Kategori

Mitoloji

Kurdî, Mitoloji

Çîroka Mîtolojîk a Pîrepindê

Ji mêj ve bû ku em li ser entrîkayê, li ser çîrokên mîtolojîk nediştexilîn. Em qala Arakhneya ku jîr û jêhatîbûn; em qala Arakhneya ku dest û pêçiyên zîv û zêr dibirin, ya ku ji ber qurebûna wê rastî xezeba çavnebariya Xwedawendan hatiye bikin. Arakhne keçeke ji Lydiayê ye. Bavê wê li bajarê İdmon Kolophonê bi karê boyaxkirina cilan rabûye. Keça wî jî bi karê, lihevhûnînê û dirûnê rabûye, keçik di vî karî de ewçend jîr û jêhatî bûye ku, tu kesî nedikarîbûye pê re qaxişê bikêşe, li çarmedorê kes negihaye asta hostahiya wê. Devamı İçin Tık Tık

12 Yorum
Kurdî, Mitoloji

Çîroka Gulê

Li gor rîwayetê; daristana Pieriayê ya Makedonyayê bi sedsalan e perî jiyane. Periyên ku gelek carî bi cil û bergên spî yên ji tulê pêkhatî ne li xwe kirine û li derdor çemên nêzîk yên daristanê jiyane, rojên xwe bi stranstranê û xwe bi şuştina ava hûnik a çemê derdora daristanê û bidanskirinê ve bihurtine. Di mîtolojiya kevnare ya yewnanî de xwedawenda çîçekê, Chloris de Pieria, di daristanê de dijî û mîna keçikên xwe ji wan periyên ku di daristanê de ne, hez kiribûye.


Devamı İçin Tık Tık

11 Yorum
Kurdî, Mitoloji

Çîroka Mîtolojîk a Tîma Stêrikan a Hirça Mezin û Hirça Piçûk

Keçikeke Keyê Arkadia yê ku bi xweşikiya xwe navûdeng dabû ya bi navê Callisto bû, hebû. Callisto û Artemis hevalên hev ên nêzîk in. Mîna ku berê jî em li ser peyivîbûn û wekî hûn jî dizanin Artemis, rahîbeya dinyaya Xwedawendan e. Artemis, Nymphên ciwan digihand. Tev nêçîr dikirin, tev, bi Xwedayê şerabê Dionysos re beşdarî li şahiyan dikirin. Bi Apollon re refakatkarî ji xeberdoxê Xwedawendan Hermes re dikirin. Artemis, ew keçên ku difermand cem xwe, ji wan sondxwarina pêbaweriyê dida xwarin. Keçên ciwan bi vê sondxwarinê, soz didan da ku ew ê ji nîmetên dinyayê bi dûr bimînin. Aha Callisto yek ji van keçan bû û di demek herî nêz de ew dibe peywirdar û hevalê Artemis ê berbiçavtirîn.


Devamı İçin Tık Tık

15 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Resim, Sanat

Agnolo Bronzino, Allegory with Venus and Cupid

Eser, li ser navê malbata Keyê Fransayê yê yekemîn Francis ê ku xwedanarezûya zarafet û erotîzmê, ji bo Bronzino wekî diyariyekê hatiye sîparîşdayin. Ev tabloya ku wekî “Venus, Xwedawendê Evînê, Bodeletî û Wext” tê zanîn, di dinyaya mîtolojîk de birrek sembolên îkonografîk ên têkilhev di nav xwe de dihewîne, wekî alegoriyeke erotîk hatiye çêkirin. Di resimên alegorîk de figurên ku heyî ne, hemû taybetmendiyekê sembolîze dikin. Devamı İçin Tık Tık

13 Yorum