Otomobîla Min, Teknoloji

Şanzimana Manuel

Bêjeya şanzimanê ji zimanê fransewî tê esasa wê wilo ye, “Boite de changement de vitesse” ye. Wateya wê, “qutîka guhertina lezê” ye. Pergaleya şanzimanê wilo tê xebitandin: şanziman an jî qutîka fitêzê, bi rêya motor an jî balatayê asta ku torka wê jê tê xwestin bi endama veguhestina dîferansiyelê yan jî şaftê tê ragihandin. Cudatiya otomatîk û manuel ew e ku di ya otomatîk de robotek heye fitêzan diguherîne, di ya manuel de jî ajoker bi xwe fitêzan diguherîne. Lewra di ya manuel de sê pedal hene (di ya otomatîk de debriyaj nîne).


Ya herî çepê debriyaj e, ya nîvekê firên e, ya herî rastê jî xaz e. Me gotibû di ya manuel de tu bi destê xwe fitêzan diguherînî, li ser gopala fitêzê reqem hene. Mînak otomobîl bi çend fitêzan be, hew qas reqem hene. Mesela em bibêjin motora me 6.1 be heya şeşan reqem li ser gopalê hene. Xebitandina manuelê bi awayekî nerasterast wilo ye: Tu heya dawî pê li debriyajê dikî ku hîna lingê te li ser e, di heman demê de tu mefteyê dixî cihê ku di yên otomatîk de dugme ye, tu kontaxê vedikî lewra ceyranê didî pergaleya otomobîlê, piştre tu hinekî din mefteyê bi aliyê saatê re dizîvirînî û motorê dixebitînî.



Dûre tu dîsa pê li debriyajê dikî û tu gopala fitêzê bi aliye çepê ve dehf didî û bi aliyê çepê ber bi jorê ve dibî. Dûre tu firêna destan dadixî ku di heman demê de lingê te yê rastê li ser firênê ye. Tu hêdîka linge xwe yê rastê ji ser firênê radikî ku lingê te yê çepê hîna li ser debriyajê ye, tu hêdîka pê li xazê dikî ku di heman demê de tu hêdî hêdî lingê xwe yê çepê ji ser debriyajê radikî. (Heger tu ji nişkê ve rakî wê motor raweste û wek hawê wê otomobîl dehfekê bide xwe!) Û wilo otomobîl dimeşe. Dema tu fitêzan biguherînî, tu pê li debriyajê dikî û bi destê xwe fitêzan diguherînî.


Dema tu bixwazî otomobîlê bi paş ve bihînî jî, li ser gopalê tîpa “R” heye. Ev tê wateya vegera bi paş ve. Ji bo tu vê bikî jî, di otomobîlên Wolkswagen de tu fitêzê di “N”yê de dehf didî. Di yên Fordê de jî tu gopala fitêzê ber bi jorê de dikêşînî û di markeyên din de jî tu ji aliye rastê ve dehf didî. Ango kurteya xebitandinê wê wilo ye. Weke ku me di ya otomatîk de jî destnîşan kiribû, di ya manuel de jî heman tişt derbasdar e, lê bi awayekî din.



Çawa? Dema tu otomobîlê radiwestînî, heger serberjêre be tu fitêzê herî dawîn dihînî ser “R”yê. Heger serberjore be ji bo ku otomobîl neherike, tu gopala fitêzê dihînî ser “1”ê. Heger tu wilo bikî tu him zererê nadî şanzimanê him jî ihtimala ku otomobîl biherike wê fitêz otomobîlê bisekinîne. Wekî din, dema tu otomobîlê li cihekî serberjêre yan jî serberjore park bikî, tu wilo bikî pir baş e. Tu otomobîlê disekinînî, tu fitêzê dihînî ser “N”yê. Tu firêna destan radikî. Tu lingê xwe ji ser firênê dikêşînî, otomobîl dehfekê dide xwe ango giraniya otomobîlê dihê ser dîskên firênê. Heger tu wilo bikî tu zererê nadî şanzimanê.


Mehmet Emîn Cırık 


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Qiymîş Nabim “Dêm’a Mela” Bê Guhortin