Kurdî, Müzik, Sanat

Çîroka Destanî ya Motörhead Dê Bibe Wêneçîrok

Heke min ev xebera pîroz û xweşik -bi we re- parve nekira nedibû! Ji sernavê nivîsê jî diyar e ku, bi salan e “heytehola” ku ew derdixine û Motörhead ê em bi heyranî lê guhdarî dikin, dê bibe wêneçîrok. Wêneçîroka ku di demeke nêz de “Motörhead: The Rise of the Loudest Band in the World” e, dê Îlona 2021’î de biweşe.


Ew Motörhead’ê navdar ê ‘‘Bi Heytehol’’ ku David Calcano dê binivîse, projeya wêneçîroka ku qala çilsaliya efsanewî ya kariyera wî dike, Mark Irwînê îllistrator (Yek ji Derhênerên Hunerî yên Kevn ê Kovara Heavy Metalê) ev kar hildaye ser milê xwe. Errrrr! Heke mêla we li ser hebe, hûn dikarin wêneçîrokên li ser musîkê yên ku Calcano li ser hunermendên Billie Holliday, Frank Zappa, Marillion nivîsandine bi bîr bînin. Wêneçîroka dawîtirîn a ku dê bibe ya Calcano 144 rûpel e Motörhead e: The Rise of the Loudest Band in the World, dê di 7’ê Îlona 2021’î de biweşe.


Motörhead kî ye?


Di dîroka rock û heavy metalê ya dinyayê de yek ji koma herî zexm û ya herî cool e. Lemmy Kilmister, di sala 1975’an de li tixûbê Kanadayê ji ber ku kokaîn pê re ye tê girtin û lewma jî 5 roj girtî dimîne. Hingê bi xwe di koma Hawkwindê de ye. Koma Hawkwind bêgav dimîne û hemû tûrên xwe yên Amerîkaya Bakur betal dike û Lemmy ji komê tê bidûrxistin. Wextê ku Lemmy vedigere Folkistanê, li ser gîtarê Larry Wallis, li ser dêrfana Lucas Fox dihêle û tev Motörheadê ava dikin. Ya rast, Motörhead navê strana dawîn a Lemmy a ku ji bo Koma Hawkwind nivîsîbû.



Ez wan demên bêhempa yên ku James Hetfield û Overkill ê di 25’ê Gulana 2000’î de konserta ku li San Franciscoyê pêk anîbûn û wan pevre lêdabûn bi bîr bînim. Metallica, Garage inc di albuma xwe de çar stran ji Motörhead cover kiribû. yek ji stranên ku cover kiribûn jî Overkill bû. (Qeydên heyî kevn in.) Hetta di sala 1995’an de hemû endamên Metallica xwe xistine rengê Lemmy Kilmister û rojbûna Lemmy bi vî awayî pîroz kirine û dîsa Overkill lê dane. Wext pir bêbav e û ez bêyî ku detay bidim nikarim bihewim.


Demên efsanewî yên di sala 2009an de. Lemmy Reyîz di 1.50’î de dê were:



Çîroka Motörhead a ku bi Lemmy’ê dil û kezeba me Kilmister, li Bakurê Gallerê di perwerdegeheke siwariyê wekî perwedekarekî dixebitî dest pê kir. Ji komê hatibû bidûrxistin. Zilamekî ciwan ê wan çaxan, ji bo debarkirina xwe bi hespan re dixebitî. Her çi be jî ev li gor Lem, “bi jinan re debarkirinê” riyeke bêhempa bû. Di derheqê Lemmyê efsane de ev efsane (bi rastî jî ew bi xwe efsane ye, basgîtarîstê komê, vokalîst, avakar û frontman, ehm) ji bo piştgirî, ez çend heb fotografên Lem û hevalên wî yên hesp li vir bi we re par ve dikim.



Hevalê kevn ê komê yê Lemmyê ji Hawkwind Dave Brock jî, diyar e yek ji şahidê Kilmister ê nêz ê hezkiriyê wî yê ji hespan e. Li fotografê jorê, li çewlikeke Kansasê Brock li nik Lemmy ye, Lemmy jî li ser hespekî bi navê “Dynamite” e.



Paşêtirê guhên Lemmy, bi hunermendên wekî Little Richard û Elvis hesiyan (Nemaze “All Shook Up”), pevxebitîna wî ya hespan re ket nava rûpelên dîrokê, lê belê hema çi bigire hesp heya daiya umirê wî bûn perçeyekî jiyana wî. Lê belê çi heyf ku di sala 2015’î de, ew demek bû ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li nexweşxaneya ku tedawî didît koça dawî kir û paşê ev kom ji hev de ket. Tu carî kevn nebû, kêm nebû.



Heke hûn bixwazin Motörhead ji nêz ve binasin, hûn dikarin li belgefîlmên wan ên bi navê Live Fast Die Old temaşe bikin:



Heke em vegerin ser mijara xwe, Motörhead: çavekî li îllustrasyonên The Rise of the Loudest Band in the World bigerînin, aha ji bo we çend malper:



Bi hêviya hevdîtinê!


Çavkanî:


https://dangerousminds.net/ 


https://imotorhead.com/


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Pall Weşan û Danasîna Kitêban