Etiket

Kurdî

Felsefe, Kurdî

Daristana Aristotales a Pîroz û Perîpatetîk

Aristotales, ji bo ku bi şagirtên xwe re di heman katê de hem dersên jîmnastîka hiş hem jî dersên jîmnastîka laş pêk bîne, di sivderên fireh ên xwendegehê re bi xwendeyên xwe re dimeşiya, her weha Ekola Perîpatetîk ava kir û pêş ve anî. Li gor ferhenga Nîşanyan: Peripatetique bi fransî ji van çavkaniyan hatiye der “1. Lihevgerîn, gerok, 2. Ew kesê ku endamê ekola felsefî yê Aristotales in”. Ev peyv ji Yewnaniya Kevnare patéō πατέω ji lêkera “meşê” peri+pêşqertafî pêk hatiye. Devamı İçin Tık Tık

13 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Resim

Rembrandt van Rijn, Danae

(Kalikê Danae) Keyeyê Argolisê Abas, du lawê wî hebûn, ew cêwik in, navê yekî Proitos û navê yê din jî Akrisios -ku bavê Danaeyê ye- bû. Abas dewsa ku wextê ew ê bimire, erdê welêt li wan parve bike, difermîne da ku ew bi dorê li ser textê rêvebiriyê rûnin. Lê di navbera herdu birayan de rikberî tê pê ji bo derketine ser text. Hetta ev yek ewçend digihe devereke kambax ku, Proitos keça Akrisios ji rê derdixe û dixwaze bi hev re bin. Ev rikberiya dûmê dirêj dike xwîn dirije û ta ber bi welatperçebûnê jî dere, dawiya dawî biryar didin da welat bibe du beş. Akrisios dibe pardarê Argos û derdora wê.


Devamı İçin Tık Tık

9 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Resim

Carlos Schwabe, L’heure Du Faune (The Faun)

Hunermend, hestine ku di derheqê xweza, bawerî û însên de ne, bi riya hêmayê veguhestine însên. Lewma jî mîtolojî yek ji çavkaniyên herî girîng ê ku hunermend jê sûd werdigirin. Wextê ku hêza gerdûn û xwezayê bi xweda û xwedawendan rave dikin, hingê ev afirindeyên ku ji însên gelekî qat bilind in û derasayî ne, wan dixînin rengê însên, wan hem bi hêzdariyên wan hem jî bi qelsiyên wan sêwirandine. Devamı İçin Tık Tık

3 Yorum