Kurdî, Mitoloji, Sinema

Sendroma Kassandrayê û Mîtolojî

Hevalino merheba ji we re, beriya niha we li deverekê xwendibe yan jî bihîstibe min hay ji vê nîn e, lê belê  sendromeke bi navê “Sendroma Kassandra” heye. Ev Sendroma Kassandrayê çi ye, çima bi navekî mîtolojîk tê bi bîr anîn?


Werin û em bidin pey vê yekê û em biçin gerrîna geşta ku mişt entrîkayî ye. Apollonê Xwedawend dibe evîndarê keçiçeke bedew a bi navê Kassandrayê. Lê belê herçend hewl bide jî nikare wê bike destgirtiya xwe. Bi dikekî weha radibe pengavê û ber bi Kassandrayê ve diçe: Şayet Kassandra bibe destgirtiyê Apollon hingê dê wê bi dûrzanînê, pêş de wesfa bi bûyeran bi wê bide zanîn ve bike mukafakatkirin. Ev keça xweşik a ciwan, vê vîna Xwedawend dipejirîne. Piştî ku vê wesfê bi dest dixîne êdî naxwaze bi Xwedawend re têkildar bibe û wê dil heye bi awayekî keçikane û rahîbe bimîne. Apollon ê ku vê yekê bi cih tîne û nikare xwe bi vîna xwe bigihîne, dibejê “Ez tifûya devê te bikim wulan” û tifûya devê wê dike. Li pey hemû van tiştan Apollon wê wesfê ji Kassandrayê paş ve werdigire û bêkêr dihêle. (Gotina, “Ez tifûya devê te kim” gelo ji vir tê?)



Paşê Kassandra bûyerên ku îhtîmala pêkhatina wan mimkun be dizane, wan dibîne û hawara wan dike, wan bi herkesî digihîne, lê belê ew dê tu kesî nikaribe bi vê yekê pêbawer bike. Ew tew di ser de êdî ne keçik e jî. Ev wesf dibe bela û bêtara serê Kassandrayê. Bi saya dûrzanîna xwe xwedanagahdarê Şerrên Truvayê bibe, dê duhatiya Truva û birakê wê Hektor bibîne lê belê dê wan nikaribe pêbawer bike. (Berê jî min sedem û encama şerr nivîsandibû) Ev rewş wekî Sendroma Kassandrayê yan jî Kompleksa wê ketiye nav normên lîteraturê. Ango ev sendrom bi vî awayî, xwedêgiravî meriv bi duhatiyê bizanibe, wê bibîne û bi kesê hember nikaribe bide pêbawerkirin. Paşê bi vî halî sendrom di meriv de tê pê û rewşeke zerareke mezin ê psîkolojîk dide meriv.


Li ser vê mijarê hûn dikarin çavekî li fîlma Woody Allen ê hem derhêner û hem jî senarîstê wê ew e, navê wê Xewna Cassandrayê bigerînin. Sedema vê fîlmê ya ku navê wê Xewna Cassandrayê ye jixwe diyar e ji bo çi ye, wekî hûn jî hema dizanin, kehaneta yekê ya ku bi duhatiyê dizane lê vê nikare biguherîne bi me dide diyarkirin.



Eger hûn ji min bipirsin di derheqê vê fîlmê de ez dikarim bibêjim, ev fîlm ne bêhempa ye ne jî neserkeftî ye. Ji ber ku fîlmên Allen heman tesîrê li ser herkesî nahêle, ez naxwazim werim binpêkirin. 🙂 Fîlm bi Tawanbarî û Cezakirinê ve hatiye nûjenkirin, yanî bi wî rengî hatiye çêkirin.


Jiyana me bi hesreta pêşerojê dîtinê û bi hewldana texmînkirina wê û bi şîrovekirinê re ve dibihûre. Em di van hewl û xebatên xwe de serkeftî bin heqqet, gelo em ê çiqas siûdwar, dilgeş û kêfxweş bûna?


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Çîroka Mîtolojîk a Tîma Stêrikan a Hirça Mezin û Hirça Piçûk