Kurdî

Pall Weşan û Danasîna Kitêban

Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.


Di nirxandina kitêban de baldar e li ser sê xal-pirsan û kitêbên bêne qebûlkirin herî kêm bi xalekê re li hev dikin: 1) Nivîskar ciwan e û di berhemê de ew şiyan xuya ye ku dê di dahatûyê de berhemên baştir binivîse? 2) Ev berhem nûbûnekê tîne nav qada xwe û taybetiyeke xwe ya xweser heye? 3) Nivîskar aliyên naverokî û şiklî di berhema xwe de çawa tetbîq kiriye û çend kariye bi serkeftî bihûne?


Pall digel kitêbên telîf dê kitêbên wergerandî jî biweşîne. Dê li pey derfetan be ku digel berhemên klasîk ên bijare, berhemên nivîskarên hevçax wergerîne ser kurdî.


Dê ne tenê kitêban biweşîne, her weha dê çalakiyên fikrî û kulturî jî pêk bîne, dê hewl bide civîn, atolye û gotûbêjan saz bike, beşdaran di qadên cuda yên weşanê de perwerde bike. Dê podcastan amade bike, vîdeoyan biweşîne.


Bi ti awayî kitêbên nivîskarên xwe bi piştgiriya wan a madî naweşîne lê deriyê wê ji bo hemû piştgirî û hevkariyên derekî vekirî ye. Her çi piştgiriyek ji bo kar û xebatên wê bê kirin, dê di kunyeya kar û xebata berbehs de bê diyarkirin.


Rêxweşker e bo ciwanan, dê hewl bide berhemên wan zêdetir biweşîne. Her bi vê mebestê, dixwaze rê li ber zarokan jî xweş bike û di demên pêş de bi navê Pall Zarok kar û çalakiyan pêk bîne.


Pall giringî bi rênivîs û hevoksaziya kurdî dide. Berhemên ku ji wê re tên şandin, bi kêmanî 90% divê bi xalên Rêbernameya Pallê re biguncin û li gor wê bên serrastkirin. Heçî berhemdarê ku berhema xwe dişîne, çêtir e ku pûte bi xalên rêbernameyê bide û li gor wê bişîne. Rêbername hin xalan wekî standardên xwe û hin xalan jî wekî tercîha nivîskaran qebûl dike.


Pall Weşan halê hazir bi kurdî (kurmancî) û tirkî weşana xwe dike, lê piştî demekê dixwaze kirmanckî jî lê zêde bike. Kitêbên tirkî dê ji çaryekê (4/1) yên kurdî nebihurin. Tenê xebat û lêkolînên li ser kurdan û eleqedarî wan bi tirkî dê ji bo weşanê bên qebûlkirin.


Danasîna Kitêban


Şeva Dizên Solstîsê, Bilal NERGİZLİ (Çîrok, 64 r.) ISBN: 978-605-72217-1-1


Gundekî ku qet lê nabe şeveq û gava dibe şeveq qet lê nabe êvar; galgalên li ser çîroka çîrokeke ku qet neqewimiye; Benjamin Franklin, Thomas Edison, Don Quijote û Sancho Panzayê ku rêya wan bi gundekî Kurdistanê dikeve û aqûbeta wan li ber gopalê deradetî yê Pîra Fatim ji nû ve saz dibe; flanorekî ku her di takecîhana xwe de çerx dibe û bi semt û hemd tim dikeve seyra nîşaneyên derdora xwe;  bîrhatinên “zarokekî” hezar û bîst û yek salî yê li ber çoka Pîra xwe derheqê miriyan û binaxkirinê de; nivîskarekî li pey lehengê xwe yê ku bi salan ji bankamatîkekê dide dû yeke din û tim li pereyên hûr digere; nehwirandinên ji ber saw û sawêrekê mayî; mêşên ku dawî li desthilata famîlyaya xwe tînin û ew jî bi wan re dicehimin?…

 

Desteyek çîrokên ku zorê didin aşop û vegêranê ji dengekî nû yê edebiyata me, Bilal Nergizli. Şeva Dizên Solstîsê, bi rengîniya xwe şahiyeke edebî li dar dixe û bi silavên navmetnî mazûvaniyê li mêvanên xwe yên curbicur dike.


Siya Yê Din, Hesen ILDIZ (Çîrok, 80 r.)
ISBN: 978-605-72217-3-5


Di çîrokên kupkurt ên Ildiz de taybetiyeke giring xwe dide der ku meriv dikare wekî krîtereke serkeftinê ya ji bo vê cureyê qebûl bike: Gava xwendina çîrokan xelas dibe, çîrok bi xwendevanan dest pê dike. Bi gotineke dîtir ev çîrok, ji bedêla ku bi dorsînoriyeke çar-pênc hevokî an jî yek-du pasajî çîrokekê ji xwendevanan re vebêjin, çîroka di dilê xwendevanan de derdixin holê û bi vî awayî temam dibin. Balkêş e û nivîskar tim dilê xwe dibijînin vê rewşê.

 

Bijartina mijaran a ku di kitêbê de bêyî kategoriyeke şiklî an jî têmayî hatiye kirin û digel vê yekê tercîha edîtoriyê jî, dîmena timelinea hesabên medyaya civakî yên mirovên roja me tîne bîra meriv. Belkî jî eynî di vê gavê de, ev yek encama wê tercîhê ye ku hewl dide hevaheng be digel panoramaya zêhnî ya xwendevanekî kurd ê vê serdema me.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Destxetên Kurdî - I

 

Ev çîrokên ku ji meseleyên civakî û siyasî bigire heta bi meseleyên têra xwe şexsî û endîşeyên biçûk ên jiyana rojane çarçoveyekê xêz dike, bi vî awayî kariye bi hostatî panoramaya qelebalix, belawela, dudil lêbelê rasteqîn û berfireh neqil bike. Mihemed Şarman


Lerz, Qasim PÎRO (Roman, 144 r.)
ISBN: 978-605-72217-2-8


Gula Strîstanka ya piştî gelek kêferatan terka mêrê xwe dike û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paşê dê navê Lerzê bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram romanê ji cihê mayî temam dike, li ser navê xwe dide çapkirin.

 

Ev romana ku ji aliyê du nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî, pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştin û binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi Pallê jî, dibin mijara vê romanê.

 

Pîro xwendevanan vedixwîne ku hevdem li gel xwendina xwe, Lerzê ji nû ve binivîsin.


email: info@pallwesan.com

malper: www.pallwesan.com

medyaya civakî: @pallwesan


Edîtor

Rojda Yaşîk

Yehya Omerî

Semra Güçlü

Mihemed Şarman

Înan Eroglu


Xwendina Dawî & Serrastkirin

Îkram Baban

Mem Artemêt

Ekrem Yıldız


Berg-Dîzayn

Emîr Tahir


Edîtorê Dengî

Erol Şaybak


Podcast

Omer Faruk Baran

Birûsk Aryan


Medyaya Civakî û Karên Teknîkî

Armanc Dayan


Belavkirin

Nalin Keskin


Malpersazî

Selim Dönmez


Şêwirmendê Zimanî

Ergin Öpengin


Şêwirmendê Hiqûqî

Şiraz Baran


Rêveberê Giştî yê Weşanê

Înan Eroglu