Etiket

Teknoloji

Otomobîla Min, Teknoloji

Hevnasîna Peugeot ya Makyajkirî (2021)

Pejo 3008 dema nû hate danasîn gelek navûdeng da. Heta par dema xwuşka wê 2008 jî derketibû pir navûdeng dabû. Lewra 2008 bi xêra 3008an hate naskirin. Lê xet, şikl û şemala 2008an bêhtir dihate hezkirin. Di salên 2019-2020an de li her derê 3008 hebû êdî. Ango li her derê merêv pêrgî wê dihate. Me di danasîna 2020 de jî weke ku me gotibû, ji ber ku vê modele di dinyayê de pir hate hezkirin û firotin, endezyarên Pejoyê pir li ser vê modelê sekinîn û ev du salên dawîn salê xarekê wê makyaj kirin. Niha dîsa hate makyajkirin. Devamı İçin Tık Tık

15 Yorum
Otomobîla Min, Teknoloji

Ford Tourneo Courier (Titanium)

Ford, ji qewla soranên me, markeyeke “emrîkî” ye. Di sala 1903an de hatiye damezirandin. Di salên 1980-90î de modelên mîna Tofaş Kartal, Renault Toros, Ford Escort, Fiat Tempra ku weke “station wagon” dihatine nasîn, pirhêl bûn. Lewra xelkê bi wan him kuflet jî digerandin, him jî di nava bajaran de xwe bi wan qure jî dikirin. Lê di salên 2000î de otomobîlên mîna Fiat Fiorino, Citreon Nemo, Peugoet Bipper… hwd. pişta vanên jorê şikandin. Di segmenta byê de êdî modelên bazirganî neman.


Devamı İçin Tık Tık

8 Yorum
Otomobîla Min, Teknoloji

Renault Clio

Reno markeyeke Fransewî ye. Markeyên mîna Dacia, Nissan û Mitsubishi di sala 2016an de tevlî şîrketa xwe kiriye. Ev modela ku em ê danasîna wê bikin di sekmenta byê de clio 5 e û pakêta Joy 1.0 SCe 72 bg e (weke nifşa pêncem jî tê nasîn). Dema tu bala xwe didî vê modelê bêhtir dirûvê xwuha xwe Meganeyê dide. Ji ber ku ev model pir di rewacê de ye endazyarên Renoyê pir li ser wê disekinin.


Devamı İçin Tık Tık

31 Yorum
Otomobîla Min, Teknoloji

Peugeot 2008 (Allure)

Weke hûn dizanin Peugeot markeyeke Fransewî ye û gelek kevin e. 210 salên wê bûye ku heye. Modela ku em ê li ser rawestin 2008 B SUV (Sport Utility Vehicle lewra wesayeta ji bo werzişê) e û xwuşka 3008 ye. Ev herdu model hatin makyajkirin û gelek veguherîn di wan de çê bû. Ji ber ku ev herdu model jî zêde rewac dîtin endezyarên Pejoyê pir li ser vana sekinîn. Jixwe ev pênc sal in Pejo li ser teknolojiya otomobîlan pêngavên mezin pêk dihîne.


Devamı İçin Tık Tık

5 Yorum
Otomobîla Min, Teknoloji

Gula Sor a Biçûka Malbata Škoda – Škoda Kamiq

Skoda markeyeke Çekî ye û ji sala 1895an de ji aliye du kesan ve hatiye damezirandin ku van kesan di şîrketa malbatî ya bi navê Laurin û Klementê de xebatkar in, bi çêkirina biskilêtê re dest pê dikin. Di 1899an de cara yekem bisiklêt çêkirine û piştî 6 salan cara yekem jî otomobîl çêkirin. Û ji wê salê û vir ve Skoda di qada otomobîlê de otomobîlan çê dike. Devamı İçin Tık Tık

9 Yorum