Kategori

Kurdî

Edebiyat, Kurdî, Pdf Hayratı

Xasenezer, Arjen Arî

Arjen Arî, ji bo ku helbesta xwe bipijîne, bi hevîrtirşa helbesta klasîk hevîrê xwe stiraye lê ne di tenûra gundê Çalê de, di firneya nûjen a cîhana modern de nanê xwe pehtiye. Ango tovên ku ji çiya û zozanên Kurdistanê berhev kirine, anîne, di zeviyên deşta welatê xwe de çandine û ev tov xweş û xweşik şîn bûne. Ber girtine. Erê ew tov şîn hatin, ber girtin bûne berhem; ramûsanên xwe li geliyan veşartin, li çiyayên rûspî bûne lehengê berxwedana kurdan, bûne Kawa, bûne Şêrgele; Devamı İçin Tık Tık

2 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Psikoloji

Pygmalion-Bandûra Rosenthalê û Mîtolojî

Mîtolojiya Yewnanî her tim ji bo nivîskaran bûye bestlêrabûneke mezin û wekî çavkaniyeke zengîn a bestlêrabûna efsaneyan. Ev çîrokên mîtolojîk hê jî, ji hêrsbûyinên me, ji nefretkirinên me û behsa însanên nûjen ên niha, ya rastir qala wê serdema ku serîhildana li dij Xwedawendên hingê dike. Ji hêla keçikên, Amathontê Qubrisî, Propoetidler ve Afrodît ku Xwedawendiya wê û desthilatiya wê ji bo ku -bi navê xwe yê ku di Mîtolojiya Yewnanî de Venus e-, hatiye redkirin û pûçkirin, ji hêla Afrodîtê ve hatine fahîşekirin û tê îdeakirin ku ev keçikên ha yekemîn fahîşeyên dinyayê tê hesibandin.


Devamı İçin Tık Tık

24 Yorum
Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî, Mitoloji

Cejna Pîrebokan

31ê Cotmehê cejna Halloweenê yanî Cejna Pîrebokan e. Li rojavayê cîhanê bi awayekî baldar ev roj tê pîrozkirin. Kevneşopîya ji serdema paganîzmê mayî, tê domandin. Bi giştî zarok kostûmên tirsnak li xwe dikin, mal bi mal digerin, şekir û xercaneyê didin hev. Mîna ku dengê dilan hat guhê min: Bi xwedê ev li cem me jî hebû! Lê ya wan tenê ne ev e! Devamı İçin Tık Tık

25 Yorum
Edebiyat, Kurdî

Dengê Yasemînê


Ev çîroka Ferhadê hêja, di Festîvala Yilmaz Guney a Navneteweyî de hevpariya yekemîntiyê kir û di şaxê xelata çîroka kurmancî de xelat wergirt.


Her tim çêlî tiştên wekî hev dikir;
yan çêlî xewneke beradayî, yan çêlî hizreke ku wekî yek ji wan çiriskên birûskê yên xurt û lezgîn, yan jî çêlî naveroka pirtûkeke eletewş dikir.

KATHERINA MANSFIELD

Bi hez û hesretî ji bo Kithosê…

Mîna xewnên min ên şevan e tiştine, belê di wî rengî de; nixamtî, şêlîn û nefambar in. Serê sibehê nayên bîra min yan jî ew tên perçe û belavbûyî ne, paşê, dîsa ew tên, lê hatina wan êdî bêkêr e, ew êdî navên. Ewçend wext e ez li ser vê yekê, li van tiştên têkel û tamsar difikirim. Dilê min, bêhna min û çarmedora min pê teng dibe. Devamı İçin Tık Tık

2 Yorum
Edebiyat, Kurdî

Mehmed Uzun êdî li Weşanxana Selê ye

“Xebateke têkûz û tîtîz a bi qasî mehekê, bê west û rawest ez li ser şixulîm û çewtiyên heyî yên ku dê bihatina sererastkirin min kirin û min bi vî awayî hem li ber mîrata wî serê xwe tewand û hem jî bi awayekî şidayî pêşkêşî xelkê me kir.” dibêje hogirê min ê hêja, çîroknûsê nû yê edebiyata kurdî Ferhadê Mihemed.


Devamı İçin Tık Tık

Yorum Yap
Kurdî, Sanat, Sinema

Nebraska

Ji we hemûyan re merhebaaaa! Ez dixwazim ji we re, qala fîlmê bi navê Nebraska yê ku Salih Kevirbirî pêşniyarî min kiribû bikim. Yek ji wan mînakên xwesertirîn ê sînemeya Emerîkaya Başûr bi bîr tîne ev fîlmê ku bi tevahî ji reşûspî pêkhatî û welê hatî kişandî û lehîzvaniya lehîzvanên fîlmê ya bêhempa, dramatîkbûna senaryoyê û aliyên wê yên pêkenokî bi kurtebirî seranserê filmê ez kirim heyranê xwe.


Devamı İçin Tık Tık

8 Yorum