Etiket

Kurdî

Kurdî, Resim, Sanat

Zdzislaw Beksinski

Li piştî gelekî wext merheba, ez dixwazim qala Zdzislaw Beksinskiyê balkêş e û ew kesê ku ez zêde zêde di bin tesîra berhemên wî de mame bikim. Beksinski hunermendekî Polonyayî ye. Ew bi eserên xwe yên dîstopîk ên surealîst tê naskirin. Di resimên wî, forograf û çapên wî de deverên hêwilnak ên derê dinyayê û fîgurên weha sêwirîne. “Ez dixwazim resimê mîna ku ez xewnan veguhezînim fotografê, biresimînim.” digot. Devamı İçin Tık Tık

10 Yorum
Kurdî, Mitoloji

Çîroka Mîtolojîk a Pîrepindê

Ji mêj ve bû ku em li ser entrîkayê, li ser çîrokên mîtolojîk nediştexilîn. Em qala Arakhneya ku jîr û jêhatîbûn; em qala Arakhneya ku dest û pêçiyên zîv û zêr dibirin, ya ku ji ber qurebûna wê rastî xezeba çavnebariya Xwedawendan hatiye bikin. Arakhne keçeke ji Lydiayê ye. Bavê wê li bajarê İdmon Kolophonê bi karê boyaxkirina cilan rabûye. Keça wî jî bi karê, lihevhûnînê û dirûnê rabûye, keçik di vî karî de ewçend jîr û jêhatî bûye ku, tu kesî nedikarîbûye pê re qaxişê bikêşe, li çarmedorê kes negihaye asta hostahiya wê. Devamı İçin Tık Tık

12 Yorum
Otomobîla Min, Teknoloji

Opel Corsa 2022

Opel markeyeke almanî ye û niha modelên wê di bin banê PSA’yê (Citroen, Peugeot, Opel) de têne hilberandin. Corsaya Opelê piştî makyaja 2018an zêdetir hate hezkirin. Bi taybetî ji ber rahend, şikl û şemalê wê gelekî bal kişand ser xwe.


Devamı İçin Tık Tık

7 Yorum
Kurdî, Mitoloji

Çîroka Gulê

Li gor rîwayetê; daristana Pieriayê ya Makedonyayê bi sedsalan e perî jiyane. Periyên ku gelek carî bi cil û bergên spî yên ji tulê pêkhatî ne li xwe kirine û li derdor çemên nêzîk yên daristanê jiyane, rojên xwe bi stranstranê û xwe bi şuştina ava hûnik a çemê derdora daristanê û bidanskirinê ve bihurtine. Di mîtolojiya kevnare ya yewnanî de xwedawenda çîçekê, Chloris de Pieria, di daristanê de dijî û mîna keçikên xwe ji wan periyên ku di daristanê de ne, hez kiribûye.


Devamı İçin Tık Tık

11 Yorum
Kurdî

Destxetên Kurdî – III

40 HEZAR DESTNİVÎSÊN KURDÎ LI MELBENDA SEDAM HATINE DÎTİN:

Nêzîka 7 salan e bingeha Jîn li bajarê Silêmaniyê, kitêbên destnivîs û wan rojname û belavokan kom dike ku Kurdan bi kurdî yan bi zimanên din nivîsandine û wek ar li ber bayê winda bûne, lê hê jî gelek qaseyên (xezîne) windayî bi tevahî nehatine komkirin.


Devamı İçin Tık Tık

24 Yorum
Kurdî

Destxetên Kurdî – II

Di Dema Osmaniyan de Destxetên Kurdî:

Şemsettîn Samî di berhema Ferhenga Ansîklopedîk ya ‘’Kamûsû’l A’lamê de behsa çend destxetên kurdî dike. Dîsa bi lêkolîna kurdologê Holendî Martîn Van Bruinessen, destxetek kurdî ‘’Duaya Minorskî’’ bi zimanê Ermenkî hatiye dîtin. Ev destnivîs teqrîben sedsala 15. de ye. Dîsa di Seyahatnameya Ewliya Çelebî de, ku ev berhem niha di muzeya Topkapı ya Stenbolê ye, çend metnên kurdî bi saya lêkolînên Bruinessen hatine weşandin. Bi vî awayî hinek metn di dema Osmaniyan de hatine weşandin, lê pirraniyên wan nehatine weşandin, di pirtûkxaneyan de hatine parastin. Devamı İçin Tık Tık

9 Yorum