Etiket

Şano

Edebiyat, Kurdî

William Shakespeare

Helbestkar, şanoger, şanonûs û lîstikvanê Îngilîz ê mezin 23’yê Avrêla 1564’an, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin). Di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye. Shakespeare, tevî ku bi berhemên xwe ve mohra xwe li dîroka wêjeya mirovahiyê xistiye, zanînên me yên derbarê jiyana wî de pirr kêm in; ji belgeyên fermî yên mîna tomar û qeydiyên dêrê, dadgehê û tapoyê û pê ve û ji çend têbîniyên ku hevçaxên wî li ser wî nivîsandine û pê ve tiştekî zêde berdest nîn e. Devamı İçin Tık Tık

24 Yorum
Kurdî, Sanat

Maskeyên Dibişirin û Yên Ku Digirîn di Şanoyê de Çi Temsîl Dikin?  

Maskeyên dibişirin û yên ku digirîn di şanoyê de çi temsîl dikin?  Paşeroja şanoya modern ya îroyîn xwe dispêre serdema antîk ya yewnanî. Di serdema antîk ya yewnanî de, li ser navê xwedawendê kergeya dîrokî “Dionysos” (Berê jî me li vir behsê kiribû.) torenên olî yên ku pêk dianîn bingeha şanoya modern ya îroyîn aniye pê. Maske, wekî objeyên çandî ji Serdema Paleolîtîk û heya niha li çardorên dinyayê hatiye bikaranîn. Di şanoyê de maske, temsîliyeta tixûbên ku di navbera; bîner û sehne; çîrok û rasteqîniyê nîş dike. Di eynî katê de, temsîliyeta teşeya karakterên şanoyê yên lehîzvên e.


Devamı İçin Tık Tık

5 Yorum