Kurdî, Mitoloji

Taybetmendiyên Mîtosan

Çand û huner geşedana xwe di nav demê de bi şkestin û guherînên cihê cihê pêk anîne û bi demê re wateyên nû wergirtine. Bi van wateyan kevneşopiyek pêk hatiye. Cûreyên mîna çîrçîrok, çîrokên gel, mîtos û efsane ji bo çanda gelêrî girîng in. Di halêhazir de ji bo hunerê çavakaniyên bihêz in. Berhemên cûreyên hunerê ji derfetên kevneşopiyê sûd wergirtine û di navbera pêşeroj û paşerojê de pirek ava kirine. Çanda gel, di dema me de ji bo gelek cûreyên hunerê bûye îlham û da ku ji bo dahatûyê jî çîrûskên geş di xwe de bihewînin.


Dundes dibêje mirov li cûreyên gelêrî ji aliyê edebî binêre û ji bo berhemên wêjeyê wek çavkanî bihesibîne, rêbazeke zanistî ya gelêrî ye. Li gor Dundes, mirov ji bo ku li ser zanista gelêrî bibe xwedî nêrîn, divê meriv dîsîplîn û nêrînên cihê biceribîne. Ev jî dewlemendî û celebekê dide cûreyên folklorîk. Vê rewşê di heman demê de qîmetê berhemên folklorîk jî dide destnîşan kirin (Dundes, 2004: 92).



Dundes dibêje mirov nikare nêrînên berawirdî û rengvedanên boçûnên çandî ji hev veqetîne. Pêşniyaz dike ku ya herî baş divê mirov herduyan bi hev re bi kar bîne. Mirov ji bo ku herêmkiya çîrokekê diyar bike ji bilî şîroveya wê divê meriv rûxsariya tîpîkbûna wê jî zanibe (Dundes, 2004: 96).


Li gor Pettazzonî mîtos ne tenê çîroksazî ne, di heman demê de rasteqîn in jî. Mîtos ji bo bijîşkî û tedawiyê bi hêzên derasayî karbeşiyekê pêk tîne, destpêka ayînan, dua bicîhbûn û nêçîrvanî, heywan û cûreyên nebatan, jiyan û mirin, dawiya dinyayê û koka însanan, destpêka bûyerên çîrokan ji aliyê naverokê ve pêk tînin. Mîtos, ji aliyê rastiyê û rolên wan yên pîroz di seyahatan de ne şikber in. Çunkî mît destpêkek in. Kronolojî û mantiqbûna rastiya mîtosan tuneye (Pettazzoni, 2002; 175-175).


Bascomî bi fikra xwe ya ku dibêje di serdemên berê de bûyerên ku di nav civakê de qewimîne, herwiha di pexşanan de hatine vegotin,  gotina Pettazzonî pesend dike. Bascomî dibêje mîtos ji bo baweriyan guncav in, li hember cehaletê û ji bo şik û gûmanan bersiv in. Ji ber hindê bingeha zayînê ne û pîroz in. Serlehengê mîtosan axlebe ne mirov in. Hemû heyînên mîna însanan yezdan, heyînên derveyê dinyê, di serdemên ewil li bin erdê û ser erdê de lehengên çandê bûne. Mîtos, reseniya dinyayê, mirinê, însanan, çûkan, heywanan û xwezayê di xwe de dihebîne. Mîtos qala kirinên yezdanan, eşq, têkiliyên malbatî, hevaltî, dijminatî, serketin û têkçûnên wan dike (Bascom, 2003: 79).


Mîtos ku yek ji pexşana sêcûreyî ya gelêrî ye, karakterên wan ên bingehîn derasayî ne. Bi çavekî rasteqîn li vegotinan dinêrin. Bûyer di cîhanên cihê diqewimin û di pejirandina wan de pîrozî heye (Bascom, 2003: 80). Mîtosek an jî efsaneyek, beriya ku belav bibe, dibe ku bê pejirandin. “Hunera Devkî” (Bascom, 200; 88), wexta ku civaka ku aîdî wê ye jê bê stendin, dibe ku bibe çîrçîrok û efsane. Tişta ku tê vegotin, di civakekê dibe çîrçîrok di yekê din de efsane û di yekê din de dibe ku bibe mîtosekê. Ev îhtîmal, îhtîmaleke bihêz e (Bascom, 2003: 82).



Mîtos ku nirx û normên dînî yên civakê ne, tavgerên wan divê ku bên teqlîdkirin (Honko, 2003: 101). Mîtos ku çîrokên devkî yên kevneşopî ne, herwiha ji bilî wesfên xwe rûxsar û bizavên cihê di xwe de dihewînin. Îmayên xweser yên mîtosan hene. Çîrokên mîtosan bi rîtuelan û yezdanan tên aliqandin. Bi statuyên civakî yên cihê re eleqedar in. Pirsgirêkên çîrokan, bi awayên cihê tên kifşkirin û bi vî awayî tên safîkirin (Kirk, 2004: 81). Mîtos wek tebeqeyên binî tê dîtin, lê belê kêm kes mîtosan parve dikin. Mîtos, hişmendiya xwe bi arastekirina kevneşopî û rastiya jiyanê kontrol dike (Honko, 2003: 100).


Çîrçîrokên zincîrî, behsa bûyera ku li serê leheng qewimî ye, dike. Ferqa vegotinê; herîkîna di navbera lehengan, domdariya barkirina di navbeyna lehengan, pêkanîna arastekirinê ye. Boratav dibêje benê di navbera çîrçîrokên zincîrî, girêdaneke bi mantiq e. Her wiha ev vegotin bi qasî hejmara pîvana xelekan dirêj dibe (Akt. Özer, 2004; 5) Çîrçîrokên zincîrî ji du hebên ciyawaz pêk tên. Di ya yekem de bûyerên ku di serê lehend de qewimîne tên neqilkirin û bi şikestina xelkeyan, pirsgirêk yan bi erênî yan jî bi neyînî bi dawî dibe. Di pêkanîna duyem de jî, bi şikestina xelkeyê çîrçîrok bi awayekî din didome (Özer, 2004; 5). Di çîroka Şehmaranê de jî bûyera ku li serê leheng diqewime, bi tevlîbûna lehengên cihê çîrok pêk tên. Di encamê de bi lehengên sereke bi dawî dibe.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Santa Muerte û Deq

Rexneya Arketîpê (mînaka ewil)


Li gor teza Jungî ya li ser mîtosan, mîtos hevpariya bişmendiya nijada însanan e. Ji ber hindê teza xwe ya ku di wêjeyê de jî dûbare dibe, pêşkêş kiriye. Arketîp forma derûnî ya  ku ji binê bîrê bangî me dike (Moran, 1994; 202). Mebesta eslî ya rexneya arketîp ji bo berhemê, ji cûr bi cûr şaxên zanistê sûd werdigire. Ji vî aliyî ve dişibe rexneyên dîrokî û civaknasî. Dîsa mebesta rexneya arketîp ew e ku wateya hêmana berheman e, herwiha ne hêmana jiyana estetîk e, di demên berê de tiştên ku mirovan di bin banora xwe hiştine ku ser wan kişif bike û arketîpên nemir derxe holê (Moran, 1994; 200-201). Di vê rexneyê de nivîskar bêyî hemdê xwe bikaranîna zimanê mîtosan, karakterên arketîp û bi rêzebûyerê wateya berhemê vediçirîne (Moran, 1994; 206).


Carl Gustav Jung


Jungî di psîkanalîzê de çend hêmayên arketîpan rêz dike; zayîn, hatina dinyayê, mirin, xurtî, sihir, leheng, zarok, hîlehar, extiyarê biaqil, dêw, diya axê, dar, ro, hevy, ba, çem, agir, heywan, çek, hungulîsk…hwd. Arketîp qasî ku bi serê xwe bin jî, carinan bi hev re jî tên rêzkirin. Mînak, lehengeke arketîp bi şeytanekî arketîp şirîkatiyê dike, dibe ‘serokeke zordar’ keza cûreyeke însanan çê dike (Gençtan, 1990; 124).


Di hemû hunerên Jungî de psîşeyê wek dolê dibîne. Her wiha çi bi hişmendî û çi ne bi hişmendî hemû hest û ramanan di xwe de dihewîne. Bi vî awayî arîkariya takekes dike da ku adapteyî derdora xwe bibe (Gençtan, 1990; 120) Psîşe, bi tiştên ku ji derve werdigire xwe xwedî dike. Keza di nava xwe de pergaleke ceyranê ye (Gençtan, 190; 129).


Jungî îdia dike ku axaftina bi heyînan fonksiyoneke hişmendî ye. Li gor wî êrîşa li ser şexsiyet û daneyên nû yên ku di jiyanê de li wan diqelibe, dixe bin desthilatdariya fambariyeke têkel. Kesên ku di vê rewşê de ne, şexsiyetekê dide bireserên xwezayî. Ji ber vê baweriya derdorê zindî tê dîtin û bi wê baweriyê ne ku her tiştên derdorê kêm-zêde diaxivin. Di wextên xwe yên biçoş û pirsgirêkî de diherin nav daristanê û bi daran re dişitexilin. Herwiha ji daristanan daxwaza qurbanan dikin û daxwaza bicîbûnê dikin. Em jî ruhê xwe didin dinyaya din; lakîn dinyaya me hertim zindî ye (animist) (Akt. Karaköse, 2003: 97-8).



Sîmgeya Maran


Di jiyana mirovan de hêma yan jî sembol roleke girîng dilîzin. Sembolên ku rengvedana hişmendiyê ne, li gor Jungî xwedî bandoreke psîşîk e (Çalışkan, 1998: 91). Mar sîmga ser erdê û bin erdê ye. Di civakên berê de jî însanan perestina maran dikirin. Mar wek oxir, bextewerî, tenduristî, bereket, xerabî û arastekirinan mîna vanan tê dîtin (Mant, 1998: 5). Mar halê xwe yê ku teriya xwe dixe devê xwe, giloveran çêdike û bi bizavên helezonîk sembola jiyan û bizavan e. Demekê dirêj di bin axê de dimîne, biharê derdikeve ser rûyê erdê û kirasê ser xwe nû dike. Bi van awayên xwe sembola hilberînê ye. Bi daqurtandina hev jî sembola bazirganiyê ye (Beğenç, 1967: 72-3). Li gorî gotinên mîtolojiya yewnana kevin Asklepios, di perestgeha xwe de nexweş dihewand û wan rehet dikir. Di yewnana kevin de gelek kahîn li pey şopa wî diçûn. Di Perestgehên Askplepieionan de ji bilî sihr û kehanetan rêbazên bijîşkiyê jî dihatin sepandin. Ji vî aliyî ve nexweşxaneyên yekem tên pejirandin.



Hipokrat, di van nexweşxaneyan de perwerde dîtiye (Hançerlioğlu, 1975: 69). Yezdanê bijîşkiyê Asklepios mar wek tenduristî, sembola xortaniyê hesibandiye û ji ber van binavkirinan, di roja me ya îro de jî di saziyên tenduristiyê de mar wek sembol tê bikaranîn. Di Asya Navîn de li bal tirkan marên cêwîn xwe dispêrin hev hene. Ev jî bi sembola bexteweriyê tên binavkirin. Di nîşaneyên sembolên fermandaran de, di perestgehan de û di saziyên tenduristiyê de cih digirin. Di roja me ya îro de  mar sembola bijîşkî, dermanfiroşî û bijîşkiya diranan e. Di dema Selçukiyan de di nexweşxaneyên wan de jî van nexweşxaneyan hebûn. Di bijîşkiya gel de ji goşt û çermê  mar gelek sûd tê wergirtin (Mant, 1998: 10-13). Hz. Mûsa ji ber ku asayê xwe davêje ber fîravûn û ku ew asa dibe mar, ev tişt dibe sedema artêşa Fîravûn ku di Deryaya Sor de difetise (Hançerlioğlu, 1975; 68).



Mar di gelek civakan de ji berê heya niha wek xwedayekî pîroz tê qebûl kirin. Di dema Sûmer, Hîtît û ji erdnîgariya Anadolê heya Qafqasyayê çîrokên bi navê Illuyanka, ku navê mar e, dihatin qalbirin. Di dînê Orfîk de pêkhatina gerdûnê di serdema qedîm de, bi şabûna marên Kybeleyê û Ofiyonî ve tê qal kirin. Du qralên Attikayan ên ewil mar bûn. Di afirandina efsaneya erd û ezmanan a Sûmeriyan de du marên nêr û mê cih digirin. Di efsaneyên Misriyan de jî mar, şopgerê xwedayê Rayî ye ku her roj rojê ji Rohilat dibe Rojavayê. Rojekê mar bi Rayî vedide û Rayî dimire. Xwedayê Girava Îskandînavyayê Votan, dikete şiklê marî. Dirûvê xwedayên yewnana kevin mar in. Xêniyên Asklepoîs û parêzgerê bajarê Agathbodaemonê her yek ji wan marek e (Hançerlioğlu, 1975: 698).

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Like Orpheus

Mûsewî, mar wek şeytan, guneh û tiştên mirov ji rê derdixe, dibînin. Di Tewratê de ji ber ku mar ji dara sêvê sêv daye Hawwa wek sembola jirêdertinê tê dîtin. Li bal mesîhiyan jî mar wek sembola însanên lanetkirî, şeytan, hîlekar, hesûd û jirêderketinê hatiye dîtin (Yıldıran, 2001: 14-15). Li gorî feraseta îslamê jî mar him wek elaqeya jiyanê him jî wek teswîra ajeleke dojehê tê dîtin û nirxandin (Yıldıran, 2001: 16). Di nîveka sembolên mar de him îhtimal pir in him jî gelek wateyan di xwe de dihewînin. Di wêjeya rojava de marê ku herî pir li ser marî disekinin, marê ku di bexçeyê Buhiştê de sêv daye Adem û Hawwa û ku bûye sedama qewirandina wan ji Buhiştê (Ferber, 199: 186).



Di alema xirîstiyanê de mar, her çiqas kujende bê dîtin jî wek zanayê zana û kujendê mirov tê dîtin. Lewra di paşxaneya şiyana xweguhertina kirasê mar de ev raman cih digirin. Ji ber van taybetiyên marî, di  nav civakên demên berê de, mar wek nemir qebûl kirine. Li gorî fikrên berê hinek caran ji ber ku mar di bin erdê de jiyaye, hew ji wan ku mar bi miriyan re pêwendî çêkiriye û ruhên wan hilgirtiye (Hançerlioğlu, 184: 725). Di hin çandan de ji ber ku mar xwediyê sihra mirinê û êşê ye, bi kategoriyeke din ve hatiye dîtin. Mar him ji ber taybetiyên wî yên fîzîkî û şiklî û him jî ji ber bandora wî di efsaneyan de li hemberê hêzên îlahî wek mertalekê û dergevanekî hatiye dîtin (Yıldıran, 2001: 21). Di olên îhahî de mar wek şeytan hatiye dîtin (Cıblak, 2007: 192).


Ev nivîs ji rêze nivîsa me ya yekem e li ser mîtolojiyê. Ango dê nivîsên me yên nû yên li ser mîtolojiyê bidomin. Li bendê bin…


Mehmet Emin Cırık