Kurdî, Mitoloji

Narkîssos, Ekho û Kulîlka Nêrgizê

Ji we herkesî re silav! Hûn jî wekî min ji tiştên ku hez dikin serpêhatiyên wan meraq dikin? Eger hûn jî meraq dikin fermo werin em tev çav li serpêhatiya mîtolojîk a Kulîlka Nêrgizê bigerînin. Fermo ezbenî.


Yên ku Narkîssos dibînin ji ber xweşikahiya vî xortî hişê xwe li hev dixin, çi perî be, çi mirov be herkes mehtê wî dimîne û xwe nikare li hemberî evîndarbûna wî rabigire. Ekho jî xweşiktirîn a xweşikan e, tu kes xwe nikare bi xweşikahiya wê gihîne. Çîrok bi pêrgîhevhatina wan dest pê dike. Herkes pê dizane ku Ekhoya xweşiktirina xweşikan periyeke ku navê xwe ji dengsîtaviyê hildaye. Di wexta xwe de ji hêja Heraya dilrevîn ve hatiye peywirdanê, ji ber ku wê ev wezîfe bi cih neaniye ji hêla Xwedawendê ve hatiye nehletkirin.


Ekho


Heraya Xwedawend behreya peyivînê ji Ekhoyê hildaye û bi dubarekirina hevok û qiseyên kesên din ve daye tawankirin. Rojek ji rojan Narkîssosê jixwehez ê qurre û dilneqayîlê tu kesî, di daristanê bi heyîna kesekî dihese û bang dike, dipirse “Li wir kî heye?” Ekho wisa dibersivîne “Heyyee, heye, heye” Di nava daristanê re dinizile û tê, çerku tê û çavên wê li Narkîssos dikeve dibe dilketiyê wî. Narkîssos ê ketiyê qurrebûnê wê dibîne û wekî her caran dilê wî bi Ekhoyê namîne û lewma jî dipengize û wenda dibe.



Ekho êdî evîndar bûye. Bi vê evîndariyê dilê wê dihele. Lewma jî ne dixwe ne jî vedixwe. Bi borîna wextê re dihele û di taliyê de wekî Yıldız Tilbeyê ji Narkîssos re distrê “Tu jî hej jê bike, lê bila ew hej te neke, wekî min tu jî bibe derdkêşê evînê, pirr bêriyê lê bike, lê xwe pê megihîne, wekî min.” û diçe ber rehma Xwedê. Xwedê wê bibexşîne. Xwedawendên ku li Olîmposê her tiştî bi pakbûnekê temaşe dikin xwe sil dikin û biryarê didin da Narkîssos ceza bikin.


Narkîssos rojekê wextê ku di daristanê de ji xwe re digere napeyive. Li derdorê dest bi lêgerîna avê dike. Bi riya sehkirina pêjnan di taliyê şopê dibe ser aveke spehî û zelal, tê nêzê kaniyekê. Xwe xwarê avê dike da ku avê vexwe hema çi bigire hingê, xuyanga xwe dibîne. Hewqas dikeve bin bandora xuyanga xwe ku çavên xwe nikare jê veqetîne. Rojên xwe li xuyanga xwe mêzekirinê ve dibihûrîne.



Destê xwe direjê dike lê destê xwe nikare têbigerîne, bang dike bêbersiv dimîne. Bi awayekî bêgavmayî xwe dixwaze bi xuyanga xwe gihîne. Bi Narsîstiya xwe ya navdar ve Narkîssos dibe dilketiyê xwe. Wekî axîna Ekhoyê ku kiribû hez dike lê hevgihîn nayê pê. Li wî cihê ku li xuyanga xwe temaşe dikir hê bi domdariya temaşekirinê, di nava keserkûriyekê de dimire.



Roja ku dimire li wî cihê ku li xuyanga xwe temaşe dikir de; kulîlkeke zer ê zer, bi bêhna miskê ve hatiye xemilîn vedide. Herkes wê kulîlkê wekî Narkîssos dizane, dinavîne û wisa bang lê dike. Her weha, ew kulîlka bêhempa ku navê wê vediguhere “nêrgizê” dibe sembola evîna dûrmayî, jihevhezkirina nîvmayî û dibe “bi qasî ku dê bi gulvedana xweşikahiya xwe bibe sedema mirina xwe” efem.


Ev çîrok serpêhatiya navên wekî Narsîzmê, Kulîlka Nêrgizê û Ekhoyê bû, ji bo xwendina we ez spasdar im, bi hêviya hevdîtinê.


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kafa Kesen Çılgın Bakireler: Maenadlar ve Dionysos