Otomobîla Min, Teknoloji

Şanzimana Otomatîk

Şanzimana otomatîk di sala 1921ê de ji aliye Rehina, Saskatchewan û ji Kanadayê ji aliyê Alfred Horner Munroyî ve hate çêkirin û di sala 1923an de weke patenta CA 235757î ya Kanadayî ve hate tomarkirin. Bêjeya “şanziman”ê bi zimanê fransewî ye. Wateya bêjeyê Boite de changement de vitesse lawra “qutîka guhertina lezê” ye.Pergaleya şanzimana otomatîk wilo dixebite: Dema dewra motorê zêde dibe fitêz bilind dibe, dema otomobîl disekine û dewra motorê kêm dibe şanziman bi paş ve kêm dibe. Niha şanzimana otomatîk pir hatiye guhertin. Lewra pir bi pêş ve ketiye.


1. Wateya Îşaretên Şanzimana Otomatîk:

“P” (park) lewra piştî motor tê sekinandin gopalê fitêzê tê ser vê îşaretê lewra merhaleya herî dawîn e.


“R” (reverse) lewra ji bo ku otomobîl bi paş ve vegere.


“N” (neutral) an jî “netar”. Otomobîl di vira de di halê netar de dimîne.


“D” (drive) lewra “ajotin” e. Dema tu dixwazî bi pêş ve herî tu gopala fitêzê dihînî ser vê îşaretê.


“S” an jî “O” (Speed, overdirive) moda sporê ye. Lewra dema tu bixwazî otomobîlê lezgîn bajorî tu gopalê dihînî ser vê îşaretê. Di vê bikaranînê de dewra motorê pir zêde dibe û xerckirina şewatê digihîje lûtkeyê.


“+”(zêde) an jî “-“ (kêm) van herdu îşaretan jî mauel in ku tu bikaribî otomobîlê bi manuelê bajorî. Dema tu bixwazî, ku kopal li ser “D”yê ye, tu bi aliye rastê ve kopalê dehf didî û her cara ku tu bixwazî fitêzê biguherînî, tu bi jorê de dehf didî ku li jorê “+” zêde dibe û tu bixwazî kêm bike jî, tu bi jêrê ve dehf didî “-“ kêm dibe.



2. Bikaranîna Şanzimana Otomatîk:

Tu li otomobîla xwe siwar dibe. Tu qayîşa xwe girê didî. Beriya ku tu destê xwe bidî tiştekî tu pê li bişkoleya “start-stop”ê (engine, motor) dikî. Piştre ceyran tê pergaleya otomobîlê. Dûre tu pê li firênê dikî û tu dîsa pê li bişkoleya start-stopê dikî û motor dixebite. Dema tu yekser pê li firênê û dûre pê li bişkoleya start-stopê bikî, ji ber ku motor demeke dirêj sekinandiye motor cemidandî ye û ji berk u wê ji nişkê ve motor germ bibe ji bo motorê şoqek çê dibe. Ev dibe ku bibe sedema derizandina motorê.


Di yên manuel de jî pêşî tu pê li firênê dikî, piştre tu bi mefteyê kontakê vedikî û dûre motor tê xebitandin. Dema te vana pêk dihînî, gopal li ser “P”yê ye. Tu gopalê ji ser “P”yê dihînî ser “D”yê û tu otomobîla xwe dajorî. Dema tu otomobîla xwe li cihekî serberjêre yan jî serberjore park bikî divê tu beriya ku otomobîla xwe rawestînî, lingê te li ser firênê ye, tu kopalê ji ser “D”yê dihînî ser “N”yê, dûre tu firêna elektronîk radikî û lingê xwe ji ser firênê dikişînî. Ew çax otomobîl teqleyekê dide xwe û giraniya otomobîlê dikeve ser dîskên firênê û tu dîsa pê li firênê dikî û kopalê dibî ser “P”yê.



Heger dema tu rawestînî û yekser ji ser “D”yê bibî ser “P”yê wê giraniya otomobîlê here ser şanzimanê ku ev tişta hanê pir xetere ye. Lewra, cihên rast ne tê de, tu di cihên kaş de wilo park bikî wê şanzimana te xirek bibe û di encama vê bikaranînê de wê komeke mesref ji te re derkeve. Çimkî şanzimanên otomotîk ji komeke çerxan pêk têne. Ji bo kaş û hatûçûyên zêde de tu karî taybetiya manuel bi kar bihînî. Te qet bîr biriye bê çima taybetiya manuel di şanzimanên otomatîk de jî heye?


Bersiv: Di kaşan an jî di hatûçûyên zêde de tu bi kar bihînî him motor xurt dibe him kêm dişewitîne him jî tu şanzimanê naêşînî. Wekî din, dema tu di hatûçûyekê zêde qelebalix de be, tu karî vê taybetiyê bi kar bihînî. Lewra, bi taybetî di yên DSGyî de fitêz zû têne guhertin, mînak hîn di 6-7 kîlometreyê de fitêz tê ser 2yan. Di rewşên wilo de ji bo ku zû neye guhertin tu bihînî ser taybetiya manuelê çêtir e. Lewma şanzimana te germ nabe.


Heger tu wilo bi baldar bi kar bihînî tu karî şanzimana xwe heya 100 kîlometreyê bi kar bihînî, heger tu wilo guh nedê tu yê herî zêde di 20 hezaran de şanzimana xwe xera bike. Helbet, ev tişta hane tercîha te ye.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Blogger'e Whatsapp Paylaşım Butonu Nasıl Eklenir?

Mehmet Emîn CIRIK