Genel, Kurdî

Phubbing

Phubbîng; peyveke piştî ku teknolojiyê di jiyana me de desthilatdarî çêkir di sala 2013î de hatiye afirandin. Bihevgîna van herdu peyvên îngilizî “phone” (telefon) û “snubbing” (kêmdîtin, ji mirovan neyê hesibandin) hatiye pê. Bi kurtebirî, eger însanê hember we bi we re napeyive û wextê ku peywendiyê bi we re danayine hingê ev tê wateya “phubbingê”, ji kesê vê yekê tevdigerîne re jî “phubber” tê gotin efenîm.


Di vê çerxa hemdem a niha de, rawestana li ser telefonê veguheriye nexweşiyeke girîng û berbiçav, lewma jî vê pênaseyê bal kişandiye û her weha tête belavkirin û di nava ferhengan de cihê xwe wergirtiye.


Wekî peyv phubbîng, di rewşên têkiliyên însanan yên fizîkî û civakî de, wekî fizîkî girêdayî civakê be û wekî hişmendî jî têkildarê teknolojiyên mobîlî be, bi vî hesabî dikare bête pênasekirin.



Di pênaseyê de jî tê famkirin ku, însan hebûn û heyîneke civakî ye, wextê ku tên nik hevûdu ji têkiliyên civakî tên bidûrxistin û dikevin nava cîhazên mobîlî û bi wan re dikevin tekildariyê, paşê jî ji însanên hember xwe û ji diyalogên wan wekî hişmendî di vî warî de ji wan bi dûr kevin, xwe ji wan kesên hember re bigire û bi demborî bi wan re têkiliya xwe qut bike.


Têkiliyên di kom û navkomî pêk tên de; ew kesên ku xwe li hember kesên din bi demborî û yan jî bi tevahî bêdeng dihêlin û xwe dixînin nava telefonê; ev kesên ku dixwazin bi wan re bipeyivin hest pê dikin ku ew kes ji wan re nerêzdariyê dikin, pey re bi hizra nehesibandinê dikarin dihizirin, ji ber vê yekê ye ku têkiliyên wekî heyîneke civakî însên dikare qels bibe.


Amerîkî ji bo vê rewşa hêrsê pêk tîne re, lîstikeke wekî çare “phone stacking” (serhevdana telefonan) afirandine. Wextê ku hevdîtinê li caféyê pêk tînin, wextê ku rûdinin ser xwarinxwarinê, hingê herkes telefona xwe datîne ser maseyê, kî pêşiyê xwe ranegire û rahêje telefona xwe heqê fatûrayê ew dide. Kî çiqas dikare xwe rabigire, ez nizanim.



Gelo hûn jî ji ber vê yekê eciz in yan na hûn jî yek ji wan phubberanan in?


Naxwe bi we meriv dewsa peyva “phubbîngê” bi Kurdî dikare bibêje çi? Kîjan peyvê û gotinê dikare bi kar bîne? Yê ku vî karî dike (phubber) meriv dikare bibêje çi?


Çavkanî: 1

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Renault Megane 4 (1.3 TCe)