Etiket

Kürtçe

Kurdî, Mitoloji

Taybetmendiyên Mîtosan

Çand û huner geşedana xwe di nav demê de bi şkestin û guherînên cihê cihê pêk anîne û bi demê re wateyên nû wergirtine. Bi van wateyan kevneşopiyek pêk hatiye. Cûreyên mîna çîrçîrok, çîrokên gel, mîtos û efsane ji bo çanda gelêrî girîng in. Di halêhazir de ji bo hunerê çavakaniyên bihêz in. Berhemên cûreyên hunerê ji derfetên kevneşopiyê sûd wergirtine û di navbera pêşeroj û paşerojê de pirek ava kirine. Çanda gel, di dema me de ji bo gelek cûreyên hunerê bûye îlham û da ku ji bo dahatûyê jî çîrûskên geş di xwe de bihewînin. Devamı İçin Tık Tık

15 Yorum
Genel, Kurdî, Röportaj, Tarih

Hemed Hekîm

Bandora dêr an mizgefta Hemed Hekîm an jî li gorî binavkirina Suryaniyan Mor Osyo û ziyaretgeha wî li ser mirovên Mansûriyê

 

Ziyaretgeh di dîroka çanda kurdan ya rojane de cihekî girîng werdigirin. Beriya îslamiyetê heta roja me ya niha; dîn, baweriyên ecêb, xurafe, rîtuel…hwd. rola xwe li ser însanan çê kirine. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ev tiştên hanê, weku me li jor rêz kirin, pirtir in. Ev saîk xwe hertim bi derûniya civakê re girêdane û girîngiya xwe parastine.  Devamı İçin Tık Tık

26 Yorum
Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Weke Terîqeteke Rikber Qelenderî

Li ser qelenderiyan di çavkaniyan de agahiyên spesîfîk hene. Ali Tenik, radigihîne ku ev terîqeta hanê di nava sofiyên kurdan de derketiye û weke boçûneke tesewifê ya heterodoks hatiye pejirandin. Ev terîqeta hanê ji Hindîstanê heya Rojhilat û Rojavayê Ewropayê hatiye û tesewifa îslamê belav kiriye. Kesên mîna Baba Tahirê Uryan (m. 1055), Şemsê Tebrîzî (m. 1247), Fahrûddîn Iraqî (m. 1289) bi sohbet û tesewifa îslamê bûne rêberê dilê gel û bi eşqa Xwedê ve xizmeteke pîroz kirine. Bi vî awayî ber dilê mirovan xweş û aram kirine.[1] Di vê malika jêrîn ya Baba Tahir de Tenik angaşt dike ku qelenderî kurd in û nûnerê yekemîn ê vê terîqetê Baba Tahir Uryan e: Devamı İçin Tık Tık

31 Yorum
Kurdî, Otomobîla Min

Seat Leon 1.0 eTsi Hybrd Style Plus (2022)

Weke hûn dizanin û me berê jî gotibû, Seat markeyeke Îspanyolî ye û fabrîkaya wê hîn jî li Îspanyayê ye. Ev modela ku em li ser wê rawestiyan tevî vê carê çar caran e ku tê guhertin. Ango çar car e ku tê makyajkirin û weke nifşa çarem a Leonê ye. Gelek guherîn pêk anîne endezyarên Seatê. Lewra ji serî heya dawîn hatiye guhertin. Ev model weke Golfa Volkswagenê û Scalaya Skodayê wan li ser flatforma MQB’yê tê avakirin. Devamı İçin Tık Tık

6 Yorum
Kurdî, Sanat

Maskeyên Dibişirin û Yên Ku Digirîn di Şanoyê de Çi Temsîl Dikin?  

Maskeyên dibişirin û yên ku digirîn di şanoyê de çi temsîl dikin?  Paşeroja şanoya modern ya îroyîn xwe dispêre serdema antîk ya yewnanî. Di serdema antîk ya yewnanî de, li ser navê xwedawendê kergeya dîrokî “Dionysos” (Berê jî me li vir behsê kiribû.) torenên olî yên ku pêk dianîn bingeha şanoya modern ya îroyîn aniye pê. Maske, wekî objeyên çandî ji Serdema Paleolîtîk û heya niha li çardorên dinyayê hatiye bikaranîn. Di şanoyê de maske, temsîliyeta tixûbên ku di navbera; bîner û sehne; çîrok û rasteqîniyê nîş dike. Di eynî katê de, temsîliyeta teşeya karakterên şanoyê yên lehîzvên e.


Devamı İçin Tık Tık

5 Yorum
Kurdî, Resim, Sanat

The Suicide of Dorothy Hale

Merheba ji we re, berî ku ez qala tabloya The Suicide of Dorothy Hale ya Frîda Kahlo bikim ez dixwazim bi kurtebirî qala çîroka Dorothy Hale bikim.


Dorothy Hale ku bedewiya wê bi heftê parxaneyî xwe gihandiye, lê belê, ew weha ye ku peyva “Xweda siûda nexweşikiyê bide.” dide biderkirin ji dilê meriv, belê ew jineke ewçend bextneçê ye. Bi xêra mêrê xwe yê dewlemend ketiye nava sosyeteyê, di nava cemiyetê de ji xwe cihek peyde kiribû. Devamı İçin Tık Tık

1 Yorum