên xwe guhertinên ekspresyonîst bar bike, lewma jî bi karê sêwiriya grafîkê rabû.



Jiyana Beksinski gelekî trajîk e. Jina wî Zofia li pey nexweşiyeke gelekî dirêj û jandar di sala 1998an de mir. Lawê wî Tomasz li Polonyayê bernamevanê radyoyê bû. Di qada musîkê de kesekî binavdeng bû, întîhar kir, bavê wî, termê wî bi cih kir. Beksinski nikarîbû ji tesîra van mirinan rizgar bike û paşê bi tevahî xwe xist nava xewletiyê, jixwe kesekî ewçend civatşên jî nebû. Piştî ku xwendeyê wî yê yekta û resamekî girîng, Adrian Kedzia bi tevahî kor bû û bi şûn de dev jî resamiyê berda. Beksinski, dest jiyana tenêtiyê kir û bi tena serê xwe jiya. Di sala 2005an de 75 salî bû. Ew ji hêla Robert Kupiec ê ku lawê qerwaşeya wî bû, ji bo 100 dolarê bi deyn, bi dehan car ew hat kêrkirin û kuştin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Stanley Kubrick'ten Ingmar Bergman'a Mektup

Di sala 2016an de Jan Matuszynski, li ser jiyana Beksinski fîlmek bi navê Malbata Dawî (Ostatnia Rodzina) çêkir. Ez fragmana fîlmê bi we re parve dikim.



Her weha, li ABDyê, li Burning Manê ji bo pesnê hunermend, cih dane xaçekî sor ê mezin.


Red Cross


Bi xatirê we.