Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Görünmezlik bi Kurdî çi ye?

Hûn bi xêr hatin rûpelê dîsa. Ger mal bûya ev der minê berên rengo rengo dabûya ber lingê we. Mêvanê me yê vê carê Pelendar Matîrozî ye, çiyayî ye, koçer e. Hinek ser hişk e, ser de neçin zêde. Li benda bersivên we ye, ji nivîsê zêdetir armanc li vir ew e ku li ser peyvekî em li hev bikin û wekî din hinek kevin pê xeyalên xwe. Dê dirêj nekim; fermo bixwin, biborînin, bixwînin.


Silavên germ bo xwediyê rûpelê û xwîneran. Tê çi xêra nivîsa min hebe nizanim lê mebesta min ew bû him mil bidim ber vê hewla hêja ya Salomeyê, him jî şerma xwe bişkînim, yekem car e dinivîsim û ev yek bo min zor bû. Min jî bi mijarekî sivik û cuda, bi şêwazek hêsan dest pê kir. Dê ka we û nivîsê bi hev re bihêlim.  Min xwest qala mijarekî ji mijarên rojevê dûr bikim. Lê pirsgirêkek heye ku bi Kurdî nikarim mijarê binav bikim. Ez jî fikirîm ku bila wekî pirs li vir be ku hevalên dizanin bila bibersivînin, em jî hîn bibin.


Pirs ev e; Görünmezlik bi Kurdî çi ye? Dê em vegerin mijara xwe. Hemû mirov ji zarokatiya xwe de ji xwe re xeyalek datînin û wê xeyalê geş dikin û di wê xeyalê de dijîn jî. Xeyala min jî ew bû ku ez “görünmez” bim.  Erê ti carî ev xeyal pêk nehat lê di xeyalan de ez qehremanekî görünmez bûm. Lê belê bes qehreman nebûm; carna dizê loqom, şexislam (xwarin e, bi nav nexapin), şekirok ên pîrka xwe bûm. Ku ez görünmez bûma minê pîrka xwe teqîb birika û cihê wan derxista. Roj çûn, dem çûn û sal çûn. Her ku diçû daxwaz û fikrên min diguherîn. Her çi qas tehma tişt miştên pîrka min ji bîra min neçin jî êdî daxwazên min ne ew qas piçûk bûn. Mirov çend mezin dibe ew qas çav birçî dibe.


Welhasil guherîna herî mezin di temenê min yê 16 17 salî de çêbû. Êdî ne zarok bûm û dilê min bo Eyşo hildavêt. Dotmam bû Eyşo. Dîsa helbesta mam û mîrê mezin Celadet Alî Bedirxan /Dotmam hat bîra min.. Welhasil hîsekî nû bû û giran bû. Bo Eyşo min satil dihiland û diçûm bêriyê! Li cem me eyb dihat dîtin ev yek lê ma dilê rezîl eyb dizane. Sê keçên diya min di mal de rûniştî ez bêrîvan.. Lê têra min nedikir dîtina Eyşê. Min dixwest hema 24 seet wê bibînim. Ya rast dema ku min wê nedidît êdî min meraqa her tiştî wê dikir. Şevê çi dike, çawa radizê, çawa xwarin dixwe, çawa wê porê reş û dirêj şeh dike, serê sibê çawa hişyar dibe. Lê belê pêkan nebû ku van bizanim.



Yek rê hebû; diviya ez “görünmez” bûma. Wê demê minê bikariba ew here ku ez jî du wê herim. Lê tiştên xirab nedihatin aqilê min ha, evîna yekem bû û hêj zarok bûm bila navê min nebe rontgencî çend sal wisa berdewam kir. Em bûn xoşewîst û veqetiyan. Niha du keçikên wê hene filan bêvan. Piştî salan ez her çûm polîtîk bûm heval! Car li Kûbayê bûm car li Vîetnamê. Car feqê Lenîn bûm car milîtanê Stalîn. Pişt re hêdî hêdî fikrên neteweyî û hezkirina welat geş bû di dil de. Me ji “Gulistanê” hez kir. Di hin stranan de ji bo welat gulistan dihat gotin.


Gotinê dirêj nekim; vê carê dîsa hewceya min bi görünmeztiyê hebû. Minê çi bikira? Ma min çi nedikir. Minê qesrên bavê wan di serê wan de bikira kavil. Hêj jî carna di xewnên xwe de dibînim ku Görünmez im û qira wan tînim. Neyse mijarek xeternak e, diqedînim. Lê li evrimê binêrin, ji dizê şekiran hatim bûm komkuj.. Hêj jî di xewnên min de ku dehbe, pîrhevol didin pê min, ez xwe bi xwe dibêjim kuro ez çend dîn im ne dikarim bibim Görünmez û wê demê dibim jî. Bi rastî ku yek daxwaz mafê min hebûya tê minê bigota min bikin Görünmez.



Ka em ji we pirsa duyem bikin; hûn “görünmez” bûna we yê çi bikira ?


 

 
İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Bolo'Bolo / Eko-Anarşîzm