Edebiyat, Kurdî

Dostoyevski û Evîna Wî Ya Hingof Polina Suslova

Merheba. Ez dixwazim ji we re qala ew kesên ku bûne çavkaniyên karakterên romanên Dostoyevskî 8yên wekî Lizaveta Nikolaevna, Natasya Filipovna, Katarina Marmeladova û Gruşenka, hetta ew karaktera sereke ya romana wî ya bi navê Xumarbazê Polina ya ku ew bi xwe evîna rasteqîna Dostoyevskî bû, Dostoyevskî yê ku li çardorê dinyayê navdar bû.


Belê ez ê evîna wan ê ku serûbinîbûyî ye ew hîkeyata wan ê balkêş e bikim. Ew kesên tu carî Dosto nexwendibin jî bi vê yekê tev dizanin, Dostoyevskî bi xêra qehremanê romana xwe yê bi navê Xumarbaz de gelek tevger û bîranîn, bûyerên rastî yên jiyana xwe li Aleksey Ivanoviç bar kiriye. Aleksey Ivanoviç kiriye pardarê kesayetiya xwe. Azwerî û hezkirin; vîn û evîn hêmayên rengên tevn û hûnaka vê romanê dixemelînin û direngînin. Ewçend balkêş e ku ev serborî, bîr dibe fîlmeke aksiyonê. Ka bifermînin da ku em li ser hûr bibin ezbenî.


Ev kîjan jin e ku hewqas tesîr û azwerî li ser Dostoyevskî aniye pê? Polina keçeke gundê kevnareyî yê Mujikê ye. Di wê serdemê de li Rûsyayê bûye çalakvaneke jêhatî yê şoreşgeriyê. Jineke har ê derûniya wê têkilhevbûyî ye. Çîroknûseke femînîst e. Heyran û evîndarê veşartî yê Dostoyevskî û berhemên wî ye. Bawermendeke sapyoseksulê hêvîdar ê Dostoyevskî ye. Her weha Dostoyevskî bûye ketiyekî nexweşiyan, sirgunan, tunebûnan. Li gor çavkaniyanine, tê gotin ku hevnasîna Polina Suslovayê û Dostoyeveskî di şeveke civîna ji bo piştgiriya xwendekarên xizan de hatiye pê.


Polina Suslova


Paşê wan bi hev re xeberdan kiriye, têkilî daniye paşê jî agirê evînê pêketiye û ew bûne evîndarên hevûdu. Heçî li gor çavkanine din jî tê gotin bêyî ku hayedariya Dostoyevskî ji vê yekê Polinayê daye pey wî û bi nivîsandina nameyekê ve evîna wan zîl daye. Paşê Polina çîrokekê dinivîse û ji Dostoyevskî re dişîne da bo ku ev çîrok bête weşandin. Çîrok di kovara “Wextê” de tê weşandin. Dostoyevskî ji ber hîsên xwe yên gumanbar noqî evîna Polinayê dibe. Divê em tesîra çêkirin û bandordayina hisiyatiya Polinayê ya ku li ser Dostoyevskî kiriye ji bîr nekin.


Hal ew e ku wê çi dixwest û rewş hat bi kû ve asê ma? Polinayê digot qaşo ev nivîskarekî ji ser xwe re ye lê ev tiştê ku bi serê wê de hat neliheviyeke mezin bû, Polina vê rewşê welê li ser rojnivîska xwe dinivîse “Ez ji Dostoyevskî nefret dikim. Wî hêvî û baweriya min şikest. Ew bû kujerê min ê yekemîn.” Bêşik Polina keçeke xama yê ku hêj di bîstûyeksaliya xwe de ye, Dosto jî dev daye salên xwe yên çelî. Dostoyevskî bi Maria re zewiciye. Polina keçikeke bi qîma xwe bûye, her tim zor daye Dosto û gotiye dev ji vê jinê berde. Hingê Maria bi nexweşiya tuberkulozê ketiye. Ev mijar bûye mijareke ximam û nefambar ê têrazweriyê û serûbinîbûyinê, ev yek veguheriye tiştekî ecêb.


Piştî ku jina wî wefat dike, Dostoyevskî vîna zewaca wê dike lê ev keçika hevîrtirş a femme fatale wî paşde dike, ji xwe bi dûr dixîne. Dostoyeskî bi vê derûnîtêkçûyina xwe zewaceke din ê ku bi Anna Snitkinayê re dike. dike. Pêveçûn û şerr domdar e. Polina deriyê dil ê Dostoyevskî li ser pişt dihêle û baz dide û paşiya xwe dide wî û berê xwe jî dide Parîsê. Li wir dilê wê dikeve yekî Fransiz.



Dosto ji ber vê hesretê nikare li ber xwe bide û berê xwe ji bo dîtina wê dide Parîsê, xwe li der û beran diqelibîne. Eger keysekê bikaribe ji ber leyistina xumarê li hev bîne ji Suslovayê re nameyê dinivîse. Wextê ku name xwe bi  Suslovayê digihîne vê rewşê welê li ser rojnivîska xwe rêz dike “Min ji Dostoyevskî nameyek wergirt. Ji bo ku ew dê min bibîne pirr dilgeş e. Heyfa vî pepûkî. Gunehê min pê tê.” 


Dostoyeskî di her rawestana îstasyonên trênan de xumarbaziya xwe radike çargaviyan û xwe bi vî rengî digihîne Parîsê. Polinayê bi cih dike. Lihevkirina têkiliya wan, tiştê bûyî û çûyî dipeyivin datînin pêş xwe. Polina behsa têkiliyeke xwe yê heyî dike ji wî re. Dosto ji ber vê yekê nikare xwe rabigire û paşê li wê dipirse bê ka ev hezkirina bi dilê wê ye an ne? Polina bersivê dide wî û dibêje ev pevrebûna me ne bi dilê min e û hezkiriyê min ji min hez nake.. her weha ew diyaloga wan ê navdar tê pê:

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Ma Heidegger Nazî bû?

“Ev yek çawa dibe, tu hem jê hez dikî hem jî ne bi dilê te ye?”
 
“Ew ji min hez nake.”
 
“Tu wekî qerwaşeyekê ji wî hez dikî ne wisa? Eger ew li serê dinê be jî tu dê bidî pey wî. Min dizanîbû rojek bê tu dê ji yekê din hez bikî. Bi awayekî xeletî, te ji min hez kir.”

Dostoyevskî bivê-nevê qebûl dike vê yekê. Ji bo ku ev azwerî û hezkirin neyête ber lingan û vê jinê ji dest xwe nefilitîne û her weha wê her tim di jiyana xwe de bibîne wê qanih dike û dibêje “Em herin Îtalyayê. Ez dê bibim kekê te.” Paşê ew dikevin rê û dibin mudawîmên xumarxaneyan. Carina bi ser dikevin carina jî xelk zora wan dibe, berra wan dibe. Welê bihizirin ku carina xelk ewçend zora wan dibe mecbûr dimînin û gustîla Suslovayê wekî bi deynê xwe didin, û carina jî bêhesab bi ser dikevin. Bajar bi bajar digerin, wan deran didin bin lingên xwe. Paşê Dostoyevskî berê xwe dîsa dide Rûsyayê û vedigere. Bi awayekî nîvxwiyayî û ximam hevnameşandin dewam dikin. Paşê bêyî ku lêvegerînek were pê, jihevûduveqetînek tê pê.


Ev rewş ji bo Dostoyevskî pirr rewşeke dijwar e. Polina bêfedîûar dest bi evîneke û nû kiriye. Hezkiriyê wê yê nû nivîskarekî din ê ku navê wî Vasily Rozanov e, Rûsî ye û şanzdeh salan ji Polinayê biçûktir e. Ji bo wê êdî serhatiyeke nû dest pê kiriye. Dostoyeskî ji bo Rozanov îdol û pêşengek e. Herçend Polina ji Rozanov gelek salan mezintir be jî pê re dizewice. Wextê ku ew dizewicin Rozanov 24, Polina jî 40 salî ye. Lê belê ji ber mezinbûna Polinayê û bêexlakiya wê, yan jî salbiçûkiya Rozanov ev pêvajoya zewacê dilukime û naherike. Rozanov herçend bixwaze dev ji Polinayê berde jî ev yek bi cih nayê. Paşê Polina ji Rozanov re dibêje “Ne kar û xebata te ye ku tu bikaribî dev ji min berdî. Encax ez dikarim jihevûduveqetîna me pêk bînim.” Li pey vê ultîmatoma wê 6 salan dev ji Rozanov berdide. Rozanov diçe Varvara Dmitriyevna dike. Hema çi bigire bi qasî bîst salan Polina bi rengekî fermî devjihevberdanê napejirîne. Ev yek malikê li wan xirab dike. Jiyana wan vediguheze dûjehê.


Mîlan Kundera welê digot, “Bihevrejiyîna û dostaniya jin û mêrekî ji evînên nexurt vedije.” Li gor we Mîlan Kundera rastgo ye an ne? Mirov ji bo çi ji însanên bi merivan êş û azarê dikêşe hez dike?