Kurdî, Sanat

Maskeyên Dibişirin û Yên Ku Digirîn di Şanoyê de Çi Temsîl Dikin?  

Maskeyên dibişirin û yên ku digirîn di şanoyê de çi temsîl dikin?  Paşeroja şanoya modern ya îroyîn xwe dispêre serdema antîk ya yewnanî. Di serdema antîk ya yewnanî de, li ser navê xwedawendê kergeya dîrokî “Dionysos” (Berê jî me li vir behsê kiribû.) torenên olî yên ku pêk dianîn bingeha şanoya modern ya îroyîn aniye pê. Maske, wekî objeyên çandî ji Serdema Paleolîtîk û heya niha li çardorên dinyayê hatiye bikaranîn. Di şanoyê de maske, temsîliyeta tixûbên ku di navbera; bîner û sehne; çîrok û rasteqîniyê nîş dike. Di eynî katê de, temsîliyeta teşeya karakterên şanoyê yên lehîzvên e.



Di serdema Antîk Yewnanî de şêweya lehîzvaniya îroyîn ne derbasdar bû. Hestên ku li serê dihatin rawestin, bi, dewsa jest û mîmîkan, carcaran maskeyên ku di destên xwe de dihewandin û wextê ku diviya didan ber rûyên xwe ve nîş dikirin. Di serdemên antîkan de leyistikên ku ji hêla bi hezaran însanan dihat temaşekirin, ew bînerên ku li dawiyê, wan nedikarîbû leyistik bi rehetî temaşe bikin, ji bo wan lehîzvanan kincên berbiçav û ji bo ku bejnên wan bilind bên xuyakirin textên takoz bi biniya lingên xwe dixistin û maskeyên girs didan ber rûyên xwe. Di şanoya yewnanî de du cure leyistik hebû: Trajedî û Komedî (Trajedya û Komedya).


Di eynî katê de, tiştê ku lehîzvên digot û paşê ne li dû vê gotina xwe bû û ne berpirsê wê bû û lewma jî pê nedihat nasîn, ji ber vê yekê, tê hizirîn ku ji hêla geleriyê maskeyên pir mezin dihatin bikaranîn.



Ji lew re; tragedya, ji mijara pêveçûna xwedand û însên pêk dihat. Komedî jî pêqerfkirina siyasî bû. Di leyistikê de, carinan lehîzvanan qiseyên mezin dikirin, rexneyên giran dikirin. Pisporine, -herçend bi awayekî ne berbiçav be jî- li ser tesîra dengbelavbûyina maskeyan radiwestin.


Naxwe, Demokritos û Herakleitos di ku derê vê meseleyê de ne? 


Riwayet dibe ku, Demokritosê ku li nîvê dinyayê digere û dikeve pey zanîn û zanyariyê û paşê vedigere mala xwe -yanî Abderayê-, her ku diçe ji civakê bi dûr dikeve û di jiyaneke munzewî de dijî. Piştî destpêkirina înzîvaya wî û hema paşê li ser rûyê wî mutebessîmiyek hatiye pê. Li pey ku, li însanan mêze kiriye û dest pê kiriye xwebixwe keniyaye, gelê Abderayê hema bi leza birûskê ji Hipokrat re name nivîsiye. Di nameyê de dane zanîn ku Demokritos dîn bûye û gazî hatina wî kirine da ku bilezûbez bête Abderayê. Hipokrat hatiye, belê, lê tiştên ku wan gotiye mîna wan nebûye. Wextê ku Hipokrat, bi Demokritos re hevdîtin aniye pê û paşê, têgihiştiye ku ew ne nexweş e, hêrsa xwe bi kenînê aya bi pîqepîqê bi der tîne. Diravên ku Gelê Abderayê ji bo saxkirina nexweşiyê dabûyê, li wan paş de vedigerîne, wernagire. Dibêje “Bi xêra we min zanyarek ji xwe re kir dost. We ez bi zanyarekî ku ji we hemûyan biaqiltir e dam naskirin, ya rast ez deyndarê we me.” Demokritos ji wê rojê û pê ve wekî feylesofê rûbiken hatiye nasîn.



Herakleitos jî berpaşê wî, wekî feylesofê çavbigirî hatiye naskirin û bûye binavûdeng. Di seranserê jiyana xwe de, Herakleitos wekî feylesofê ku ji sixletiyan nefret dike, ew wekî kesê ku ji însanan bi dûr dikeve, ew wekî feylesofê xemgîn ê ku dev ji  pesnê xerabiyê û bêhêviyê bernade û her tim pesnê wê dide jî tê naskirin. Rûnîşên van herdu feylesofan wekî nîşanên trajedî û komediyê xwe heya roja me gihandine.


Li ser vê mijarê gotinên Horace Walpole tên bîra meriv “Ev dinya ji bo kesên ku difikirin komedya, ji bo kesên ku hest pê dikin tragedya ye. Lewma ye ku Demokritos keniyaye, Herakleitos jî giriyaye.”


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Cejna Pîrebokan