Kurdî, Resim, Sanat

The Suicide of Dorothy Hale

Merheba ji we re, berî ku ez qala tabloya The Suicide of Dorothy Hale ya Frîda Kahlo bikim ez dixwazim bi kurtebirî qala çîroka Dorothy Hale bikim.


Dorothy Hale ku bedewiya wê bi heftê parxaneyî xwe gihandiye, lê belê, ew weha ye ku peyva “Xweda siûda nexweşikiyê bide.” dide biderkirin ji dilê meriv, belê ew jineke ewçend bextneçê ye. Bi xêra mêrê xwe yê dewlemend ketiye nava sosyeteyê, di nava cemiyetê de ji xwe cihek peyde kiribû. Dixwest bibe aktrîst lê belê ew di vî warî de ne jêhatî bû, bedewiya wê bi qîm nedihat. (Heke di vê dema me de bijiya heye ku bibiya.) Jiyana Dorothy li piştî wefatkirina -ji ber qezaya trafîkê- mêrê wê bi şûn de serûbinî bû. Hem ji hêla madî hem jî ji hêla manewî ve bi tevahî binketî bû, kete nava bêgaviyeke dijwar û di mêjiyê wê de fikrên xwekuştinê pêk hatin.


Dorothy Hale


Di biryardayina êvara roja xwekuştinê de wê biryara dawetiyeyekê jî da. Kesên têvel ên navdar ên cemiyetê ku gelekî ji wan dostên wê yên nêz bûn, di nava wan de navên wekî Prensê Îtalyayê, Edîtorê Vougeyê bûn, vexwand wê dawetiyê. Di dawetiyê de ji dostên xwe re nîşan kir ku ew dê di demeke nêz de derkeve ser rêwîtiyekê, ji ber vê yekê jî dixwest xatirxwestinê ji wan bike. Sohbetine pêk hatin. Paşê, digel hevalên xwe çûn tiyatroya Oscar Wilde. Hevalên xwe li cihê tiyatroyê hişt, xatir ji wan xwest û çû mala xwe.


Ber bi sibehê di saet 6an de (21ê Cotmeha 1938an) lixwekirina qedîfe ya reş ku wê pirtirîn jê hez dikir, li xwe kir, hevalê wê û Frîdayê hevpar ê peykertiraş Isamo Nogichi yê ku wekî diyarî ji wê re zerzengekeke zergula ku bi broş dişibiya, da serê xwe, ji parêzerê xwe re wesiyeta xwe nivîsî, ji hevalên xwe re yek bi yek name nivîsî û paşê paceya xwe vekir û xwe ji qatê 16. xwe avêt.



Em aniha jî bêne ser avakirina tabloyê ka ew çawa derketiye holê.


Hevalê nêzîk ê Dorothy Hale, Clare Boothe, ji hevalê wan ê hevpar F. Kahlo daxwaz dikin da ku ew li ser hevalê wan ê mirî tabloyekê bîne pê. Ev yek bi niyeta diyarîkirin û sersaxîxwestina mirina Dorothyê ya ji bo diya wê bû. Frîdaya ku zewaca wê bi Rivera nebaş bû, piştî xwekuştina hevala wê zêdetir tesîreke nebaş çêkir. Herçi be efendiyê min, Frîda ev daxwaz pejirand û ragihand Luceyê û gote ez dê vê tabloyê wekî  “ex-voto” li hev bînim. Ex-voto; mîna mirin û bobelatan jîndar dike û ruh dide wan tîne bîra meriv, her weha, di biniya tabloyê de jî li ser bûyera pêkhatî notek tê nivîsîn, dida nîşandan. Heye ku Luceyê dê ev yek fêm nekira û lewma jî her carê ku wê tablo bidîta hingê dê bibûya har û dîn.



Frîdayê tablo anî pê. Wekî hûn dibînin ketina Dorothy, çawa ku xwe ji paceyê tavêje, resimand. Tablo di tebaxa 1939an de bi dawî bû û ew hat. Wextê ku Luceyê paket ji hev vekir û tablo dît dikira bixewiriya. Wextê ku hevala wê li şaneşînê li pê bû, paşê wextê diket erdê û li erdê tev xwînê razayî bû. Ev şayesandin hat ber çavan, hingê veguherîbû şêtekê. Wê dê çawa nîşana dê bavê wê bikira ketina keça wan a kêlî bi kêlî ya ku heya ew di nav xwînê de ma û mir? Tabloyek ji tabloyên li ser cînayetên jinan pêk hatibû, mîna Çend Nîpsên Piçûk, ev tablo jî teswîra têrtirsoke ya xwekuştina jinekê pêk tanî. Frîda trajediya xwekuştinê ya gerdûnî nîşanê me dide, bûyerê kitebikite, kêlîbikêlî wekî grafîkî nîşanê me dida. Xwîna ku ji difn, guh û devê Dorothyê ji çerçeweya tabloyê didilope li me mêze dikir. Bedewiya wê, zerzenga zergulê û lixwekirina wê ya reş a qedîfe ku wê pirtirîn jê hez dikir, hatibû resimandin.



Luceyê kir ku wê tabloyê peremperçe ke lê belê hevalên wê rê li ber girtin. Di biniya Ex-voto de notek heye, me welê gotibû. Di biniya resim de bi Spanyolî welê hatibû nivîsandin: “di 21ê cormeha 1938an de, li bajarê New Yorkê, di saet 6ê sibehê de, Dorothy Hale, xwe ji mala xwe ya ku li Hampshire Houseyê ye, di paceyê re avêt erdê, xwe kuştiye. Ev resim; ji bo bîranîna wê ye, ji bo diya Dorothyê ye, li ser daxwaza Clare Boothe ji hêla Frîda Kahlo ve hatiye pê.” Hevalên Luceyê ji vê nivîsê “ji bo diya Dorothyê, li ser daxwaza Clare Bootheyê” ev hevok jê birin û biryar dan ku vî resmî veşêrin. Booth Luceyê resim da hevalê xwe yê Frank Crowninshield. Resim bi salan hat li depoyan hat  parastin û veşartin. Çû vê de û çû wê de. Heya ku Frîda dijiya gel bi heyina vê tabloyê nedizanîbû û di derheqê wê de tu agahdarî nehat dayin. Çi siûd e ku tablo rojekê, li pêş muzeyekê bi notê “Gift of an anonymous donor/Diyariya hîbekarekî nexuyayî.” hat ber çavan. Aniha ev tabloya têrbixemgînî û têrbalkêş; li The Suicide of Dorothy Haleyê, li Muzeya Hunerê ya Phoenixê, wekî yek ji tabloyên ku herî zêde tê meraqkirin, tê starkirin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Alexandre Cabanel ve Fallen Angel Analizi

Bimînin di nava xêr û xweşiyê de.