Kadın, Kurdî, Pdf Hayratı, Sanat

Jiyana Fotografgira Şoreşger Tina Modotti û Fotografên Wê

Jina hunermend a ku di sedsala bîstemîn de bi kêşîna fotoyên balkêş û bûye keseke balkêş a navenda fotoyan e Tina Modotti.. Hûn di naveroka fotografên vê fotografgira şoreşê de pêrgî kitekitên; keda xebatkaran, jinan û yên tunebûnê tên. Di gelek fotografên xwe de li ser xebata dest, ji bo teswîrkirina xebata destî xebitiye. Bêyî fotografgiriyê, ew hem model, hem terzî û hem jî soreşgereke qehîm e.


Tina Modottiya ku jiyana wê derasayî, evînên ku li pey xwe hiştî, xebatên xwe yên polîtîk û bi fotografên ku kêşandine, di 16ê tebaxa sala 1896an de li bajarê ku bakurê welatê Îtalyayê ye, li Udîneyê, bi navê Assunta Adelaide Luigia Modotti Mondini, wekî keçikeke ku diya wê şifqeçêkir, bavê wê makînîst hatiye dinyê. Halê aboriyê ku malbateke xwedan şeş zarok e, gelek caran xirab e; bavê ku bi hertim li pey kar e, ji malê bi dûr e. Tina ku bi tenê dikarîbûye biçûye dibistana seretayî hê neh salî bûye, bavê wê ji ber lêgerîna kar û bi hêviya xebatê berê xwe dide ABDyê.


Tina Modotti, Roubaix de l’Abrie Richey


Wekî malbatî bi mehan ji bavê ne xeberekê werdigirin ne jî destekeke ekonomîk, bi saya piştgiriyan li ser piyan dimînin. Wextê ku Tina dikeve salên xwe yên 13an hingê li cihê ku qinabe, ben û rîs li hevûdu tînin deh saetan dişixule. Tina wextê ku di temenê xwe yê 17an de ye tevî malbata xwe ber bi Fransciscoyê, diçe nik bavê xwe. Herweha hem li fabrîkeyê dişixule hem jî wextê xwe yê heyî dide opera û sînemayê. Jiyana Tinayê, di sala 1915an de bi hevnasîna resam û helbestvanê Kanadayî Roubaix de l’Abrie Richey (Robo) rengê xwe diguherîne.



Tina Modotti di demên berê de li San Franciscoyê, di cihên piçûk ên bênavûdeng ên ku aîdê Îtalyanan bûn de, derdiket sahneyê, herweha di sê fîlman de lehîzvanî dike. Di hinek şanoyên cîgayî de jî lehîzvanî kiriye bi vî terhî fersenda nîşandayina jîrbûna xwe bi dest xistiye. Bi Robo re diçin Los Angelesê û li wir dizewicin. Hê di salê xwe yê 22an de ye serekelehîzvana fîlmê Çermê Piling. Herweha ev jin û mêr, li Los Angelesê, dibin xwedan derdoreke dostanî û hevaltiyeke ji bohemiyê tê pê. Modotti û hevserê wî, dest bi plansaziyên ku li ser partiyên bi hereket û yên ku ji çirvîtik û lotikavêjiyê were pê, pêk tînin ev yek dengvedanê çêdike û herweha dibe mijara rexnekirinê jî.


The Tiger’s Coat


Di van civîn û partiyan de bala herkesî dikêşe ser xweşikahiya Modottiyê. Yek ji van hevalên wê jî, ku fotografên xwerû, sade, xwezayî û yên ku ji razberiyê pêk hatine dikişîne, û serkêşê rêbaza rasteqîniyê Edward Weston e. Ji bo Weston modela yektatîrin a navendî ya fotogiriyê dibe Tina. Tevî ku di çavkanîne de tê diyarkirin ku, Tina Modotti, hê li Îtalyayê bûye, li stûdyoya apê xwe bi fotografê re têkil bûye, di hinekên din de jî tê diyarkirin ku ew, wextê ku bavê wê li San Franciscoyê bûye û di studyoyên fotografiyê yên têvel de kar kiriye û herweha têkilê fotografê bûye ku hingê bi saya Weston hê nêztir bûye têkildarê vî meslekî.


Di navbera Tina û Weston de têkiliyeke dilî, evînî tê pê. Di wan salan de ku Meksîka bûye warê entelektuel û ronakbîran, bi vî terhî wan digihîne hevûdu, li wir ronesansa senet û çandê tê pê, ji bo gelek hunermendan dibe seheya karkirinê, Robo di berfanbara sala 1921î de diçe wê derê. Piştî demekê Tina dev ji Weston berdide û diçe ba mêrê xwe Robo, lê belê ew hê negihiştiye Meksîkayê, Robo berî wê bi du rojan ji ber nexweşiya xuriyê dimire. Ji bo temamkirina projeya ku Robo dabû destpêkirinê, di Akademiya Hunerî ya Spehî ya Meksîkayê ya Neteweyî de, pêşangeheke ku ji xebatên Robo û Weston pêk tê li dar dikeve û dibe ketiyê vî welatî.


Modotti, Weston


Di meha adarê de ji ber koçkirina dawîn a bavê xwe vedigere ABDyê. Li vir, di sawiya salê de, şihîr û pexşanên ku Robo nivîsîbûn, berhev dike û wan wekî pirtûkeke ku navê wê, The Book of Robo diweşîne. Di tîrmeha 1923an de vedigere Meksîkayê. Tina bi karên Edward Weston re, radibe, ji wî re modeltiyê dike. Ji bo navdarî û nasandina Tinayê fotografên hunera NUyê li berheqê vê yekê perwerdehî dibîne. Dikeve nava derûdoreke bohem a ku ji hunermendên wekî David Alfaro Siqueiros, Diego Rivera û Jose Clemente Orozco pêk tê.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Sinema, Walter Benjamin, Tolstoy, Margaret Atwood, Platon

Frida Kahlo, Tina Modotti


Li malan dest bi partî û civînên beradeyatiyê dikin û partiyên şêtiyê li dar dixin. Tina di şeveke welê de, dibe sedema pevnasîna Diego Rivera û Frîda Kahlo. Ji bo kitaba antropologa navdar Anita Brenner a ku bi navê Idols Behind Atlars, bi peywirdariya fotokêşînê tevî hezkarê xwe Weston, li çaraliyê welêt digerin û fotografên gelê Meksîkayê dikêşînin. Weston ê ku bi tevahî bala xwe dide ser dîmenên welêt û hunera gelêrî, tina fotografên kesên ji rêzê dikêşe û li ser jiyana wan a pepûk hûr dibe.


Tina Modotti, Workers Parade


Di sala 1924an de bi hevkariyê, bi Weston re pêşangehekê pêk tîne û herweha, xebatên xwe yên yekemîn bi vî şeklî dide naskirin. Di salên 1925-26an de wextê ji ber nexweşiya dayika xwe bo demeke kin diçe ABDyê, hingê wekî yek ji avakarê fotografiya belgeselî ku tê hesibandin, bi Dorothea Langeyê re hevûdu nas dikin. Digel ku piştî vedigere Meksîkayê hingê civakeke ku ji nûjeniya kultirî û siyasî tê pê ava dike. Herweha dibe berbiçavtîrin fotogira, rêbaz û tevgera hê nû dikemile, fotografçêkirin a li ser dîwêr a Meksîkayê.


Tina Modotti, Sickle, Hammer and Sombrero


Di sala 1927an de dibe endameke çalak a Partiya Komunîst a Meksîkayê û kar dike. Bi vê terhî her ku diçe, dibe xwedannasnameyeke pêşçav a polîtîk, ev pêvajo di jayana wê de, her weha dest pê dike. Fotograf û hunermendiya Mododttiyê yekcar, îdeolojiya sosyalîst dide raberkirin, dewsa ku yekser propogandayê bihûne, esetetîkiya şênber dihundirîne. Di vê hundirandinê de meriv nikare paşçaviya hunermendê navdar ê fotografkêşiyê yê wê serdemê, Weston bike. Modotti, di wê serdemê de, fotografeke ku ji dehs û çakûç pêk tê, li ser şirqa cotyarekî çêkir û herweha ew bi vê xebata xwe fotografeke îkon anî pê.


Tina Modotti, Workers Reading El Machete


Hizra têkoşînê jî bi xuyaneyên berikan dide nîşandan. Di heman fotografê de, hûnakên wan ên ji hevdu cihê de hêmaya garis û gîtarê tê de mewcûd e. Di sala 1928an şoreşgerê Kubayî ku navê wî, Julio Antonio Mella ye dibe hezkarê wê, di çileya sala 1929an de, wextê ku ew di cadeyê de dimeşin, hingê hem ali nik wê tê kuştin. Wekî sebeba berpirsiyariya vê kuştinê dibe Tina. Tê girtin, bi vê yekê ew nafilite her weha, dibe hedefa reşkirina kanpanyaya komunîstan û wekî jineke navransist û jineke bi talûke jî tê nîşandan.


Tina Modotti, Bandolier and Sickle


Wextê ku wekî pengavtina berpirsyarê kuştina Serekê Meksîkayê Pascual Ortiz Rubio tê hesibandin, hingê di şubata 1930an de tê dersînorkirin û sirgunkirin. Bi keştiyê diçe Rotterdamê, Mussolini paşdevegera wê dixwaze, lê belê bi arîkariya Alîkarên Sor ên Navneteweyî ew ji vê paşdevegerê rizgar dibe. Ji Rotterdamê dibûre Berlînê. Li vê derê ew û Lotte Jacobiyê fotografgir hevûdu nas dikin. Li studyoya Lotte Jacobiyê fotografgir fotoyên ku li Meksîkayê kişandibûn dide nîşandan. Lê belê di navgîna hunera avangard de xwepêşxistin ne pêkan e, ew ne xwedanê van îmkanan e, her weha derûniya wê têk dere.



Di şeva 5ê Çileya 1942an de, di texsiyekê de jiyana xwe ya ku mişt bi têkoşînê bihurîbû, qeyrana dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Lê belê li gor gotinên Diego Rivera, bi talîmata Vidalin, Stalin ve Tina ji holê rakirine, herweha hinek gotinên li ser xwekuştina Tina tên gotin. Lê belê havila otopsiyê dide diyarkirin ku Tina ji ber qeyrana dil miriye, vê yekê tesdîq dike. Piştî mrina wê şairê navdar ê Şîliyê Pablo Neruda, ji bo bîranîna Tinayê, şihîra Bendnivîsa Tina Motti dinivîse. Çend rêz ji wê şihîrê, gravurê ku ji hêla Leopoldo Mendez hatiye çêkirin, lê tên nivîsandin.



Ji bo ku hûn bikaribin Margaret Hooks-Fotografgira Şoreşger Tina Modotti daxînin, vê derê bitikînin.


Çavkanî

https://m.theartstory.org/artist/modotti-tina/life-and-legacy/

https://www.moma.org/artists/4039

Devrimci Fotoğrafçı Tina Modotti, Margaret Hooks