Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Hesabgêr F

   Qaseke din tev rûdinin li mitbaxê. Hesabgêr F çend zeytûnan vala dixwe û bi dendikên wan dilêyze û dibêje ”Te dît piştî ku ez hatim ser hişê xwe min li kaxezên xwe kontrol kir û ez ketim nava telaşekê, ne beyxûde bû haa. Ji ber ku ez çûbûm wî gundî û ez li wan bûbûm guhdar.

Tevî ku ewçend zor û zehmetî bû. Malên wan hêj kevnare û xeberdana wan jî xwerû û saf bû. Ez çûm û min xwe bi wan da nasîn. Wan hurmetî û rêzgirtineke gelekî gewre da ber min. Em çûn, çûn, çûn beriya salan. Eger bi vê yekê lêzimên min pê bihesiyana dê bigotina ”Ma kûçikê te har bûye, kê nîhaye te tu di vê berfê de sar û sermê de diçî wan deran.” Lê ez çûm. Min dixwest ez hînê jiyana wan û serpêhatiya wan bim.” Amabella çayê digire û tê, ew jî rûdine hember wî. Hesabgêr F didomîne.

”Ew kesê ku ez ezimandim yanî Apê Martîxan ─lê tu kesî nedigot Martîxan ji wî re digotin Mert mîna navê te, ew jî hatibû tunekirin─ agirê fanosê pêxist û gote min: ‘Em berê di vî gundî de mîna birakên hevûdu bûn. Me tu kesî nedizanîbû pevçûn û çavnebarî çi ye. Lê demeyekê nizanim çi bû, ev traktor û pere, çek û sîleh hat û ket nava civaka me hingê em hemû bûn neminetdar ên hev. Êdî wekî em bi deyn hevûdu re bişixulin, arîkariya hevûdu bikin. Jixwe min hest pê dikir ku hingê di wê heyamê de dê kuştin wekî tovikên çorrê xwe bi nava me gihînin. Pêşiyê gundiyekî me hate kuştin. Em mîna malekê bûn. Gêrmî û birinca me yek bû. Li mala me gêrmî bû li mala wan birinc bû. Ew çi felaket û bobelat bû ez jî nizanim… Mirinê govend li ser serê me girêda. Duwemcar ez ê bibûma govanê mirina ciwanekî û li pey wê mirina malkambax û pê ve jixwe wekî werîsê ji hev vebe û mirin li ser hevûdu domiyan. Te dê qey bigota mirin bû kundê kor û hat li ser sivînekên me venişt. Rojekê min pez biribû ber çêm. Ez çûm da ku ez gûyê xwe bikim paş zinarekî. Hingê jinine gundî jî li ber qeraxa çêm hirî dişuştin li nik wan zarokên piçûk jî hebûn bi celpê dilêyistin. Carekê min dît ku cemseyek esker hat û li ber wira sekinî. Kî yê ku perişkî zarokê xwe bi leza birûskê vegeriyan ber bi gund. Yek li wê derê ma, esker pevre peyivîn min carekê dît eskerekî pihîna xwe li ser pişta lêwik xist û lawik firriya nav çêm û di çêm de çû. Mirin li ser mirinê. A xedar jî mirina wî gundiyê me bû. Te digot qey bû agirê pîşo û ket pêsîr me. Ûsikê rehmetî nûzewicî bû. Zarokek li ber destê jina wî zarokê din jî hêj di zikê jinikê de bû. Me ji xwe re daxme dilêyist. Bi kêf û şahî; bi henek û bendeketinê. Ez nizanim çawa bû lê me dît ku li derve dengine tên. Em reviyan ku seg bi hevûdu digirine. Dîtina ku min dît birazê, kûçikê Ûsik ketibû bin kûçikê din û wekî tu mot  di ser kûçik de birijînî tev de di xwînê de mabû. Ûsik xwe gihande kûçikan û ew ji hevûdu kirin.” Amabella naxwaze gotina Felat bibire lê belê wê dil heye wî bibe odeya xwe da ku li wir xweştir li wî guhdar bike. Ew der aramtir û rihettir e. Çayên xwe ji nû ve dadigirin û diçin. ”Min digote çi? Immm. Ew, ew, ew… Hah. Hate bîra min. Apê Martîxan digote ‘Ûsik xwe gihande kûçikan û ew ji hev kirin û pihîneke xurt li wî kûçikî da. Xwediyê kûçikê din jî tevlî me daxme dilêyist. Qey ev pevçûna kûçikan bi xweşiya wî nehat û da çêr û sixêfan. Wî û Ûsik li hevûdu xistin. Law emman hewar eyb e şerm e. Mekin hûn hevalên hev in hûn gundî û milkşirîkên hev in. Werhasil me ji hev kirin. Wextê ku Qadir bi dûrê Ûsik ket gote ”Eger min ev yek ji te re hişt, bila diya min bibe jina min.” Roj û wext bêrawest, bêyî ku li tu kesî guhdariyê bikin bihûrîn. Berê cotê ga hebû. Wê salê jî Ûsik wan di erdê xwe yê dûrê gund de dê kizin biçanda. Sibeheke roja înê Ûsik gayan û gîsnê wan pevdixe û diçe nav erd. Ew Qadirê şîrheram jî tu nabêjî şopê dide ser wî û diçe. Roka nîvro ye. Di pey re têt û bi çekê berikan li ser dihejmêre. Ûsik bi misasê lêdide lêdide lê belê bi kêrî tu tiştî nayê mixabin. Çiqas berik di carcûr de hebin gişkiyan vala dike û Ûsik devûrûyan diçe nav axa cotkirî. Xwîn gol dibe.” Amabella lêvên xwe gez dike. Çavên wê dibin tijî hêstir. ”Monsieur Felat kê ji te re gotibû tu bi kêrî tiştekî nayê? Wan jehr belav kiriye wele. Ew e tu bi vî halê xwe, bûye yek ji şirîkên herî xurt ê civaka xwe. Rast e lo hûn mîna qewmê kewan e, dijminê kewan bi sedan e kew jî dijminê qewmê xwe ne. Divê ne wisan be. Ka lê binihêre hûn hewqas meriv in çima we dewletek, sazûmaniyeke birêvebirinê nîn e? Hemû sedem xayintiya Kurdan ê navdar e. Xoybûnê bîne bîra xwe, Şêx Seîdê Kal, Mîr Bedirxan û Biraziyê wî yê neşuştî û yên ku ez pê nizanim. Mixabin ku Kurd her neyarên hev in.” Şev dibe nîvşev. Sohbeta wan dirêjtir dibe. Felat bêyî ku tiştekî bêje dike nirçenirç û çenga xwe dixe nava kefên destên xwe. ”Êê.” dibêje Amabella. ”Êêê dûv re çi bû?” … ”Dûv re gayên ku Ûsik pê cot kiriye vegeriyane malê tevî gîsn û jê pê ve jî qiyamet rabûye. Kerr li kor siwar bûye. Ew kaxezên ku min di çenteyê xwe de derxistin tev bi tiştine welê reşkirî ne. Ji ber wê min telaş kir.” Hingê ji ber ku hundir dibe germtir Amabella tişorta xwe ji xwe dike. Bi destê Felat digire. Hesabgêr F fihêt dike. ”Nexwe wisan bû haa! Min nedizanîbû ku li ser wan kaxezan tiştine wisan hene. Lê tu xem meke dê ev dinya xweştir bibe.” dibêje Amabella.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kitêba Bergsor

 

  Amabella destên wî ên di nava kefa destên xwe de maç dike û wî ji cihê wî radike û dibe ser karolyeya xwe, bi lezekê ve xwe tazî dike, Felat nizane çi bike. Şaş dibe. Hingê ”Hesabgêr F yekemcar xwe bi dîtina Amabellayê digihîne.”