Kurdî, Resim, Sanat

Albrecht Dürer, Young Hare

Piştî demekê dirêj silav. Albrecht Durer ê ku li gor serdema xwe pir pêşdetir jiyaye, resamekî bêhempa ye, di heman katê de dahiyekî bazirganiyê ye. Berhemên resam ên navdar ya dêran de yan jî li malên dewlemendan dibin, lê belê xwepêgihîna yên Durer çawa dikarin hewqas hêsan bin û her çîneyatiya gel in, belê ew çawa dikarin xwe bigihîninê?


Durer piştî ku dest pê kir û resim çêkirin û pere hilberîtin, hingê biryar daye ku karê xwe bêtir mezin bike, ji ber vê yekê bêtir resim xêz kirine. Ji bo vê jî teknîkên cuda yên resiman ceribandine û paşê buhabûna wan erzan daxistiye û li Ewrûpa bajar bi bajar geriyaye û tabloyên xwe pêşkêşî firotanê kiriye. (Ev yek ji bo min pir balkêş nebe jî, lê belê ji bo hereketa Arthur Cravan a perehilberînê kitêbên xwe firotibûn, paşê yek bi yek, bi girgirikê derî bi derî geriyayî bû kitêbên xwe paş de vegerandibûn, paşêtir jî xwe li okyanûsekê qelibandibû, bi bîra min anî. Em vê yekê jî not bigirin, paşê em ê qalê bikin.) Durer bi temamî tucar bûye, lewma jî rê li ber kesên çîna navîn vebû da ku wan jî êdî dikaribûn tabloyan bikirin.


Albrecht Dürer


Paşê Durer dît ku kopyayên berhemên wî tên çapkirin, tew di ser de hê bi buhabûneke kêmtir tê firotin. Ji bo çareseriyê markaya tucarî ya yekem ya di tarîxê de ava dike. A weha, em ê di tabloyên wî de bala xwe bidinê ku, tîpên sereke yên nav û paşnav A û D wekî logo bi kar tîne. Lê belê, kopyekirina vê logoyê ewçend hêsan e ku, wextê wî nedikarîbû rê li ber vê yekê bigire, di 1512an de, bi fermana Împaratorê l. Maximillian, mafê îmtiyazê ji bo resimên wî hatiye pê. Ev jî bikaranîna yekemîn a mafê telîfê ye. Împaratorê l. yê Romayê Maximillian, Durer wekî şêwirmendê hunerê tayin dike.



Durer bes bi boyaxa avî û ya guaj rastîyeke wiha baş çêkiriye. Bi ya te jî ev ne tiştekî pirr xweş e? Hema li binî logoya navdar a kîvroşka hov heye.


Hûn di resim de dikarin hemû detayên qapûtê gij ê heywên bibînin, lê belê em nizanin ku kîvroşka hov li ku ye. Bi tenê nişêtekî pêzanînê heye, ew jî çavkaniya ronahiyê ya ku di bîbikên heywên de ye. Bi paceyekê dişibe. Heye ku Durer kîvroşkeke hov aniye kiriye mêvana xwe û li serê kitebikite xebitiye. Kî dizane.


https://www.wikiart.org/en/albrecht-durer/a-young-hare

https://galleryintell.com/artex/young-hare-durer/

Oylum Yüksel 


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kürtçe - Kürtlerle İlgili Bazı Filmler